Der barê parlamentera HEDEP’ê Saliha Aydenîz de 97 fezleke

Hejmara fezlekeyên ku bi daxwaza rakirina parêzbendiyan hatin amadekirin bûn 733. Bi vê yekê parlamentera ku herî zêde fezleke der barê wê de hatine amadekirin bi hejmara 97 fezlekeyan parlamentera HEDEP’ê Saliha Aydenîz e.

Enqere- Hejmara daxwaznameyên ku Serokatiya Meclisê bi daxwaza rakirina parêzbendiyê pêşkêşî Komîsyona Destûr û Edaletê ya Hevpar kir bû 733. Ji van fezlekeyên ku hatine amadekirin 512 der barê parlamenterên HEDEP’ê de ne. Parlamentera ku herî zêde fezleke der barê wê de hatine amadekirin bi 97 fezlekeyan parlamentera Mêrdinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP’ê Salihe Aydenîz e. Sûcdariyên li dijî parlamenterên HEDEP’ê ji sûcên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ pêk tên.

Tezkereyên Serokkomariyê yên li ser rakirina Destnedana Qanûndanînê ji aliyê Serokatiya Meclisê ve di lîsteya “Belgeyên tên” de hatin weşandin û hewaleyî Komîsyona Têkel kirin.

Cureyên sûcên ku tên îdiakirin ev in:

Dema li cureyên sûcên tên îdiakirin tê nêrîn tê dîtin bi 326 dosyayan ‘propagandaya rêxistinê’ fezleke hene. Ji derveyî vê fezleke ji van sûcan pêk tên: “Pesindayîna sûc û sûcdar, sorkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê, muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan, biçûkxistina dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê, heqareta li wezîfedarekî cemaweriyê, endametiya rêxistinê, heqareta li Serokkomar, gef û îftira.”