Ayşe Acar Başaran: Di erdhejê de jî jin rastî cihêkariyê tên

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ku jin di şert û mercên erdhejê jî rastî cihêkariyê tên û nikarin pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bînin û bang li jinan kir ku bi avakirina torên hevpar di nava hevgirtinê de bin.

Amed- Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê ya avahiya HDP’a Peyas a Amedê de, der barê pirsgirêkên jinan ên li navçeyên ku erdhej pêk hat de nirxandinan kir. Başaran, di serî de ji bo xizmên hemû gelên di du erdhêja 6’ê Sibatê ya navenda wan Mereşê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest.

‘Em bi hezaran rêvalên xwe re hewl didin birînên xwe derman bikin’

Ayşe Acar Başaran bi bîr xist li ser erdhejê re 15 roj derbas bûne û wiha got: “Divê vê pêvajoyê de li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran hevalên wan hewl didin birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.  Em ji roja ewil a erdhejê heta niha bi gelê xwe re hewl da ku em êşa vê felaketa mezin heta radeyekê derbas bikin û hêj jî hewil didin.”

‘Em ê têkoşîna Melîkeyê tu carî ji bîr nekin’

Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku di erdhejê de gelek hevalên wan malbat, xizm û hevalên xwe winda kirine û wiha domand:

“Hevala me Melîke Alp ku yekemîn rêvebera Komeleya Jinên Welatparêz, yekemîn seroka komîsyona jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafê jinan û mirovan bû jî di erdheja Amedê de jiyana xwe ji dest da. Em ê têkoşîna Melîkeyê tu carî ji bîr nekin. Dîsa Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun ku yek ji pêkhateyên partiya me ye, keça xwe Eylem Şafak Aydin û gelek xizmên xwe li Hatayê winda kir. Êşa wan jî êşa me ye.”

‘Tişta ku me herî zelal dît ew e ku dewlet û îktîdar tune ye’

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku partiya wan ji saetên destpêkê yên erdhêjê ve çûne herêmên erdhejê û wiha got: “Em di vê pêvajoyê de bûn şahid ku sedema mirinan ne erdhej lê feraseta xwezakuj û kêmasiyên hikûmetê bûn. Li her herêmê gel bi bertek bû û digot; ‘dewlet û îktîdar tune ne.’ Xelkê herêmê li rexekî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û li rexa din jî nan û av nebû ku bixwin. Dema em gihiştin herêmê, pirsgirêkên herî mezin, nebûna av, ceyran û xwegermkirinê bûn. Heke tîmên lêgerîn-rizgarkirinê zû bi hawara wan biçûna, dê karesateke ewqas mezin pêk nehata. Lê nekarîn xwe organîze bikin. Partiya me niha li Mereş, Riha, Semsûr, Dîlok û Amedê pêdiviyên mexdûran bi lez û bez çareser dike. Di roja ewil a erdhejê de me li Enqere û Amedê navendên koordînasyona krîzê ava kirin û pêdiviyên gel çareserkirin.”

‘Weke her karesatê, jin di vê karesatê de jî rastî cihêkariyê tên’

Di berdewamê de Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku weke Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo çareserkirina pêdiviyên jinan ên taybet, di nava hewl danan de ne û ev tişt anî ziman: “Îktîdara ku diviyabû di roja ewil de li wir bûya, bi rojan nehat herêmê. Lê belê hewl da alîkariyên me bi darê zorê asteng bike. Çend roj piştî erdhejê hatin, hêzên ewlekariyê li ber navendên me yên alîkariyê kom kirin. Di vê erdhejê de ji her temenî kes birînar bûne. Lê jin ji vê erdhejê gelek bandor bûne. Weke her karesatê, jin di vê karesatê de jî rastî cihêkariyê tên. Nikarin pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bînin û jê re qadên taybet nehatine avakirin. Li gorî agahiyên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); li herêma erdhejê herî kêm 214 hezar jinên ducanî hene û ji van jinan herî kêm 23 hezar wê di nava mehekê de biwelidin. Hat zanîn ku gelek nexweşxane hatine hilweşandin û servîsên welidînê jî hatine girtin. Ev jin, terkî qedera xwe hatine kirin.”

‘Divê neyê jibîrkirin ku parastina jin û zarokan, erka deletê ye’

Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî zêde ku jin li herêmên erdhejê dijîn jî pirsgirêka ewlehiyê ye û wiha derbirî: “Ev yek ji bo jin û zarokan metirsiyeke cidî ye. Ji ber ku piraniya stargehan li cihên vekirî û qerebalix in. Jin dibêjin ku ji tirsan nikarin bi şev rakevin. Ji êrişên zayendî ditirsin. Li konebajaran ne ji bo jinan qadên taybet hene û ne jî pêdiviyên wan ên taybet tên bicihanîn. Bi taybet jî jinên bi tena serê xwe dijîn, zehmetiyên girantir dikişînin. Her wiha jinên penaber neçar dimînin ku bi şev nobetê bigirin. Mixabin metirsiya zewaca di temenê biçûk de jî derdikeve holê. Me heman tişt di karesatên berê de jî tecrûbe kir. Ji ber ku qadên taybet ên zarok û jinan li konbajaran nînin, li dijî îstîsmar û êrişan bêparastin dimînin. Divê neyê jibîrkirin ku parastina jin û zarokan, erka deletê ye.

Nihêrtina zarok, nexweş, kal û pîran dîsa dikeve ser milê jinan. Li rexekî bandora erdhejê û li rexa din ev bar, bandoreke giran li ser derûniya jinan çêdike. Em li dijî van pirsgirêkan û ji bo çareserkirina wan, ji roja ewil ve li qadan in. Em baş dizanin ku em dikarin bi rêya piştgiriyê van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em dikarin hewcehiyên lezgîn ên weke bincil, ped, mecûnê diranan, firçeyê diranan, şe û hwd. peyda bikin.”

‘Em ê bi TIR’ên binevşî piştevaniyê mezintir bikin’

Ayşe Acar Başaran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir alîkariyên ku ji pêdiviyên herî taybet ên jinan pêk tên kom dikin û derbasî herêmên erdhejê dikin. Dîsa li Hatayê Piştgiriya Binevşî bi vekirina konan hewl dide pêdiviyên jinan bi cih bîne. Em dîsa bang li rêxistinên jinan dikin ku bi erka xwe rabin û li herêmên erdhejê hevgirtina xwe mezintir bikin. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê me li gel koordînasyona giştî ya li herêmên erdhejê, hin navendên koordînasyona krîzê yên jinan ava kirin û yên mayî jî temam dikin. TIR’ên me yên Binevş, bi hevkariya rêxistinên jinan ên Êlih, Cizîr û TJA'yê derketin rê. Dîsa em ê li hemû qadên erdhejê konên binefşî vedikin da ku pêdiviyên taybet ên jinan bi cih bînin. Em ê bi TIR’ên binevşî piştevaniyê mezintir bikin û ji van rojên zehmet rizgar bibin. Me heta niha hevdu bi tenê nehiştiye û em ê bi hev re birînên xwe derman bikin. Ji bo tespîtkirina jinên astengdar jî me gelek lêkolîn kirin. Em ê hem ji bo wan û hem jî jinên di erdhejê de seqet bûne hevgirtina xwe mezintir bikin.

‘Zîhniyeta wan a bi qasî avahiyên wan rizî ye, mehkûmî hilweşînê ye’

Ayşe Acar Başaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cihê parastina zarokan saziyên dewletê ye, ne terîqet û cemaet in. Dê komîsyona me ya zarokan vê mijaê jinêz ve bişopîne. Nabe ku zarok radestî terîqatan bên kirin ku xetereya her cureyên destdirêjiyê li ser heye.

Li gel vê; divê were zanîn ku em ê ji kesên bûne sedema vê karesatê hesab bipirsin. Em ê hêrsa xwe ya li dijî berpirsyarên vê karesetê veguherînin serhildanê. Hikûmet vê karesatê weke ‘karesata xwezayî’ pênase dike û dibêje ‘qeder e.’ Em baş dizanin ku sedema vê karesatê, siyaseta rantê ya AKP-MHP’ê ye. Beriya erdhejê AKP-MHP'ê efûya îmarê derxist. Vê jî rê li ber mirina dehhezaran kesan vekir. Dixwazin rojevê biguherînin, sûcên xwe veşêrin û xwe ji hesabpirsînê xelas bikin. Lê çi dikin bila bikin dê ji wan hesab were pirsîn û zîhniyeta wan a bi qasî avahiyên wan rizî ye, mehkûmî hilweşînê ye.”