"Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyên dijwartir derbas kiriye"

Hevseroka Meclîsa Edaleta Civakî Nesra Xelîl têkildarî êrîş û gefên dewleta tirk yên li ser herêma Firatê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyên dijwartir derbas kiriye, ji ber vê ewê bi hev re vê qonaxê jî derbas bikin.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyê di 2011`an de, bûye amûra bi cih anîna berjewendiyên xwe û hêzên hegemon. Tevgera dagirkeriya dewleta tirk herî zêde li Sûriyê tê kirin, ev yek jî li ser bingehê ku Sûriya veguherî ye çavkaniya şerê cîhanê yê sêyemîn. Lê dewleta tirk bi dijwarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne, armanc digre. Ev herêm nêzî 10 salan e rastî hemû cûreyên êrîşan tên, ku dagirkerî û koçberî jiya. Tevî hemû bûyerên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê têre derbasbûne jî heta niha ji aliyê pergal, ewlehî, civakî, armamî û abor de hewildaye xwe li ser lingan bigire. Di vê çarçoveyê de hevseroka Meclîsa Edaleta Civakî ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesra Xelîl bersiv da pirsên me. 
Gelek hêz hewil didin pirojeya Rêveberiya Xweser hilweşînin, nirxandinên we yên di derbarê vê mijarê de çi ne?
Tirkiyê dewleteke cîran e ji Sûriyê re, lê mixabin ku ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha jî ew roleke neynî dilîze. Dewleta tirk ji 2011`an ve hêzên Opozosyonê ji Artêşa Azad, Cebhet El-Nesra, çeteyên DAIŞ û hwd destek dike. Dewleta tirk bi riya van komên çete gelek bajar û deverên Sûriyê dagirkir û sînor derbas kir. Mînaka vê yekê jî Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Bab, Cerablûs û Ezaz e. Ev kiryarên ku dewleta tirk pêk tîne, zagonên navnetewî û yên dewleta Sûriyê jî binpê dike. Dewleta tirk di asta yekê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre, weke tê zanîn li van herêman jî Rêveberiya Xweser hat damezrandin. Ev rêveberî roleke gelek erênî lîst ku îstîqar, armaî û ewlehiyê li herêmê ava bike. Lê Rêjîma Baas`ê ev piroje weke metirsiyê ji bo xwe nîşan dide, ji lewra ew hewil didin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alozî, nakokî û tevlîheviyê  ava bikin. Li aliyekî din dewleta tirk jî êrîşî vê pirojeyê dike, ev yek jî li ser bingehê ku Rêveberiya Xweser astengiyê li pêşiya pêkanîna pilan û xeyalên dewleta tirk yên nûjenkirina dewleta Osmanî, ava dike. 
Ji her derê zêdetir herêma Firatê gefan dixwe û êrîş li ser tên kirin, gelo ev êrîş xwe dispêrin bingehekî çawa?
Dewleta tirk li herêmên dagirkirî kiryarên herî xirab pêk tîne. Di encama dagirkeriyê de, bi hezaran kes koçber kirin, her wiha bajarên wan talan û wêran kirin. Ev dever ji aliyê demografiyê de tên guhertin, ziman û çanda dewleta tirk li wan herêman tê ferzkirin. Li rex vê yekê jî gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmên din bi awayekî domdar tên kirin. Lê di vê dema dawî de bi taybet êrîş li ser herêma Firatê dijwartir bûn. Em her tim vê yekê bi têkçîna DAIŞ`ê ya di Kobanê de girêdidin. Ji xwe piştî çend rojan salvegera rizgarkirina Kobanê û tunebûna DAIŞ`ê ye jî. Dewleta tirk ev çete ji aliyê çekan, lojstîk û derbasbûna wan li herêma me, destek dikir. Dewleta tirk dixwest ku bi riya wan êrîşan, şoreşa Rojava û pirojeya Rêveberiya Xweser tune bike. Lê di encama berxwedaniya şervanan, gel û bi taybet jî jinên ku pêşengiya berxwedaniyê kirin, hêza teror DAIŞ ku metirsî li ser tevahî cîhanê çêkir tune bû. Ev binket  weke xaleke reş û ket dîroka dewleta tirk, ji lewra ew ji wê demê û heta niha di her derfetê de êrîşên cur be cur pêk tîne. Bi taybet jî balefirên wan yên bê mirov ku di aliyê hevpeyaman û zagonan de ku qedexeye balefirên dewletekê li asîmanê dewleteke din tevger bike. 
Dewleta tirk gelek bihaneyan ji bo êrîşên xwe pêşkêş dike, li gor şahîdiya we rastiya van êrîşan çawa ye?
Dewleta tirk zagon û axa Sûriyê bi gelek rêbazan binpê dike, lê Rêjîma Baas`ê heta niha jî nebûye xwedî helwest. Tirkiyê di axa Sûriyê rojane komkujiyan çêdike, weke tê zanîn jî beriya demekê navenda me ya Meclîsa Edaleta Civakî bi balefriên bê mirov bombebaran kir ku di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest da. Di destpêka meha Çile de jî, dewleta tirk bi balefirên bê mirov û obîsan bi rengekî belave navenda bajarê Kobanê û gundewarên wê topbaran kir. Di encama wan êrîşan de welatî, jin û zarok birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, her wiha mal û milkên wan wêran dibin. Ya herî balkêş jî zarokê bi navê Ebdo yê çar salî ku lingê xwe ji dest da, ev zarok piştî ku çavên xwe vedike dipirse û dibêje ka lingê min. Gelo ev zarok bi çi sucî gihîşt vê astê, bila hemû hêz lêkolîn bikin ka Ebdo çi guneh kiriye. 
Sekn û berxwedaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser di kîjan astê de ye?
Dewleta tirk hesaban ji tu aliyî nake û bêdengiya hêzên navnetewî û herêmî jî cesaretê dide wan, ji ber vê ev êrîş hene û wê hîn jî hebin. Lê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî piroje û armancin, me bi vîn, bawerî û hêzeke xûrt dest bi vê şoreşê kir. Em hemû li derdora vê pirojeyê kombûn û bûn xwedî pergal, em heta vê rojê jî li ser axa xwe ne ji ber ku ev yek mafê me ye. Dewleta tirk û gelek hêzên din jî xwedî hewildanin, ji ber vê êrîşên leşkerî, civakî, siyasî û aborî jî dikin. Lê gelê me xwedî zanebûn û helwestin, civak dizane ku dewleta tirk dijmine û dixweze pilanên xwe li ser axa me pêk bîne. Ji ber vê emê tu gavan paş ve navêjin û em ji bo hemû ihtîmalan amede ye. 
Hewildan tên kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkeve ambargoyê. Ji ber vê me dît bi dijwarbûna êrîşan re, hemû dergehên mirovî û bazirganiyê yên dighêjin herêmên me hatin girtin. Tevî ev zext û êrîşên ku li ser Rêveberiya Xweser tên kirin, berxwedanî jî heye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê gelek pêvajoyên dijwar derbas kir, ji ber vê emê bikarbin vê qonaxê jî derbas bikin. Em weke gelek pişta xwe didin hev, ji ber vê hêviyên me ji tu hêzên cuda tune ye. Raste, emê tengasiyan bibînin lê çareseriyên Rêveberiya Xweser bi dawî nabin. Rêveberî li kêlek civakê ye û civak jî li kêlek Rêveberiyê ye, ji ber vê emê vê pêvajoya dijwar bi hev re derbas bikin.