Bi çaven jin û çalakvanan hilbijartinên Tûnisê

Tûra yekem a hilbijartinên zagonî li Tûnisê bala jinên cîhanê û aktivîstên siyasî yên Libnanî kişand. Guhertinên neyênî di zagona hilbijartinê de bûn sedema dijberyek mezin û êdî jin beşdarî hilbijartin û dengdayînê jî nebûn.

SUZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Tûra yekem a hilbijartinên zagonî li Tûnisê gelek lêkolîn û helwestên navxweyî û cîhanî bi xwe re anî. Bi taybetî pişt ku di şoreşa Tûnisê ya sala 2011’an de guhertinên di zagona hilbijartinê de çêbûn. Ev guhertin rastî nerazîbûna opozîsyona Tûnisê û jinên mafê xwe di van guhertinan de winda kirine hat. Me ev mijar bi du aktevîstên siyasî yên Lubnanî re da nîqaş kirin. Endama şaredariya Qibêi ya li navçeya Baabde li parêzgeha çiyayê Libnanê Senaa Rafê El-Aawar der barê rola jinan di hilbijartinên Tûnisê de axivî.  

Senaa Rafê El-Aawar destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya jinan di warê siyasî de heman in, çi li cîhanê bi giştî çi çî li Tûnis û Lubnanê û wiha got, “Bi taybetî ji aliyê destkeftiyên siyasî di hilbjartinên zagonî de li Tûnisê û yên parlamantoyê li Lubnanê û yên ku di hilbijartinên şaredariyan de di Gulana 2023’an de dê pêk werin, gelek tundî, bêbawerî, nêrtiya serwer û cudabûna zayendî li dijî jinan pêk tên.”

Jin nikaribûn qadeke ragihandinê ji bo xwe ava bikin

Senaa Rafê El-Aawar da zanîn ku nêrîna partiyan ji jinan re weke amûrek temamkirina hejmarê ye û got, “Ji ber nebûna derfetên darayî, jin nikaribûn qadeke ragihandinê ya dadwer bi dest bixin. Partiyan piştgirya jinan baş nekirin, sîstema herdu welatan weke hev e. Sîstema rêjeyî û dengê tercîhî li Lubnanê ne li gorî mafên jinan bû, wisa jin negihîştin cihên biryardayînê. Bi nêrîna hilbijêran biryar û desthilatdarî di destê mêr de ye, ji ber wê ew jinên aktivîst hilnabijêrin.”

Li Tûnisê, jinan ji bo beşdariyê pêşengiyê dikirin lê belê guhertinên ku serokê Tûnisê, Qeys Seyîd bi tenê ferzkirî gelek astengî ji gelê Tûnisê re çêkir, gel û bi taybetî jinan ew hilbijartin boykot kirin, beşdarbûna jinan a ji % 26 daket ji % 10. Jinan peyama xwe zû de girtine û dizanin ku nahêlin ew bigihîjin cihên girîng.

Hejmar her diçe kêmtir dibe

Sanaa diyar kir ku yek ji wan guhertinên neyênî kêmkirina kursiyên parlamentoyê ye ku ji 2017 daket 161’ê.

Senaa Rafê El-Aawar teqez dike ku jin ne tenê nîvê civakê ne, di heman demê de nîvê din jî xwedî dikin û dibêje: “Banga min ji bo hemû jinên jêhatî ku beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên dema pêş bibin û jin bibin parçeyek ji projeyên geşepêdanê. Ji ber wê jî divê jin wêneyê xwe ne tenê weke dayik û jinmal û perwerdekara zarokan biguherînin û tevli xizmeta civakê bibin, dakevin qada siyasî, jin ber bi guhertinê ve diçin lê belê mêr ji bo desthilatdariyê kar dikin."

Di nava encumena ku ji 12 kesan pêk tê tenê ew jin e

Der barê karê jinan di qada siyasî de jî Senaa Rafê El-Aawar got: "Bi qasî dikarim min kurs û perwerdeyên cuda di gelek waran de şopandin, min xwendina amadeyî ji derve xwend,  bi awayekî serkeftî bi destxist û 17 sal in ez di nava çalakiyên civakî de me, tevli komeleyan bûm û niha jî ez seroka komeleya Qibêêi ya xêrxwazî me, di desteya rêveberiya kombûnên komeleyan li Cebelê me tê de zêdetirî 75 komele hene. Di aliyê hilbijartinên şarederiyê de jî jin û mêr bi hev re kom bûn ji bo hilbijartina min, ev bi xwe jî tiştekî yekem car e li vir pêk tê, ez bi tenê jin im di encûmena 12 endaman de."

‘Li ser têkilî û projeyan li ser online perwerde didim jinan’

Senaa Rafê El-Aawar wiha qala xebatê xwe kir, "Di karê şaredariyê de ez ne şareza bûm, piştî bûm endamê şaredariyê, min dest bi xwendina ji bo dîplomaya di rêveberî û aboriya şaredariyan, li zanîngeha Lubnan Emerîkayê kir. Piştî wê, min gelek proje pêşkêş kirin weke projeya War Child ji Holenda ji bo piştgirya jinan û zarokan du sal û nîvan, malên xwedîkirin û baxçeyên zarokan hatin avakirin û 39 jinên bajaroka me tê xebitînin. Niha ez online bêpere jinan li ser şarezahiya têkiliyan, nivîsandina projeyan û zagona şaredariyan perwerde dikim."

‘Tevî ku jinan gelek mafên xwe bi dest xistin jî hejmara wan kêm e’

Endama şaredariya Sufir, Munîre El-Dîmeşqî jî got: "Jin gihîştin navendên siyasî yên pêşketî, mafên xwe yên sivîl di aliyê zagona berdan û xweberdanê de bi dest xistin lê ez matmayî mam dema min dît rêjeya beşdarbûna siyasî ya jinan di hilbijartinên zagona dawî de ewqas kêm bûye. Ji ber nêrtiya serwer û nebûna zagonên parstina jinan ji tundiyê, bi taybetî di aliyê guhertinên di zagona hilbijartinan de kotaya jinan tunebû. Ev bi xwe jî sitemkarî û paşguhxistina rola jinan e. Amadebûna jinan şeklî û rêjeya beşdarbûna wan a bi qasî 8.8%, bû sedema xembariya Tûnisiyan û nerazîbûna wan ji krîzên siyasî aborî niha di welat de.”

‘30 salan xebitîm’

Der barê çalakiyên siyasî de Munîre El-Dîmeşqî got, "Ez hê çalakvaneke çandî me, ji destpêka karê min ê fermî di temenê, 17 salî ve, dûre ez çûm dibistanên çalakiyên cuda cuda li gelek herêmên Lubnanê, min xwe di van dibistanan de dît dema min hemû pêkhateyên civakê tê de dîtin û sîstema wan a pir pêşketî, di warê zanistî û çandî dît ez bi pêş ketim. Min dest bi fêrkirina matmatîkê kir 15 salan, ji demek nêz de ez ji kar derketim piştî 30 salên xebatê. Têkiliyên min ên baş, di pêvajoya dibistanan de di gelek aliyan de sûdê li min kirin bi taybetî di warê siyasî de dema ez bûm endama şaredariyê her wiha ez tevli şoreşa 17’ê Cotmehê jî bûm. Dixwazim di hilbijartinên şaredariya li pêş di Gulana 2023’yan de xwe hilbijêrim, ji ber ku gelek projeyên min hene dixwazim bişopînim û pêk bînim, ew proje der barê xurtkirina jinan de ye, bi taybetî jinên temenê wan mezin ku dahata wan nîn e, xurtkirina aborî û serxwebûna darayî mafên jinan pi wan dide nasandin û êdî jin dizanin çi ji jiyana xwe dixwazin."