Arzo Temo: Jin bi têkoşîna xwe dikarin hişmendiya mêr-dewletê têk bibin
Berdevka Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan Arzo Temo der barê polîtîkayên qetilkirina jinan ku bûye konsept de got ku zagonên mêr-dewletan ên jinan biparêzin tune ne, hemû zagonên heyî li dijî hebûn û vîna jinan in.
VIYAN AMED
Qamişlo – Jin hebûn û parastina nirxên civakê ye, ji ber vê yekê hêzên desthilatdar ji bo şikandina vê hebûnê her dem jinan kirine hedef. Axa Kurdistanê ji sedan salan ve bûye armanca dagirkirinê û çavên her kesê lê ye, di her çar hêlên Kurdistanê de bi destê mêr-dewletan siyaseteke taybet li hemberî jinan tê meşandin. Bêguman li hemberî siyaseta dewlet û hişmendiya zilamperest, jin têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan pêk tê, Rojhilatê Kurdistan jî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ber bi şoreşa jinan ve diçe. Lê mixabin heta roja îro li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi riya zagonên dewleta Tirk û Iraqê û di heman demê de bi riya olê de hebûn û vîna jinan tê binpêkirin. Li seranserî cîhanê jin bi rêbazên herî hovane tên qetilkirin. Der barê rewşa jinan a li Kurdistanê, Berdevka Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan Arzo Temo axivî.
'Dewlet hemû rengên tundiyê li ser jinan pêk tîne’
Arzo Temo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li her çar hêlên Kurdistanê li hemberî her cure tundiyê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Siyaseta ku bi salan li ser jinan hatiye meşandin di roja me ya îro de bi heman şewazî tê meşandin. Jin li hemberî siyaseta dewletê bi têkoşîna xwe ber bi şoreşa azadiya ve dimeşe. Ev çend sal in ku jinên li Rojavayê Kurdistanê di nava şoreşa xwe ya deng vedayî de ne û ji bo gihîştina wê ya serî, hîn jî vê têkoşînê berdewam dikin. Di heman demê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev çend meh in jin derketine qadan û ji bo doza xwe û mafên xwe di nava lêgerîn û berxwedanê de ne. Mixabin li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi hebûna dewletê re polîtîkayên qirkirina jinan tên pêkanîn. Dewleta Tirk û Iraqê bi riya zagonan; bingeha qirkirina hebûna jinan amade dike. Hem li Bakur hem jî li Başûrê Kurdistanê tu zagonên ku jinan biparêzin tune ne. Zagonên heyî hemû rengên tundiyê li ser jinan dipejirînin û rê li ber qetilkirin, tecawiz û zewaca di temenê biçûk di vedike.”
‘Bi hezaran bûyerên veşartî li Tirkiyeyê hene’
Arzo Temo di axaftina xwe de destnîşan kir ku Partiya AKP’ê bi siyaseta oldariyê êrîşî nirxên exlaqî yên civakê dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ji bo ku civakeke bêexlaq ava bike û vîna jinan tune bike siyaseteke taybet dide meşandin û zagonên li dijî hebûna jinan ji xwe re rewa dibîne. Dewleta Tirk dizane ku jin civakê ava dikin lewma bi taybetî êrîşî jinan dike. Bûyera herî dawî ya ku bi raya giştî re hat parvekirin ku zarokeke 6 salî bi zilamekî oldar ê temenê wî mezin re bi darê zorê hatiye zewicandin li Tirkiyeyê, ev binpêkirin û bêexlaqî li pêşiya çavên her kesê tên kirin. Bi hezaran bûyerên li dijî jinan ên wisa veşartî hene ku di bin navê olê de mubah bûne. Ew saziyên olî girêdayî partiya AKP û MHP'ê ne.”
'Bi qetilkirina jinan re nirxên civakê qetil dikin'
Arzo Temo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Iraqê, herêma Başûr û dewleta Tirk li dijî hebûna jinan heman siyasetê dimeşînin û got: “Dema mijar dibe jin feraseta hemû dewletan yek e, bi taybetî siyaseta Iraq û Tirkiyeyê. Ji 2003'an ve bi dagirkirina Iraqê re gelek bawerî û mezheb bandorê li ser jinan kirin. Bi riya îslama hişk jin bi hemû rengên tundiyê re rû bi rû dimînin.”
'Zagonên ku jinan biparêzin nîn in'
Arzo Temo hinek zagonên dewleta Iraqê û hûkumeta Başûr ji bo jinan wiha şîrove kir: "Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo mafên jinan hinek zagon hene lê ew zagon jî nakevin xizmeta jinan, dijberî wê li dijî jinan in. Mînak zagona pirzewaciyê li diji hebûna jinan e, ji ber ku jin di zagonan de wek amûr tên dîtin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi sinetkirina jinan hewl didin wan bitepisînin, mixabin van bûyeran tu ceza nagirin yan jî li hemberî wê têkoşînek xurt nayê meşandin. Ew dide nîşandan ku tu zagonên jinan biparêzin li Başûrê Kurdistanê tune ne. Ji ber vê bi hezaran jin tên qetilkirin, şewitandin, rastî tecawizê tên, bi awayekê guman jiyana xwe ji dest didin.”
‘Li Başûrê Kurdistanê gorên bêkes ji sedî 90 ên jinan in’
Arzo Temo da zanîn ku polîtîkayên dewletan ew e ku rêxistinên jinan parçe bikin her wiha eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê gorên bêkes ji sedî 90 ê jinan in û wiha pê de çû: “Li Başûrê Kurdistanê gorên bêkesan ji sedî nod ji jinan pêk tên. Hikûmeta Başûr li jinên ku tên qetilkirin, xwedî dernakeve. Dewlet dixwaze bi heman siyasetê, rêxistinên jinan parçe bike û bê rol bihêle. Pêwîst e jin li Iraq û Başûr rêxistinbûyîna xwe bêtir xurt bikin û bibin bersiv ji van kiryaran re.”
‘Jîna Emînî bû çirûska şoreşa Îranê û Rojhilat’
Arzo Temo qala Şoreşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya ku çirûska wê jina Kurd Jîna Emînî vêxist kir û got: “Faşîzma dewleta Îranê bi hemû rêbaz û sîstema xwe li dijî mafên jinan e, bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re, çirûska şoreşa jinan li Îran û Rojhilat hat vêxistin. Ev 3 meh in ku jin li qadan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bang dikin û dengê xwe bilind dikin bêyî ku rawestin. Helbet vê şoreşê coş û îlhama xwe ji şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê girt.”
‘Jin bi têkoşîna xwe dikarin hişmendiya mêr-dewletê têk bibin’
Arzo Temo herî dawî teqez kir ku jin dikarin bi hebûn û têkoşîna xwe zincîrên koletiyê bişkînin û wiha bi dawî kir: “Bi rêxistinkirina jinan re hebûn û vîna civakê çedibe. Pewîst e jin li hemberî siyaset û zagonên dewleta tirk û Iraqê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Wek Rexistina Sara em bang li jinan dikin ku xwe bi rexistin bikin û civakê li hemberî polîtîkayên dewletê perwerde bikin. Jinên rexistinkirî bi têkoşîna xwe dikarin zîhniyeta zilamsalarî têk bibin û zincîrên koletiyê bişkînin. Jin li Rojhilat û Rojavaye Kurdistanê bi têkoşîna xwe pêşengî ji jinên cîhanê re dikin.”