‘Bi piştgiriya hêzên navnetewî êriş dikin’

Endama Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulistan Elî, der barê geşedanên li heremê, êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, planên hêzên derve ya li ser Kurdistanê û hedefgirtina pêşengên jin ji ajansa me re nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Endama Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulîstan Elî ya ku êrişên dewleta Tirk a li ser heremê, polîtîkayên qirkirinê yê hêzên navnetewî ya li ser Kurdistanê, hedefgirtina jinên pêşeng ji ajansa me re nirxand, destnîşan kir ku dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk a hemu pêkhateyan li ser jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hembêz dike ji xwe re weke xeterî dibîne û bi bal kişandin berxwedana jinan û gelan a li dijî van êrişan.

Gulistan Elî ya qala siyaset û planên ku li ser Kurdistanê ji aliyê hêzên serdest ve tê meşandin kir, destnîşan kir ku armanca hemu dewletên ku li ser Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê meşandin qirkirina gelê Kurd bû û wiha got; “Di şoreşa Sûriyeyê de hin rewş hatin guhertin û Kurdan roleke girîng lîst, ji hemû aliyan ve Kurd amade bûn xwe birêxistin bikin û ne wekî nirxandinên ku li ser wan dihatin kirin bê dîrok û çand in. Nasnameyeke Kurdan heye û her dem ji bo wê nasnameyê fedakarî kirine ji bo wê li Sûriyeyê dema krîzê dest pê kir gelê Kurd amade bû xwe û gelê xwe ji terorê biparêze. Di herêmên me de cihê ku terora DAIŞ’ê xwe lê birêxistin kir bi piştgiriya dewleta tirk xerabiyên pir mezin bi xwe re anîn. Kurdan nehişt li herêmên wan ev teror şaxên xwe vede ji bo wê heya astekê ne tenê civaka xwe parastin lê belê hemû civakên ku di nav wan de dijîn prastin û bûn mertal ji bo pêkanîna wekhevî û biratiya gelan.”

Projeya Netewa demokratîk tê hedefgirtin

Bi bal kişandina li ser projeya Netewa Demokratîk a armanc dike ku hemu civak li ser wekhevî û azadiyê bijîn, Gulîstan Elî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a li ser Bakur  û Rojhilatê Sûrî di bingehê xwe de êrişên li ser vê projeya demokratîk in û got; “Sîstemên desthilatdar weke xeter ji xwe re dibînin. Dema vîna gelan pejirî ne tenê dewleta tirk hemû dewletên hegemon ji xwe re weke xeter dîtin. Sîstema serdest a ku kapîtalîzmê bi pêş xistiye di vê sedsalê de hîn zêdetir hewl dide vê siyaseta xwe biparêze û di encamê de di bin navên cuda de êrîşeke hovane li ser her çar parçeyên Kurdistanê dide meşandin. Hemû çek û rêbazên şeran li ser Kurdistanê tên meşandin û di vê dema borî de bikaranîna dewleta tirk a van çekên kîmyewî, li ser çiyayên Kurdistanê mînaka herî berbiçav e. Ev yek gihîştiye asta ku êdî qanûn û mîsaqên navneteweyî binpê bike û dikeve bin banê siyaseta qirkirinê.”

Pêşengên şoreşa jinê tên hedefgirtin

Gulistan Elî ya da zanîn ku bi van êrişan re pêşengên şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk hatiye tên hedefgirtin, da zanîn ku bi van êrişan re dixwaze polîtîkayên çewisandina hêz û îradeya gel pêk bîne. Gulîstan Elî ya bal kişand piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ’ê re ku gelek caran hatin bi belgekirin, behsa dagirkeriya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û wiha pêl da axaftina xwe; “Niha di Tirkiyeyê de hilbijartin nêz bûne dewleta tirk dixwaze partiya bi pêşengiya Erdogan li ser hikûm biparêze. Her wiha dîblomasî û siyaseta xwe ya gihîştiye asteke binkeftî bi dagirkeriyê sererast bike. Di heman demê de em ber bi dawiya hevpeymana Lozanê ve diçin dixwaze erdnigariya mayî di hevpeymaneke nû de qezenc bike û di nexşeriya nû de Osmaniya xwe zindî bike. Niha jî em dibînin li hemberî van planan bêdengiyek heye û dewleta tirk di van kiryarên xwe de berdewam dike.”

‘Hêzên hegemon aloziya Sûriyê kûrtir dikin’

Gulistan Elî ya destnîşan kir ku hêzên navnetewî ne li gor berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin, wiha domand; “Hêzên hegomon ên li herêmên me hatine bicihkirin armanca wan li gorî siyaset û bercewendiyên wan e ne ji bo çareseriya ji gelê Sûriyeyê re hatine. Îro tiştên ku li herêmên me diqewimin tu feyda gelê Sûriyeyê di wan de tune ye û herî dawî jî li ser jiyana vî gelî bazaran dikin. Ev hêzên navneteweyî dikarin bi siyaseteke rast her tiştî di nava mehekê de çareser bikin û bigihîjin çareseriyeke mayinde ji bo Sûriyeyê bi giştî ku vê xwînrijandin û terorê rawestînin. Li gorî ewqas xeteriyên ku hatin kirin careke din hêzên navneteweyî weke alîkariya şerê terorê dest dabûna çareseriya siyasî tu pirsgirêk li holê nedima.”

Bi gotina “Ji bo siyaseteke nû li hemû cîhanê deynin Rojhilata Navîn navenda siyaseta xwe dibînin” Gulîstan Elî destnîşan kir ku ev hêzên serdest û dagirker dibin sedemeda dirêjkirina aloziya li Sûriye û dirêjkirina deriyê lihevkirinan û wiha pêl da axaftina xwe; “Mînaka wê jî hewldanên lihevkirina di navbera QSD, MSD û rejîma Sûriyeyê de weke em dibêjin du aliyên Sûriyeyê ne ger ev hêzên derve li herêmên me nebûna dibe zûde lihevkirin çêbûya. Weke em dizanin îro biryara Sûriyeyê di destên Rûsan de ye ji bo wê li gorî berjewendiyên xwe nahêle ku rejîm tu gavên çareseriyê bi pêkhateyên Sûriyeyê re bavêje. Dewletên navneteweyî pirsgirêkên xwe yên derve jî derbasî herêma me dikin û gelê me li hemberî hev didin şixulandin. Ji bo wê heya ev dewlet li hev nekin nahêlin çareserî li ser axa me jî mayinde bibe. Ji bo wê dema berjewendî li pêş bin pîvanên mirovî tune dibin.”

‘Em ê li derdora projeya xwe kom bibin û parastina doza xwe bikin

Gulistan Elî ya li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir, bal kişand berxwedana jinan û gelan a li dijî van êrişan û wiha got; “Hêzên ku dibêjin em gihîştine asteke herî bilind a demokrasiyê ji bo tunekirina civakan her di nav tevgerê de ne. Mirovên azadîxwaz û demokrat her bi çekên van hêzên serwer tên hedefgirtin. Dewleta tirk wisa ne bi hêz e heya ku li pêşiya van hêzên hakim mirovan hedef digre û hesab ji wan nagre, lê belê ev yek bi zanebûna wan jî tê kirin. Ev hemû kiryar dema tên kirin û bi vê cesaretê ne tenê siyaseta dewleta tirk e. Em di sedsalek de ne ku tekneolojiya li pêş e bûyerek tenê bi gotin tune ye lê bedengiya em îro tê de dijîn hevkariya wan nîşan dide. Hêzên desthilatdar wê bi hemû şiklan şerê xwe bidomînin bi armanca bidawîkirina vê projeyê. Di dawiyê de jî ez dixwazim bibêjim civaka me civakeke têkoşer e û bi hêzên xwe re pêwîst e vê fedakariyê her mayinde bihêle. Berî her tiştî pêwîst e em li derdora projeya xwe kom bibin bi rengekî ku her kes ji aliyê xwe ve parastina vê dozê bike.”