‘Xeyalên Erdoxan a dagirkeriyê bi berxwedana gel hildiweşe'

Endama Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Zelal Ceger êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armancên wî nirxand.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta tirk a dagirker, bi armanca dagirkirina herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrêşên xwe didomîne. Di saetên êvara 19'ê Mijdarê de bi riya balafirên xwe yên keşfê û şer êrîşê bejahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û binesaziya herêmê hedef girt. Endama Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Zelal Ceger armanca van êrîşan û bêdengiya ku tê jiyîn ji ajansa me re nirxand.

‘Aloziyên xwe bi riya êrîşan vedişêre’

Zelal Ceger bal kişand ser aloziyên ku dewleta tirk dijî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Dewleta tirk di aloziyên hundirîn re derbas dibe di aliyê aborî de hilweşiyaye û di warê siyasî de jî tu kes êdî siyaseta wî qebûl nake. Ji ber vê yekê dixwaze di warê leşkerî de li ser piyan bimîne lewra êrîşên xwe bi ser herêmênBakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tîne. Êrîşên wî yên ser li şervanên azadiyê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hişt ku di warê leşkerî de winda bibe. Tê xuyakirin ku dewleta tirk sûdê ji lawaziya Rûsyayê di şerê Okraynayê de digre, di heman demê de sûdê ji nêzîkbûna Amarîkayê jî dibîne. Ev yek jî dihêle Erdogan hîn bêhtir li ser desthilatdariyê bimîne. Lê divê gelê Tirk li hemberî kiryarên ku Erdogan li ser gelan dide meşandin li ser piya be."

‘Êrîşên li ser herêmê li ser felsefeya Rêber Apo ne’

Zelal Ceger behsa êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya gel wek cihê petrol, av, elektrîk û gazê hedef digre. Her wiha di van êrîşan de bi dehan kesên sivîl şehîd bûn. Tu êrîşên hêzên me yên leşkerî wek QSD/YPG/YPJ û HRE'ê li dijî dewleta tirk çênebûye, beravojî wê dewleta tirk êrîşên xwe bi ser me de anî û herêmên Sûriyeyê ji Efrîn, Idlib, Bab, Ezaz, Cerablas, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Helwestên gelê me li hember dewleta tirk ji bo rizgarkirina herêmên xwe ne."

‘Zindîkirina DAIŞ’ê û bikaranîna çekên qedexekirî xeteriyek li ser cîhanê ye’

Zelal Ceger bal kişand ser bikaranîna çekên qedexekirî li cîhanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser herêmê û wiha pêl da gotinên xwe: "Dewleta tirk li hemberî şervanên azadiyê madeyên kîmyewî bi kar tîne, li gorî agahiyên ku ketine destên me dewleta tirk madeya fosfor ku di nav qanûnên navneteweyî de bikaranîna wê qedexe ye li ser sînorê Efrînê di van demên dawî de bi kar aniye. Armanca dewleta tirk ji vê yekê ew e ku  mirovan bifetisîne û xwezaya herêmê hişk bike. Bi hezaran DAIŞ’î li zindana Xwêran dimînin. Dewletên ku ev çete hemwalatiyên wan in divibûya wan bigirtana welatê xwe lê heta niha tiştek nekirine. Dewleta tirk rojane kampa Holê hedef digire ji bo malbetên DAIŞ ji wir birevin û xwe bigihîjînin Tirkiyeyê. Ev plana dewleta tirk e û ne tenê li ser Rojhilata Navîn li ser Ewropayê ye jî. Erdogan dikare DAIŞ’ê li dijî Rûsya û Amerîkayê bi kar bîne. "

‘Li dijî êrîşan berxwedana gelê herêmê bû bersiv’

Di berdewamiya gotinên xwe de Zelal Ceger diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker, gel xwedî seknek e û li ser piyan e û got: "Ji êvara ku dewleta tirk êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir gel helwestên xwe nîşan da. Ji ber ku gel li dijî helwesta dewleta tirk li ser piyan in li gundê Teqil Beqil ê girêdayî kantona Dêrikê komkujiyek li ser sivîlan pêk anî û di encamê de 11 kes şehîd bûn. Tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja din de li diijî êrîşan  helwest nîşan dan, bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Xwedîderketina gel milet li şehîdên xwe li Dêrik û Şehbayê bersiva herî xurt bû ji dagirkeriyê re. Şerê gelê şoreşgerî wê bibe bersiv ji êrîşan re."

‘Bêdengiya Rûsya û Amarîkayê erêkirina êrîşan e’

Zelal Ceger bal kişand ser helwestên Rûsya û Amarîkayê li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Helwestên Rûsya û Amarîkayê tenê daxuyanî ne. Ev jî nîşan dide ku wan rê daye dewleta tirk êrîş bike. Herêmên ku hêzên Amerîka û Rûsyayê lê hene tên topbarankirin û ew bê helwest mane. Ev planek di nava her sê dewletan de ye. Dewleta tirk 30 km. dike hincet ku destûr heye êrîş bike lê di van rojên dawî de êrîşên xwe gihîştand 70 km. ji xeta sînor. Ev jî ne li gorî qanûnên navneteweyî ye û bêdengiya cîhanê jî li hemberî vê yekê didome ev jî diyar dike ku komployek navneteweyî heye. Hebûna gelê Efrînê li Şehbayê parastina Helebê ye. Lewre Erdogan dixwaze Şehbayê dagir bike ji bo bi rehetî derbasî Helebê bibe. Ji bo em vê xakê biparêzin divê em li cihê xwe bin û li hemberî êrîşan li ber xwe bidin. Mayîna li Şehabyê misogerkirina rizgarkirina Efrînê ye û bi wê yekê em ê nehêlin xeyalên Erdogan pêk werin. Êrîşên ku tên kirin li dijî hemû pêkhateyan in lewre divê gel li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin."