Derbarê Semra Guzel de biryara berdewamiya girtîmayîna wê hat dayîn

Di rûniştina doza Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de heyeta dadgehê biryar da ku di danişîna pêş de şahidê veşarî yê ku derbarê Semra de îfade dabû bê guhdarîkirin û doz taloq kir.

Navenda Nûçeyan – 6'emîn danişîna doza Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a ku di 3'yê Îlona 2022'yan de ji ber hin wêneyên di dosyaya lêpirsîna ku derbarê wê de hatibû vekirin de ji ber parêzbendiya wê hat rakirin hat girtin. 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê doz hat dîtin. Semra bi rêya Sîstema Deng û Vîdeo û Agahdariyê (SEGBÎS) tevlî danişînê bû. 

Rûniştin bi xwendina belgeyên hatin dest pê kirin. Piştre heyeta dadgehê diyar kir ku nivîsa ku ji bo Saziya Tipa Edlî  hatiye nivîsandin tu bersiv nehatiye dayîn. Piştre dozgeriyê xwest girtina Semra berdewam bike.

Piştî dozgeriyê Semra axivî û got: “Ev hefte Hefteya Mafên Mirovan e. Em ji vê re dibêjin têkoşîna mafdar, lê mixabin dawî li neheqiyê nayê. Wekî ku di danişîna berê de jî hatibû gotin, em ê di vê danişînê de jî li şahidê veşartî guhdarî bikin. Dirêjkirina dema girtîbûnê neheqî ye. Ez daxwaza berdana xwe dikim." 

Heyeta dadgehê ku piştî parastina Semra biryara xwe ya demkî eşkere kir, biryar da ku ji bo di rûniştina pêş de şahidê veşartî guhdar bikin, ji Midûriyeta Parastina Şahidan a Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re nameyekê binivîsin.

Heyeta dadgehê biryara domandina rewşa girtî da û doz taloqê 7'ê Sibata 2024'an kir.