Berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê: Êriş li ser Netewa Demokratîk e

Berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê Netewî Xemgîn şerê cîhanê yê sêyemîn ku didome, êrişên dewleta Tirk yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, destnîşan kir ku êriş li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk e.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn derbarê şerê cîhanê yê sêyemîn ku bi dijwarî didome, qeyranên li Rojhata Navîn tê jiyankirin û êrişên dewleta Tirk yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir. Netewî Xemgîn a anî ziman ku êrişên li ser heremê tê kirin li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk e, bal kişand ku çareseriya qeyranên ku li Rojhilata Navîn tê jiyankirin Netewa Demokratîk e û her wiha ji bo parastina destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin banga parastinê kir.

Netewî Xemgîn qeyrana li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê tê jiyîn wiha nirxand: “Di Rojhilata Navîn de qeyranek heye ku herkes dixwaze xwe bixe hêzek ku Nato jî dixwaze xwe li ser dewleta Tirkiyê bike hêzek. Rûsya jî dixwaze xwe li ser Îranê bike hêzek. Ji bo ku îstîxrarek li Rojhilata Navîn çênebe û lihevhatinên netewan di navbera gel û pêkhateyan de çênebe û nêrîna civakê pêş nekeve, dewleta Tirk her dixwaze şer çêbibe. Dema rewş ber bi çareserî ve diçe, dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de winda kiriye. Di hilbijartina serokwezîrî de rewşa Tirkiyê vekirî derket holê, Erdogan bi sedî sed negirt heta pêncî dikarî bibira, ev yek nîşan dide ku civak wî naxwaze. Dewleta Tirk di aliyê leşkerî de ne baş e piranî teknolojî dide pêş ku bi balafirên keşfê, teyare û bi îstîxbaratî şer dide meşandin.”

‘Her ku dewleta Tirk lawaz dibe, dest bi êrîşên dijwar dikin’

Netewî Xemgîn desnîşan kir ku Erdogan û derdora wî sûcên şer li hember mirovan dikin û wiha domand: “Îro kurd û Kurdistan bûne xwedî proje, lewma tehemûla dewleta Tirk ji vê yekê re nîne. Erdoganê faşîst li hember kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Dema Tirkiyê lawaz dibe û bin dikeve, dest bi êrîşan dikin. Êrîşî Rojava, Başur û Bakur dike û bi van êrîşan dixwaze temenê xwe yê desthilatê dirêj bike, hevsengî bikarbîne û desthilatdariya  xwe biparêze. Ger Erdogan di civak û hilbijartinan de bin bikeve, ew û derdora wî dê yekser derbasî mehkeme bibe. Ji ber ev hemû sûcên şer kirine. Erdogan heta karibe wê şer bide pêş, xeta aşitî û demokratîk nade pêş, ji ber hêza wî têrê nake. Çima hêza wî têrê nake? Ji ber projeya Erdogan a hatina li ser hikûm, ji bo tunekirina gelê Kurd e û li kêleka Kurd jî kesên demokratîkxwaz in.”

‘Êriş li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk e’

Netewî Xemgîn derbarê êrîşên dewleta Tirk yê li dijî herêmê de wiha got: “Erdogan di bin navê sedemên cuda de êrîş pêk tîne. Erdogan her roj derdikeve li ser dîkê û ji gelê xwe re dibêje gerîla nemaye. Lê piştî van gotinan gerîla derdikeve û çalakiyên mezin li dijî dewleta Tirk pêk tîne, ew soza daye gel vala derdikeve. Erdogan piştî çalakiyên gerîla yên herî dawî kir sedem û êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. 45 sal in dibêjin em ê tevgera azadiyê tune bikin, berevajî tevgera azadiyê bi hêztir dibe. Rojavayê Kurdistanê rojek êrîşî gelê Tirk nekiriye, lê dewleta Tirk a faşîst her êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike dixwaze paradîgmaya netewa demokratîk vala derbixîne. Herî dawî cihê petrol, kehrebe, nexweşxane, matbaa, av û genîm ya gel ku civak xwe bi rê ve dibe kir armanca êrîşan. Ji bo kurd nexwîne bi zanebûn cihê matbaa ya pirtûkan da. Êrîşî cihê oksîjen kir, ev yekana hemû sûcên şer in. Dê Erdogan ji ber van sûcan bê dadgehkirin. Di şer de tucaran êrîşî civakê nayê kirin.”

‘Îsraîlê şermezar dike, lê bi xwe sûcên şer dike’

Netewî Xemgîn desnîşan kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer dimeşîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Erdogan her roj derdikeve ekranê û dibêje Îsraîl êrîşî Xeza û binesaziya civakê neke û Erdogan kiryarên Îsraîl şermezar dike, lê li kêlekê ji Îsraîlê xirabtir dike. Tişta Erdogan dike, Îsraîl nake. Ev gel êrîşên dewleta Tirk tucar ji bîr nake, Erdogan di tirbê de be jî wê hesab jê bê xwestin, ji ber zarokên vê welatî hatin armanc girtin, kesên di cihên binesaziyê  de kar dikirin welatî bûn. Ev kiryar hemû sûcên şer in. Tehemûla Erdogan ji pergala gelê Kurd re nîne. Êrîşî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kir, dagir kir ku çete di tê de bi cih kiriye. Êrîşên dewleta Tirk derveyî hiqûqî, mirovatî û qanûnî ye. Dema lihevkirina civakan çêdibe, Erdogan dikeve tevgerê. Êrîşên dijwar ên şerê taybet li hember gel bi kar tîne.”

‘Komploya navneteweyî û şerê cîhanê yê sêyem ji hev ne qut e’

Netewî Xemgîn bal kişand şerê cîhanê ya sêyem û wiha nirxand: “Heyva pêşiya me komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat e. Komploya navneteweyî û şerê cîhanê ya sêyemîn ji hev ne qut e. Şerê cîhanê ya sêyemîn bi hemû rêbazên mîna şer, kîmyasal, nexweşî û erdhej dimeşe. Niha jî şerê av, petrol û gazê dimeşe, herkes dixwaze van yekan ji ku derê bigire şer dikin. Şerê niha şerê aborî ye û divê oxirê de çiqas gel were tunekirin, ji bo wan ne derd e. Ku Xeza, Ukrayna û Kurdistanê li ber çav e. Şerê cîhanê ya sêyemîn dixwazin bi dewlet, derbasî dewletokan bikin, dixwazin wek ereban lawaz bikin. Bi parçekirina Rojhilata Navîn re dixwazin Ewrûpayê jî perçe bikin, şerê Ukrayna û Rûsya ne ji ber xwe ye. Şerê cîhanê ya sêyemîn dixwazin projeya li Rojhilata Navîn pêk bînin, heta pêk jî bînin pirskirêkên mîna aborî, av, nexweşî pêş dixînin. Civak divê zanebûnê de ne. Şerê cîhanê ya sêyemîn bûye şerê di navbera civak û desthilatdarî. Şerê cîhanê ya sêyem çiqas dirêj bike ne diyar e, ji ber hemû dewlet bi rêbazên cuda beşdarî şer dibe.”

‘Xwedî li hevpeymana navneteweyî ya mafê mirovan dernakevin’  

Netewî Xemgîn bal kişand hevpeymana navneteweyî ya mafê mirovan û wiha got: “Hevpeymana mafê mirovan di navneteweyî de derketiye û xwedî li hevpeymana xwe dernakevin, mînak mafê mirovan divê mafê zarok, jin, civak û ekolojî were parastin. Îro hemû şer li hember ekolojiyê ye, di heman wextê de şerek li dijî civakê ye, hêzên ku dibêjin hevpeyamana mafê mirovan heye, deng ji wan dernakeve û xwedî li vê hevpeymanê dernakevin.”

‘Jin di hemu qadan de pêşengiyê dike’

Netewî Xemgîn bal kişand rola jinan di vê serdemê de û wiha pê de çû: “Li hember pergala ku heyî, yên ku xwe bi rêxistin dike û dihêle şerê cîhanê ya sêyem vala derkeve û têkoşîna xwe bilind bike jin e. Li Rojavayê Kurdistan, Başurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê şoreşa jin e. Îro li Bakurê Kurdistanê bi sedan jin di zîndanê de ne û têkoşîn dimeşînin ku şoreşa jin e. Bi hezaran jinên ereb bi dirûşma “Jin jiyan azadî” tevlî xeta azadiya jinê bûn e. Jinên kurd, ereb, suryan, Tirkmen mil didin milê hev û li hember sistemê derdikevin. Bi hezaran jinên têkoşînvan di şexsê Yûsra û Rihan, Zeyneb Saroxan îro dîrok dinivîsînin û têkoşîna xwe bilind dikin. Jin di hemû qadan de cihê xwe digire. Di şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê de jin di hemû qadên mîna dîplomasî, siyasî, leşkerî û civakî de cihê xwe digire. Li Rojavayê Kurdistanê jin pergala xweser avakirine û di hemû beşan de rol dilîzin. Ev hemû bi fikir, felsefe û ramanek pir xurt a jina azad pêş ketiye.”

‘Jin Rêveberiya civakê ye’

Netewî Xemgîn diyar kir ku jin rêveberiya civakê ye û wiha got: “Di hevpeyaman civakî de Meclîsa Jin di nav Rêveberiya Xweser de û li kêlek Rêveberiya Xweser hatiye avakirin. Ji komîn bigire heta Kantonan û herêman jin cihê xwe digire. Jin dendik û rêveberiya civakê ye. Pergala demokratîk, zanist û azadiyê xwe bi rêxistin bike, dê şerê cîhanê ya sêyem bi ser nakeve, ji ber civak ne li kêlekê ye. Civak dibêje şer di sedsala 21’emîn de ne çareserî ye. Gelek kes hatin li ser hikum, lê neman, civak ma. Ev desthilatdar ne stratejî ne, tê û diçe, lê gel dimîne. Ger jin xwe bi rêxistin bike, dikarê mûcizeyên pir mezin pêk bîne ku şoreşa jinê vê îspat kiriye.”

‘Hevpeymana civakî parastina ax û mirovatiyê dike’

Netewî Xemgîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevpeymana civakî û wiha domand: “Hevpeymana civakî ji kes bigire heta civak, ji civakê bigire hemû netew, ol û hemû welat mafê xwe di vê hevpeymanê de dibîne. Herkes bi nasnameya xwe tevlî hevpeymana civakî dibe. Hevpeymana civakî, parastina ax dike. Pergalên deshilatdar, hevpeymana civakî tehemûl nakin, ji ber cihê ku hevpeymana civakî hebe, civakan zindî dike. Pergala Erdogan a faşîst û dagirker, êrîş dike, ji ber hevpeymana civakî ne li gor hesabê wî ye, ji ber di hevpeymana civakî de cihê desthiatdar, diz, bê îradebûn, îrade şikênandin, dagirkerî li ser axan, jin înkar bike, nîne. Di hevpeymana civakî de demokrasî, wekheviya gelan, mafê jin, ciwan û zarokan heye. Hiqûqê ekolojî, nêrînên siyasî heye. Maf û nêrîna civakê di hevpeymana civakî de heye. Di hevpeymana civakî de ji jor biryar nayê girtin, ji jêr biryar tê girtin. Gel saziyên xwe ava dike û li gor pêwistiyên xwe rê ve diçe. Hevpeymana civakî herdem guhertin û veguhertin dijî.”

‘Ji bo parastina welat divê em bibin yek’

Netewî Xemgîn di dawiya axaftina xwe de berxwedana gel li hember her cure êrîşan silav kir û wiha got: “Wek gel jî wan ewe ku xwedî li binesaziya xwe derkeve, ji ber ev binesazî ya gel bi xwe ye. Divê gel li derdora destkeftiyên xwe çemberek deynîn da ku kes nikaribe destên xwe dirêj bike. Ji bo parastina welat divê em bibin yek. Gelê me di çalakiyên xwe de pir bi xurtin, divê hîn zêdetir di şerê gelê şoreşgerî pêş bixînin. Şerê gelê şoreşgerî çiye? Em xwedî vê erdê ne, em xwedî van destkeftiyanin ku her ji me yek xwedî li vê destkeftiyan derkevin. Em ne di bin bandora şerê dewleta Tirk de ne, ji lewra divê em derdora saziyên xwe kom bibin û xwe ji her şerê re amade bikin. Dema qala welat û azadî tê kirin, yên li dijî azadî û welat jî hene. Ji bo em di jiyanek azad de bijîn, divê herkes xwe di ber jiyanê de berpirsiyar bibîne, ji bo jiyana me xirab nebe. Em nehêlin jiyana me ya azad, yek kes nêzî jiyana me bibe, ji dewleta Tirk bigire heta ajanên ku dişûxîlînin. Îro gelê me 10 hezar şehîd û 20 hezar birîndar daye, ev hemû nirxên gel e. Em xwedî li şehîdên xwe derkevin û xwe di şerê gel ê şoreşgerî de bibînin.”