‘Bi hewldanên Rêveberiya Xweser em ê Sûriyeyeke piralî ava bikin’

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Kobanê li Herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewziyê Ebdî 9 xalên ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê ragihand, nirxand.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Ji ber bandora krîza Sûriyeyê li ser hemû herêman û piştî binketina hemû kongre û civînên navdewletî û herêmî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18’ê Nîsanê de dest bi însiyatîfek kir. Însiyatîf ji 9 bendan pêk tê ku Rêveberiya Xweser bi riya wan Sûriyeyê bi pêş bixe û sîstemek rêvebirina siyasî demokratîk piralî û ne navendî damezirîne, hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne û mafên wan biparêze.

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Kobanê li Herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewziyê Ebdî teqez dike ku însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û avakirina piralî gaveke baş e û bang li hemû aliyan kir ku tevli vê însiyatîfê bibin, çareseriyek bingehîn bibînin.

‘Divê Sûriye bi xwe çareseriyê ji xwe re bibîne’

Fewziya Ebdî bal kişand li ser girîngiya înisiyatîfê ji bo gelên li heremê û wiha got: “Ji sala 2011’an ve, gelê Sûriyeyê êşa dagirkirin, hejarî, penaberî û koçberiyê dikişîne. Bi salan e trajediyek dijwar dijîn, şer Sûriyeyê rûxand. Êdî cîhan hemû bawer dike ku pêdiviya Sûriyeyê bi çareseriyek siyasî aştiyane ne leşkerî heye, piştî destwerdanên derve yên leşkerî xaka Sûriyeyê hat dagirkirin lewre divê Sûriye bi xwe çareyê ji xwe re bibîne.”

‘Înisiyatîfa Rêveberiya Xweser gaveke erenî ye’

Fewziya Ebdî anî ziman ku înisiyatîfên ku berê ji bo çarserkirina krîza li Sûriyeyê hatine avakirin û lêgerînên Sûriyeyê yê çareserkirina van krîzan bûye sedema gelê li heremê êş bikşînin û wiha got: “Di salên borî de gelek însiyatîf ji bo krîza Sûriyeyê çêbûn, weke Çareya Makezagonî heta Komîteya Makezagonî û Civînên Astana lê di encama wan hemûyan de gelê Sûriyeyê gelek êş û zehmetiyan kişand, bajar hatin dagirkirin guhertina demografîk pêk hat û beşên ji axa wan li herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê weke bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin. Peymanên hatine îmzekirin krîza Sûriyeyê kûrtir kirine li şûna ku çareser bikin rewşa gel xirabtir bûye, bo mînak; li gorî pêveke çarem ya peymana Adanayê di navbera Sûriye û Tirikiyeyê ya di sala 1998 an de hatiye îmzekirin, dema hikumeta Şamê nikaribe sînorên xwe biparêze hêzên Tirkiyeyê dikarin tenê 5 kîlomîtroyan derbasî sînorê Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re bibin lê Tirkiye bi kûrahiya 35 kîlometreyan derbas bûye. Hemû însiyatîf bê encam man lewra Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi însiyatîfa çareserkirina krîzê li gelek herêman kir ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk gaveke baş e.”

‘Înisiyatîf dê bibe riya çareseriyê’

 Li ser naveroka însiyatîfê Fewziyê Ebdî ev da zanîn: "Ev însiyatîf ji bo hikumeta Şamê û Kombûna Dewletên Ereb û Neteweyên Yekbûyî û partiyên siyasî û her kesê têkildarî Sûriyeyê û xaka wê peyamek bi hêz e divê welat bigihîjînin aramiyê. Bi pêkanîna bendên însiyatîfê li herêmê, em ê bigihîjin Sûriyeya ne navendî, piralî û demokratîk, tê de gel bi aramî bijî li ser bingeha makezagonek demokratîk hemû pêkhate û gel tê de beşdar bin. Însyatîf dê bibe riya çareseriya krîzên Sûriyeyê lewre divê cihê Rêveberiya Xweser li ser maseya guftûguyên çareseriyê hebe, ji ber ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Rêveberiya Xweser bi însiyatîfa xwe yekîtiya xaka Sûriyeyê diparêze divê hemû Sûriyeyî li hev bikin."

'Em ê şoreşa jinê bibin hemû herêmên Sûriyê'

Der barê bandora însiyatîfê li ser rewşa jinan li hemû herêmên Sûriyeyê Fewziyê Ebdî got: "Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem di hemû peyman û daxuyaniyên xwe de banga yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê dike lê hemû aliyên din diciviyan bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser, weke civînên dewletên Rûsya, Tirkiyê û Îran. Ew dewlet naxwazin çareyek siyasî ji bo Sûriyeyê hebe yan aramiyek pêk were, ji ber ku hemû kes dizanin dema krîza Sûriyeyê çareser bibe tu berjewendiyên wan dewletan li Sûriyeyê namînin lewre ew însiyatîfên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê asteng dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Fewziyê Ebdî got: “Jin dê beşdarê avakirina makezagona pêşerojê bibin ji bo mafên xwe misoger bikin, ji ber ku rola wan di têkoşîn û pêkanîna zagonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye. Em bang li hemû pêkhateyan û aliyan dikin ku bendên însiyatîfê pêk bînin û ji bo gelên Sûriyeyê çareyê bibînin.”