‘Azadkirina çalakvanan plana jiholêrakirina şoreşa jinan e’

Serhildanên şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan li ser siyaseta rejîma Îranê bûye metirsî. Ji ber vê yekê her dem di nava hewldana girtin û bêdengkirinê de ye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Xebat û têkoşîna jinan di hemû aliyan de ji bo bidestxistina azadî û fikir û hêzê, her dem li ser desthilatdariyê bûye cihê metirsiyê. Şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistan Îran ev nêzî 6 mehan e bi pêşengiya jinan berdewam dike. Ev jî ji aliyê desthilatdariya rejîma Îranê tirsek zêde ava kiriye, roj bi roj girtin û darvekirina azadîxwazan berdewam dike.

Berpirsa komîteya dîplomasiyê ya Komelgeya Jinên Azadiya Rojhilatê Kurdistan KJAR Rozerîn Kemanger der barê siyaseta li pişt azadkirina çalakvanan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rejîma Îranê her çendî azadîxwazan azad bike, ji ber armancên siyaseta xwe rê li ber belavbûna hêz û îradeya di girtîgehan de digre.

‘Siyaseta girtîgehê beşek mezin a desthilatdariya rejîma Îranê ye’

Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku ev nêzî şeş mehan e xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike, hemû kes bi mebesta guherîna sîstema rejîma Îranê û fikir û zîhniyete wê beşdarî xwepêşandanan bûn. Berdewamkirina vê şoreşê bi pêşengiya jinan ji ber bersiva daxwazên xwe yên azadiyê negirtine û dixwazin guherîn di sîstemê de were kirin û wiha got: “Her demê ku dengê azadîxwazan û daxwaza mafên xwe bilind bikin, rejîma Îranê hewldana bêdengkirinê daye. Siyaseta girtîgehê beşek ji bingeha desthilatdariya Îranê ye divê şoreşê de girtin gelek zêde bû, ji ber dengê azadîxwazan gelek bû, ji derveyî girtinê, azadîxwazan darve dikin.”

‘Azadîxwaz girtîgehê weke neynika xwe dibînin’

Rozerîn Kemanger bi bîr xist ku cudahiya vê xwepêşandanê ew e ku rêjeyek zêde azadîxwaz hatin girtin û darvekirin û wiha domand: “Cihê kêfxweşiyê ye hemû gel ji bo mafên xwe beşdarî serhildanê bûn. Xelkên Rojhilat û Îran girtîgehê weke neynika xwe dibînin û dibêjin ger ev bigihîje heta lûtkeyê wê bi tevahiya civakê vê îradeyê bigre. Rejîma Îranê pêşengan digrin, ji ber da ku pêşengiyê ji civakê re nekin. Ji ber xebatên azadîxwazan ji bo rejîma Îranê metirsî ye û girtîgehê ji bo bêdengkirina civakê û kesayetên azadîxwaz bi kar tîne. Lê belê di heman demê de civak û bi taybetî jin bingehê vê xebatê ne. Civak dengê xwe bilind dike, dema kesek dihat girtin malbata wê ji hikumetê re digot divê tu berdî. Ger hûn bernedin em ê çalakiyên cudatir bikin. Ev jî vê yekê derdixe holê ku malbat û civak li pişt pêşengên xwe ne û li hemberî rejîmê xwedî helwest in.”

‘Rejîma Îranê naxwaze Zeyneb Celaliyan bibe sembola berxwedanê’

Rozerîn Kamenger destnîşan kir ku agahînegirtina ji Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Îranê ji bo çalakvanan zoriyê çêkiriye, ev jî ji ber Zeyneb Celaliyan wek xeta berxwedanê bû, ne li gel sîstemê bû tê pêkanîn, rejîm jî rê nade bibe sembola berxwedanê û wiha got: “Her çendî daxwaza azadkirina Zeyneb Celaliyan tê kirin jî lê belê tu xeberek jê nayê girtin. Ev jî cihê metirsiyê ye û divê di demek nêz de ji bo azadkirina wê hewl were dayîn. Ev şoreşa niha ya Rojhilat û Îranê nîşan dide ku girtîgeh dibin cihê berxwedanê û dê xebat berdewam bikin. Di nava rejîma Îranê de pir rengî nayê qebûlkirin, Îran jî bi awayekî kêm li Kurdan temaşe dike. Ji ber wê jî sedemê serhildanê Kurdistan û Belucistanê dibîne û dixwaze êrîşî herduyan bike. Lê belê ew peyama ku di vê şoreşê de hatiye dayîn, netewa Farsan jî di nav de ne, ji ber bi hev re jiyana netewan pirsgirêk çênabe, tenê rejîm pirsgirêkan çêdike.”

‘Divê jin hev bigrin ji bo bigihîjin armanca xwe’

Rozerîn Kemanger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke KJAR’ê ji destpêka serhildanê ve li gel xwepêşanderan in. Her dem weke jin me peyamên xwe dida. Şoreşa ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bilind bûye xwedî peyamek mezin e. Ji ber wê jî divê encama wê hebe.