‘Bêdengî rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir dike’

Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Ahîn Siwêd êrîşên dewleta Tirk nirxand û diyar kir ku bi dehan jêderên jiyanî ji ber êrîşan êdî nayên bikaranîn. Ahîn Siwêd diyar kir ku bêdengî rewşa mirovî giran dike.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di êrişên dewleta Tirk ê ji 4’ê mehê ve bi dijwarî li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê de 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dewleta Tirk ji binesaziyên heremê êriş bir ser 17 jêderên petrolê, 11 stasyonên enerjiyê, 2 navendên tendirustiyê, navendeke nan, 48 dibistan, zêdeyî deh tesîsên pîşesaziyê ji kargeh û pargîdanî. Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd têkildarî êrîşên dawî yên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa mirovî ya ku di bin xeterên mezin de ye ji ajansa me re axivî.

‘Ji destpêka şoreşê ve êrişî heremê dike’

Ahîn Siwêd êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên wan nirxand û got: “Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrîşan tên. Lê di vê dema dawî de ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên dijwar pêk tên. Deverên sereke yên ku bûn armanca van êrîşan jî hemû sazî, dezgeh û binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.”

Siyaseta têkbirina aramiyê û gurkirina pêlên koçberiyê

Ahîn Siwêd diyar kir dewleta Tirk siyaseta têkbirina aramiyê û gurkirina koçberiyê dide meşandin û wiha pê de çû: “Jixwe armancên êrîşan di du xalên zelal de tên şîrovekirin. Di asta yekem de têkbirina rewşa ewlehî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wiha dixwaze pêleke nû ya koçberiyê bidê çêkirin, ji ber ku dema hemû jêderên jiyanî werin rûxandin dê gel neçar bimîne koç bike ji herêma xwe. Di heman demê de daxwaza dewleta Tirk ew e ku pergala hemû pêkhateyan di bin sîwaneke demokratîk de kom bûne hilweşîne û xirab bike.”

‘Destekftiyên gel tune dike’

Ahîn Siwêd destnîşan kir ku destkeftiyên gel ên ku bi têkoşîneke mezin hatine bidestxistin hedef digre û wiha berdewam kir: “Wekî tê zanîn, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi gel dest pê kir. Gelên Rojavayê Kurdistanê ji tunebûnê hebûn afirandin û bi derfetên herî kêm û gelek bedel jî dan, tevî ambargoyên heyî yên aborî û hwd. Niha dewleta Tirk destkeftiyên gel ên 12 salan armanc digre û dirûxîne. Dewleta Tirk di her warî de û di her planê de bi bin ket, riya wê ya nû binesazî û pêdiviyên jiyanî ye.”

Encama êrîşan

Ahîn Siwêd bal kişand ser zirar û encamên êrîşan û wiha rêz kirin: “Di encama van êrîşên dijwar de gelek zirar çêbûn. 17 jêderên petrolê, 11 stasyonên enerjiyê, 2 navendên tendirustiyê, navendeke nan, 48 dibistan, zêdeyî deh tesîsên pîşesaziyê ji kargeh û pargîdanî bi giranî hatin armancgirtin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî zirar dît lê herî zêde herêma Cizîrê zirarê dît, ji ber ku jêdera bingehîn a çêkirina elektrîkê du caran bi dijwarî rastî êrîşê hat, tevî bîrên petrolê. Heta roja îro gel bê elektrîk û avê maye. Gelek jêderên bingehîn ên pêdiviyên jiyanî hatine rûxandin û ji xizmetê derketine.”

‘Bêdengiya cîhanî hevakriya sûcên mirovî ye’

Ahîn Siwêd da diyarkirin ku êşa herî mezin ji bo wan bi taybetî weke Rêveberiya Xweser, armancgirtina akademiya perwerdekirina endamên asayîşê yên beşa li Dijî Madeyên Hişbir bû, got: “Em weke Rêveberiya Xweser di wê baweriyê de ne ku zirara herî mezin armancgirtina akademiya perwerdeya endamên Ewlehiya Hundirîn Asayîşa beşa li Dijî Madeyên Hişbir e. Ji ber ku di encama wê êrîşê de 29 endamên asayîşê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ew endamên ku ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina zanebûna xwe li wê akademiyê kom bûbûn, ji bo ku pêşî li belavbûna medeyên hişbir bigrin û gelê xwe jê biparêzin dixebitîn. Em weke Rêveberiya Xweser gelek kar dikin ji bo pêşxistina vî beşî.”

 ‘Koalîsyon ji sûcên deweleta Tirk re nebû bersiv’

Ahîn Siwêd destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê û aliyên navdewletî nebûne bersiv ji kiryar û sûcên dewleta Tirk re her wiha teqez kir ku ew vê bêdengiyê weke hevkariyê digrin dest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD li pêşiya komên çete û DAIŞ’ê bi salan şer kirin û li ber xwe dan. Koalîsyon jî hevkar e di vê mijarê de lê ne ew û ne jî aliyên navdewletî bûn bersiv ji sûcên dewleta Tirk re. Em vê bêdengiyê jî weke hevkariya bi sûcên Tirkiyeyê re digrin dest. Daxwaza me ew e ku em xwedî li gelên herêmê derkevin û li pêşiya sûcên dewleta Tirk bisekinin ji bo rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir nebe.”