DEM Partî ji bo serlêdana Îmraliyê banga civîna demildest li Komisyonê kir

Koma meclisê a DEM Partiyê ji bo serdana bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan banga demildest civinê li Komîsyona Jêrîn a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikumxwaran a ser bi Komîteya Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê kir.

Naveda Nûçeyan- Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî)  ji bo hevdîtin li gel Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û dibin tecrîdek girankirî deye bê pêkanîn, serlêdan li Komîsyona Jêrîn a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikumxwaran (ÎHÎK) a ser bi Komîteya Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê kir.

Di daxuyaniya derbarê serlêdanê de wiha hate gotin: “Parlamenterên me ji bo Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikûmxwaran a girêdayî Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê di çarçoveya hiqûq, qanûn, biryarên hatine dayîn û nirxên mirovahiyê de dawî li sepanên îşkenceyê bîne, banga lezgîn li komîsyonê kir ku bicive.” 

‘Gavek ji bo ji holêrakirina agahînegirtina mutleq re nehate avêtin’

Di daxwaznameya serlêdanê de hat bibîrxistin ku parlamenterên DEM Partiyê di 16’ê Mijdarê de serî li ÎHÎK’ê dane û di 7’ê de bersiv hate dayîn û hat gotin ku ger Komîsyona Jêr guncav bibîne dikare biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê û wiha dom kir:

“Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê weke ‘incommunicado’ pênase kir. CPT’yê diyar kir ku pergala li Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin îşkence ye. Her wiha Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di 6’ê îlona 2022’yan de ji bo bidawîkirina rewşa ‘incommunicado’yê biryara ‘bila serlêder demildest kîjan parêzerî/ê dixwazin pê re hevdîtinê bikin û ji bo hevdîtinan çi astengî neyên derxistin’ da. Lê belê ev biryar nehatine cîbicîkirin û tu gav nehatin avêtin.”

 ‘Ji bo dawî li îşkenceyê were divê komîsyona Jêr demildest bikevin tevgerê’

Her wiha di serlêdanê de hate destnîşan kirin ku tecrîd îşkence ye û binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye û wiha hate gotin: “Ji bo ev îşkenceye bi dawî bibe, divê Komîsyona Jêr erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Weke pêwîstiyeke parastina hiqûq, qanûn, biryarên darazê û parastina nirxên mirovahiyê, ji bo bidawîkirina îşkenceyê divê Komîsyona Jêr tavilê biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê. Ji bo berpirsyartiya xwe tavilê bi cih bîne, em banga civîna lezgîn li komîsyonê dikin.”