Berdevka Kongra Star: Destkefiyên Şoreşa Jin tê hedefgirtin

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo êrîşên dewleta Tirk yên li dijî destkeftiyên Şoreşa Jin nirxand û got ku: “Pêwîste em bihevre şoreşa xwe biparêzin û veguherînin şoreşeke cîhanî.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Piştî ku dewleta Tirk di şerê wekaletê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binket, vê carê kînekî mezin li beramberî şoreş û destkeftiyên gel û jinan bi bilindkirina asta êrîşên xwe raber dike. Li dijî êrîşên dewleta Tirk Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî.

'Nimûneya sedsala 21'an Şoreşa Jin e'

Rîhan Loqo bi bibîrxistina gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku dibêje "Sedsala 21'an wê sedsala jin be ku wê di vê sedsalê gelek şoreşên jin bi pêşengiya jinan bixwe were avakirin" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Rastî wiha dibe, ji encamê 40 sal ji têkoşîn û xebata jinan a bênavber ji bo azadî û avakirina civakeke demokratîk û wekhev, ku di nava kêliyên dîrokê de meşandin îro Şoreşa Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê encam û mînaka wê ye. Çima Şoreşa Jin? Ji ber ku ev dibe encamê xebata jinan a ku ji bo tevahî gel û nasnameyan re, daketinên wan yên qadan ên bi salên dirêj û rêxistinbûyîna di warê rêveberî, diplomasî, perwerde, leşkerî û qada aborî de pêşxistin. Li ser vî bingehî sîstem û Şoreşa Jin roj bi roj mezin bû û veguherî nimûneya ku di vê sedsalê de, li vî welatî û li ser vê erdîngarîyê de jin pêşengiya civakê dike û sîstemê birêve dibe her wiha di nava guhertin û veguhertinan de ne."

'Pêkhatina şoreşeke wiha di Rojhilata Navîn de ne hesan e'

Rîhan Loqo da zanîn ku derketina çirûska Şoreşa Jin di Rojhilata Navîn de ne hesan bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di nav sîstemeke wiha hişk û zor de, hişmendiya baviksalarî û di nav olperestiya heyî de ku sîstemên desthilatdar her xwe li ser civakê ferz dikir, taybet di Rojhilata Navîn û di nav de Sûriyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyekî wê ye, pêkhatina şoreşeke wiha ne hêsan bû. Di nav vê erdînagariyê de li jinan bi çavekî seqet dihate nêrîn, lê niha ew jina ku bi vî awayî lê dihate meyzekirin pêşengîyê ji şoreş, gel û doza xwere dike. Bê guman bandora vê nimûneyê li giştî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê hebû û îro jî encamê wê berbiçav in. Lê ev li xweşiya hêzên desthilatdar û dagirker nehat, ji ber ketin wê ferqê de ku êdî nimûneya ku jêdera wê welatê me ye, wê li giştî cîhanê sîstemeke wiha were avakirin. Ruxmî wê jî têkoşîna jinan a li seranserî Rojhilata Navîn ji bo avakirina sîstemek demokratîk, wekhev, edalet û wekheviyê ranewestiya."

‘Jinên xwedî felsefeya Jin Jiyan Azadî serî natewînin’

Rîhan Loqo da xuyakirin ku çirûska Şoreşa Jin bi zêdekirina êrîşên dagirkeriyê û hevkariya Hêzên Koalîsyonê venemirî û wiha pêl da gotina xwe: "Em vê baş dizanin ku dewleta Tirk bi hevkariya Koalîsyonê êrîşan li ser destkeftî û endeziyarên Şoreşa Jin pêk tên. 12 sal şerê taybet, êrîşên li ser erdê û êrîşên hewayî yên li dijî pêşengên şoreşa me ranewestiya ye, armanc jê vala derxistina civak û şoreşê ji cewherê wê ye û da ku ev nimûne belavî cîhanî nebe. Pêşberî çavên dunyayê hevrê û endezyarên şoreşê, dibistanên perwerdehiyê yên zarokên keç û malên sivîlan hedef girtin. Gelekî ku li ser projeya Netewa Demokratîk hatine perwerdekirin ne mumkîne ku careke din serî li beramberî dagrikeriya Tirk bitewînin. Her wiha jinên ku li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî şoreş pêk anîne, wê tu carî qirkirineke wiha nepejirînin. Ji ber li gelek welatên dunyayê felsefeya Jin Jiyan Azadî dengveda ye û bi her zimanî Jin Jiyan Azadî tê bangkirin, dewleta Tirk jî dixwaze li cihê ku ev felsefe jê derketiye ango li vir vê felsefê têk bibe."

'Wê konfederalîzma demokratîk a jinan bi hevgirtineke cîhanê pêk were'

Rîhan Loqo balkişand ser felsefeya Jin Jiyan Azadî û got ku: "Dengê Jin Jiyan Azadî ku ji qada şoreşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket li Kurdistanê belav bû û îro li giştî Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê bilind dibe, wê hîn bilindtir bibe. Her wiha jin hîn bêtir li dora vê felsefê yekîtî, hevgirtin û rêxistina xwe xurtir dikin. Pêwîstiya herî mezin ew e ku di hundir konfederalîzma demokratîk de, em çawa bikaribin jin bihevre dengê xwe bilind bikin. Xwedîderketina jinên Bakur ji jinên Rojava re, xwedîderketina Rojava ji Başûr û Rojhilat û Bakur re pir bi nirxe. Ji lewra bi hevgirtina jinan wê konfederalîzma demokratîk a jinan pêk were, ancax bi vî awayî bikaribin mejîyê dagirkeran têk bibin. Bilindkirina asta êrîşên dagirkeriyê tirsa ji hebûn û rêxistinbûyîna jinan e. Pêwîste em bihevre şoreşa xwe biparêzin û veguherînin şoreşeke cîhanî. Li ser vî bingehî em bang li dayikên dilsoz, rewşenbîr, nivîskar, hûnermend û azadîxwazan dikin ku em bihevre dengê xwe bilind bikin û kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê ji raya giştî re eşkere bikin."