Başûrê Kurdistanê 23 wekîlên jin ji bo parlamentoya Iraqê derxist

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Başûrê Kurdistanê 23 namzetên jin bi serketina di hilbijartinê de karîn bikevin parlamentoya Iraqê. Hewler û Silêmanî bajarên ku herî zêde jimareyên wan ên jin hebûn.

Navenda Nûçeyan- Hilbijêrên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê yên 10'ê Cotmehê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Di daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê de hat gotin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 41 e. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê, encamên yekem ên hilbijartinê ku ne mitlaq Tevgera Sedr a girêdayî rêberê iteîa Muqteda es-Sadr, bi 329 kursiyan 73 parlamenter ji Parlamentoyê re da qezenç kirin. 
Hat diyarkirin ku koma duyemîn a herî mezin bi 38 kursiyan Meclisa Partiya Takaddum e, ku ji aliyê Serokê berê yê Meclîsê Mihemed Halbûsî (Sunnî) ve tê birêvebirin bû. Koalîsyona Dewleta Yasa ya Serokwezîrê berê Nûrî Malikî jî bi 37 parlementeran di rêza sêyemîn de cih girt. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê hîn encamên dawî eşkere nekiriye.
Ji 63 parlementeran 23 jin in
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê eşkere kir, partiyên Kurd li parêzgehên Başûrê Kurdistanê 63 parlamenter şandin meclisê. Hat diyarkirin ku ji 63 parlementerên ku mafê ketina meclîsa Iraqê qezenç kirine 23 jin in. Li Hewlêr 6, Dihok 4, Silêmanî 7, Kerkûk 2, Nînova 3 û li Diyana jinek hat hilbijartin.