Bêrîvan Yûnis: Di hevdîtinên çaralî de hesabên nû li dijî gelan tên kirin

Endama Meclisa Kongra Star a Gitşî Bêrîvan Yûnis civîna çar alî ya di navbera Rusya, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de hat lidarxistin nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- 10'ê Gulanê civîneke çar alî ku wezîrên derve yê welatê Rusya, Îran, Tirkiyê û Sûriyê beşdar dibe li Moskovayê hat li dar xistin. Têkildarî vê civînê, armanc û bandorên ku dê bi xwe re bîne Endama Meclisa Kongra Star a Giştî Bêrîvan Yûnis nirxand.

Bêrîvan Yûnis a bal kişand krîz û aloziyên ku li Sûriyeyê diqewime, da zanîn ku hişmendiya netew dewletê li ber demokrasiyê astengiya herî mezin e û destnîşan kir ku di civîna çar alî de hesabên nû yên li dijî gelan tê kirin.

Hişmendiya netew-dewletê li ber demokrasiyê asteng e

Bêrîvan Yûnis got ku li peyî her civîneke wiha ku ev welat beşdar ê dibin de êrîşeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêk tê û wiha dom kir: "Di van civînan de ku her car Moskova jêre dibe wekî garantor, pirsekî wiha tê çêkirin ku bi rastî ewqase welat li hev kom dibin, ji bo ku li dijî çeteyên li Sûriyê 12 sal in hene, şer bikin? Her wiha xaka Sûriyê ji parçebûnê biparêzin û yekbûna wê bikin? Yan jî di nêrîna wan de ev teror kî ne? Li gorî cîrantiya hev jî berjewendiyên wan jî hene û bi garantoriya Rusya dixwazin, wê pêk bînin.”

Bêrîvan Yûnis bal kişand vegera Sûriyeyê ya ji Komkara Erebî re û wiha pêl da axaftina xwe: “Wekî ku tiştek li Sûriyê neqawimî ye, şer çênebûye, xwîn nehatiye rijandin û hikûmeta Sûriyê ti sûc nekiriye, tê xuyakirin. Ev hemû jî cihê nakokiyan e ku dihêle aloziya Sûriyê kûrtir û gurtir bibe. Hişmendiya netew-dewlet a desthilatdar ya ku welat li ser hatine avakirin, wê nehêle ku ji bo demokrasiya gelan pêşbîniyekê hebê an jî rêyekê vebibe ku demokrasiyê bide avakirin."

Hedefgirtina jinan

Bêrîvan Yûnis da zanîn ku bi hedefgirtina jinan dixwazin ew helwestên hatine der biçewisînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bê guman encamê vê civînê wê li pêşengên partî û rêxistinên jinan bike. Ji ber ku jinên herî aktîf û xwedî helwest û yên ji civaka xwe re dibin pêşeng û wan ber bi azadiyê ve dibin, ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Li ser qetîlkirina jinan, têkbirina aramiya gelan û êrîşên sîstematîk, desthilatdar hewil didin hîn bêtir xwe li ser erîşa xwe mezintir bikin û girêdayîtir bibin."

Hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê

Bêrîvan Yûnis bal kişand hilbijartinên ku di 14’ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê kirin û wiha dom kir: “Tê xuyakirin ku ew girseya gel êdî wekî berê xwe li AKP-MHP'ê nagire û hêzên muxalîf bi rengekî hêztir daketiye qadê. Bê guman ev jî hêrsekê li gel Erdogan çêdike ku bikaribin tevî AKP-MHP'ê şerekî bidin meşandin, ku niha jî jêre bingehê wê amade dike. Dibe ku deng werin dizîn an jî şerek rû bide piştî van hilbijartinan, wekî ku Erdogan ji wê binkeftina xwe bawer e, li gorî wê jî amadekarî dike ku şerekî bide destpêkirin ku mafê wî yê hatiye xwarin qaşo şer bike û bi dest bixe."

Banga hevgirtina jinan û gelan

Bêrîvan Yûnis di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me şoreşa xwe li ser vî bingehî birêve bir, şoreşa guhertin û veguhertinê ye. Netew-dewlet wê tu çareseriyê bi xwe re neyîne, dem bûye dema xwerêvebirina civakê. Êdî dema demokrasî û azadiyê ye ku gel û civak hemû jî bikaribin li ser xakek azad, jiyaneke hevbeş û wekhev, edalet û aştî bijîn. Em di pêvajoyeke pir girîng de derbas dibin û bi rastî em dixwazin pêşengiyê jêre bikin ku bibin hêza çareseriyê ji vê aloziya heyî re. Xwedîderketina li van bedelên giranbuha jinan tevahî li qadan bin û jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengê xwe bidin xwe. Divê ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" li Rojhilatê Kurdistanê neyê rawestandin. Her wiha pêwîste ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî her li qadan bin û bi vê hevgirtina jinan ji bo jiyaneke wekhev û aşîtî werin cem hev û bibin xelekek."