Berdevka HDP’ê Ebru Gunay xwest derî bên vekirin

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay da zanîn ku partiyên wan ji bo çareseriyê serî li Îmraliyê dane. Ebru Gunay bang li hikûmetê kir ku der barê qetilkirina 17 endamên HPG'ê yên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin jî, daxuyaniyek bide.

Enqere-  Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser rojeva Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 

Ebru Gunay di civîna çapemeniyê de wiha axivî: 

"AKP-MHP desthilatdariya şer dixwaze ku bi şer vê desthilatiyê bidomîne. Zihniyeta ku pirsgirêka Kurd çareser nake û înkar dike li her derê li hemberî Kurdan êrişên mezin dimeşîne. Ji bo vê yekê pergala tecrîdê dan destpêkirin. Ev pergal dixwaze bi tecrîdê emrê xwe dirêj bike. Birêz Ocalan her tim ji bo çareserî û aştiyeke mayînde xebatên xwe domand, pêşniyazên xwe yên çareseriyê hem bi raya giştî re hem di dema hevdîtinan de bi muxatabên eleqeder re parve kir. Nêrînên ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dê bîne niha bi destê AKP û MHP di bin tecrîdê de ne. AKP dema ku hat ser kar karê wan ê ewil afirandina tecrîdê bû. Em li hemberî vê tecrîdê li her qadê berxwedana xwe dimeşînin, kar û xebatên xwe didomînin. Meşa Gemlîkê riya çareseriyê nîşan da. Me di 9'ê Cotmehê de li qadan bi gelê xwe re li hemberî tecrîdê bertêk nîşan da û me komploya navneteweyî şermezar kir.   

Sêrledana hevdîtinê hat kirin

Li hemberî polîtîkayên şer em dixwazin çareseriyê nîqaş bikin. Em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çawa dê bê çareserkirin nîqaş bikin. Lewma îro Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan Mîthat Sancar, endamê MYK’ya me Omer Ocalan û min ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Em bangewazî dikin ku vê daxwaza me erênî bibersivînin. Em dizanin ku dema Ocalan di dewreyê de be li Tirkiyeyê hêviya çareseriyê mezin dibe. Em dixwazin cardin bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin.

Demildest daxuyanî bidin”  

Ev pêkanînên sûc ne tenê bi Efrînê re sînordar e. Di êrişên ku li ser xaka Herêma Kurdistanê tên kirin de dosyeya sûcên desthilatdariyê zêde dibe. Agahî û daxuyaniyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşan de ev demek bû di rojevê de bû. Dîmenên herî dawî hatin weşandin, hovîtiya êrişên kîmyewî eşkere kir. Bikaranîna çekên kîmyewî di wijdanê civakê de, li ber çavê hiqûqa navneteweyî û li pêşberî dîrokê sûcê mirovahiyê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest daxuyanî bide û dest ji vê kiryara sûcê berde. Divê raya giştî li hember vê tawana giran bêdeng nemîne û divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîkê vê tawanê.”