Beşdariya jinên Fîlîstînî di partiyên siyasî de qels e

Amna Hamid sedema nebûna jinan a bi fermî di partiyên siyasî de bi xwezaya civaka Filistînê ya partîzanî ve girê dide û wiha domand: "Ger jinek beşdarî fraksiyonek dijberî partiya hevser an bavê xwe bibe û beşdarî semînerên perwerde yan çalakiyên werzîşê bibe, ew ê ji karê xwe were dûrxistin. Ji ber vê yekê, jin ji endamtiya van partiyan ditirsin, ew li gorî ya hatiye ferzkirin tevdigerin da ku parastina jiyana malbata xwe bikin."

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Tevî beşdarbûna jinên Fîlîstînê yên li qadê di hemû bûyerên siyasî yên li Filîstînê de, nûnertiya wan di partiyên siyasî de qels ma. Jinan sernavên kar û pêşketinên ku heq dikin negirtin û buroyên saziyên partiyên siyasî wek karmend di nav endamên xwe de negirtin ku bi vî rengî tevî pirengiya partiyan û berfirehkirina bandora herêmî ji bo wan dûr dimîne.
Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Jimarînê ya Filistînê ve hat weşandin, cîgira berpirsa çarçoveya femînîst di yek ji partiyên Fîlîstînî, Amna Hamid, di dema hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re, got: "Hin partiyên siyasî ji vê valahiyê haydar bûn ku ji bo jinan ji sedî 5 bû. Li gorî ji sedî 95 ji mêran re, bi rêjeya amadebûna wan ji sedî 11. Me hewl da hewldanên van jinan tenê di qadê de nehêlin û kir ku wan komî ser hev bikin da ku karibin bigihîjin navendên biryargirtinê.
"Hevgirtina jinan bi mijarên neteweyî re beşdarbûna siyasî tê hesibandin” 
Amna Hamid ev anî ziman: "Hebûna jinan di partiyên siyasî de heye û nîşaneyek wan a cihêreng heye, tevî kêmbûna danasînên wan ên rast. Beşdariya siyasî ya jinan bi gelemperî ne tenê di tevlibûna partiyan de ye ji ber ku jin bi lehengî li ber xwe didin.”
Ew dipirse gelo çawa gengaz e ku jinên Filstînê ji beşdarbûn an têkoşîna siyasî werin veqetandin û wiha domand: "Hevgirtina jinan bi mijarên neteweyî re beşdarbûna siyasî tê hesibandin. Jin, di rola xwe de wekî parêzer, bijîjk, an di hemû warên zanistî yên din de dikarin sûdê li civaka xwe bikin û nayê pejirandin ku rola wan kêm were hesibandin."
Ger jinek beşdarî fraksiyonek dijberî partiya hevser an bavê xwe bibe ji kar tê dûrxistin
Amna Hamid sedema ku jin bi fermî di partiyên siyasî de nîn in, vegerand xwezaya civaka Filistînê ya partîzanî ku tê de piraniya endamên wê ji partî û fraksiyonên cihêreng ên ku ew tê de dixebitin û wiha domand: "Ger jinek beşdarî fraksiyonek dijberî partiya hevser an bavê xwe bibe û beşdarî semînerên perwerde yan çalakiyên werzîşê bibe, ew ê ji karê xwe were dûrxistin. Ji ber vê yekê, jin ji endamtiya van partiyan ditirsin, ew li gorî ya hatiye ferzkirin tevdigerin da ku parastina jiyana malbata xwe bikin."
Di domandina axaftina xwe de got: "Faktorek girîng a din jî heye ku jinan teşwîq dike beşdarî partiyên siyasî nebin, ew jî ev e ku piraniya van partiyan di dabeşkirinên saziyên navneteweyî de gelek nîşaneyên pirsê li dora xwe dixin. Ji ber vê yekê, gava keçek pêşve tê da ku tevli her fraksiyona siyasî bibe, ew ji bo kar an heta projeyên xebitandinê yên demkî nayê qebûlkirin. Rewşa aborî ya xirab a Xezayê dihêle kar di wan saziyan de ji bo jineke ku asta dahata xwe baştir bike, xewnek be.”
“Rola jinan ji bo aramiya civakê heye”
Ji bo Ew balê dikşîne ku ji bo aramiya civakê, rola jinan di tevlibûna partiyên siyasî de heye û wiha got: "Hemû sedemên berê, beşdarî têrbûna jinan bûn û celebek tirs û nexwestinê çêkir û encamnameya wê li ser anketek raya paşîn a ku destnîşan kir ku ji sedî 65 ji jinan bi rengek an awayek din dixwazin tevli partiyên siyasî bibin.”
Amna Hamid înkar nake ku qanûnên Filistînê edalet ji bo jinan nekiriye, çi di riya nûnertiya wan di kota, çi jî di qanûnên kar de. Di vê xalê de jinan sûcdar dike ku li pêşberî van pergal û qanûnan nesekinî û hewl neda ku wan biguhezîne lê belê di lomekirina rastiyê de berdewam kir. Kêm jinan karibûn li hemberî hevpîşeyên xwe yên mêr ên di partiyê de bisekinin û daxwaza guheztina rastiya xwe bikin, wan bi xebata domdar îsbat kir ku ew dûrî hestyariyê kar dikin.
Bi riya civînan hewl didin pirsgirêkan bibînin û çareser bikin
Partiya ku Amna Hamid tê de ye vegeriya ser vê xalê û diyar bû ku ew hewl dide wan bi navgîniya xebata meydanî û nivîsgehê ve girêbide û ji wan re navend, ofîsên kar û amûrên veguhestinê peyda bike. Ji ber ku ew karmendên di nav endamên partiyê de ne û got ku di girtina biryarên girîng de bi riya civînên ku dem bi dem tên lidarxistin beşdar dibin da ku pirsgirêkan pêşkêş bikin û hin riyan rast bikin.
Li gorî ku Amna Hamid dide diyarkirin, partî her wiha bernameyekê pêk tîne da ku jinan bikşîne, armanca xwe di serî de perwerdekirin û agahdarkirina wan bi qanûn û mafên wan e û ne ku tenê hejmara herî mezin a alîgiran kom bike, wekî ku hin aliyên din dikin. Di encama vê bernameyê de, zêdetirî 1,000 jinên ku temenê wan di navbera (18-25 sal) de ne, beşdar bûn. Her wiha bûrsên ji bo xwendina bilind master û doktorayê ji endamên partiya jin re hatin pêşkêşkirin.