Astengiyên li pêşiya jinên Filistînî ji bo hilbijartinan çi ne?

Çalakvan Hemîde El-Tahrawî diyar kir ku beşdariya jinan di hilbijartinên desteyên navxweyî û guhertina zagona hilbijartinê û pergala kotayê dê ji bo pêkanîna prensîbên demokratîk û wekheviyê misoger bike.

NAGHAM KARAJEH  

Xeza- Çalakvana siyasî Hamîda El Tehrawî li ser hilbijartinên meclîsên herêmî û rola jinan di van meclîsan de nirxandinan kir. Hemîde El Tehrawî da zanîn ku rola jinan di meclîsên herêmî de ne diyar e û ev yek ji ber çanda civakî ye. 

Hemîde Tehrawî got, “Jin di hilbijartinan de nayên pêşwazîkirin û weke namzet beşdar dibin. "Ev astengiyên civakî, ku ji bandora qebîle û îdeolojiya baviksalarî pêk tên, hin jinan ji lîsteya namzetan derdixin û hinan jî neçar dikin ku ji parlementoyê îstifa bikin."

 ‘Ji ber qeydên civakî yên eşîrî jin ji siyasetê dûr dikevin’

Hemîde El-Tahrawî anî ziman ku rola jinan di şaredariyan de ne diyar e, ev jî vedigere çanda civakî ya ku bi salan e hebûna jinan di vî warî de napejirîne û got: “Beşdariya jinan di van karan de weke sûcekî tê dîtin lewre wan ceza dikin û rastî tundiyê jî tên. Her wiha qeydên civakî ku xwe dispêrin desthilatdariya eşîrtî û hişmendiya mêrsalariyê hin jinan dûr dixin û ji beşên din jî îstîfaya xwe dixwazin. Di hemleyên hilbijartinê de ew jin nikarin propogandeya xwe ya hilbijartinê bikin û ne jî wêneyên xwe belav bikin ji bo gel wan nas bike û hilbijêre. Divê hawirdorek hilbijartinê ya alîkar ji bo jinan hebe ji bo xebata wan a siyasî berdewam bike û destkeftinên wan zêde bike.”

Pergala kotayê heye lê nayê pêkanîn

Hemîde Tehrawî da zanîn ku li gorî amarên Wezareta Rêveberiyên Xwecihî yên Xezeyê, rêjeya nûnertiya jinan di meclîsên şaredariyan ên li Şerîda Gazayê de gihiştiye ji sedî 18’ê endamên giştî yên meclîsan û wiha got: “Di hilbijartinên ku Dîfa El-Xerbiyê di sala 2017’an de, beşdar bû de rêjeya jinan ji aliyê partiyan ve ji % 10 bû, 6 jin di serokatiya meclisê de bi ser ketin lê desthilatdariyê kotaya jinan bi kar neanî.

Li gorî bîlançoya rêveberiya Şaredariyê li Xezayê, rêjeya nûnertiya jinan di meclisên şaredariyê de li Xezayê gihîşt ji %18, li bajarokê Xanyonisê jî gihîşt ji % 15 Di piraniya meclisan de jinek an du jin tenê hene. Her wiha rêjeya jinên di lîsteyên hilbijartinan de têk çûne jî zêde bû gihîşt ji %18 û zêdetirî 25 endaman di sala 2012’an de îstîfaya xwe xwestine.”

Di zagonê de kota heye lê di hilbijartinan de nayê bikaranîn

Hemîde El-Tahrawî anî ziman ku siyaseta kotaya jinan di zagonê de heye lê di hilbijartinan de nayê bikaranîn û wiha pêl da axaftina xwe: “Gelek jin dibin namzedên şaredariyan lê ji ber serweriya mêr nikarin mafên xwe bi kar bînin, ji ber ku hejmara mêran di meclisan de ji ya jinan zêdetir e. Her wiha mêr civînên xwe bi şev li dar dixin ji bo jin beşdar nebin. Rast e zagonê maf daye jin bibin namzed lê kevneşopiyên civakî dibin asteng, bi bihaneya ku ew ê tevî mêran kar bike û ji aliyê malbatê ve nayê pejirandin. Her wiha dabeşbûna siyasî bêyî hebûna zagonan jî dibin asteng. Hemîda El-Tahrawî nirxandina xwe didomîne. Hejmarek namzedên ku di hilbijartinan de bi ser ketine mêr in, bi nêrîneke partiyan bêyî li rêjeya beşdarbûna jinan mêze bikin hatin hilbijartin. Ji destpêka parçebûna Filistînî ve êşên jinan duqatî bûn êdî jinan mafên xwe di hilbijartin û namzediyê de bi kar naynin û ne jî li navendên biryardayînê de hene.”

‘Zagon û biryar nayên pêkanîn’

Hemîde El-Tahrawî der barê gera Meclisa Navendî ya di 27’ê Adara 2015’an de li dar ket de destnîşan kir ku biryareke wê demê derket ku rêjeya nûnertiya jinan di hemû desteyan de bigihîje ji %30 û got: “Bi rastî zagon û biryar nayên pêkanîn û ne jî aliyên siyasî xwe pê ve girê didin. Di zagona bingehîn a Filistînê de wekeheviya di navbera herdu zayendan de diyar e, mafên jinan heye bibin namzedên şaredariyan û desteyên navxweyî li gorî pîvanên diyar, pirsgirêka mezin di pêkanîna zagonan de ye. Her wiha madeya 7 ji Peymana Navdewletî hemû şêwazên cudakariya li dijî jinan di sala 1970’an de diyar bûye. Divê hemû dewlet pêk bînin û mafên jinan weke mêran di hilbijartin û namzediyê û danîna rêbazên siyaset û biryaran de jî diyarkirî bibînin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Hemîde El-Tahrawî banga xurtkirina hemleyên avakirina rêveberên jin kir li dijî nêrêna ku wan kêm dibîne û ji bo jin ji hilbijartinên li pêş re amade bin divê piştgiriya jinan bê kirin da ku bigihîjin navendên biryardayînê û beşdarbûna jinan a civakî jî aktîf bibe ji ber ku demokrasî bêyî beşdariya jinan a rastî û aktîf nabe.