“Aqlê mêrsalarî rê li ber başdarbûna jinan ji siyasetê re digire”

Mamosteya Zanîngeha Koleja Zanîstî ya beşa Siyaset û Çalakvana Mafê Mirovan Rûşen Cemal di derbarê pirskirêka ku jin beşdarî siyasetê nayê kirin wiha şîrove dike: “Hebûna aqlê mêrsalarî siyasetê xistiye di nav destê xwe de."

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li Başurê Kurdistanê mijara siyasî bûye mijara serke ya mêran. Gotar û şîroveyên siyasî di dezgehên ragihandinê de li gor fikrê mêran tê bi rê ve birin. Gelek sedemên vê yekê heye ku yek ji wan hişmendiya paşverû ya civakî û aqilê mêrsalarî ye. Li Başurê Kurdistanê dema mijar dibe siyaset jin kêm beşdar dibin û gelek jinên Başurê Kurdistanê di derbarê mijara siyasî de bêdengin û fikrên xwe naynin ziman. Sedem û nakokiyên bêdengiya jinan di derbarê siyasî de gelekin. Dagirkirina mijara siyasî ji aliyê mêr ve tê wateya ku mafê jinê nîne û nebaş li jinê mêze dikin. Di derbarê vê mijarê de Mamosteya Zanîngeha Koleja Zanîstî ya beşa Siyaset û Çalakvana Mafê Mirovan Rûşen Cemal nêrîna xwe parve kir.

“Jin bi awayekî azad fikrê xwe yê siyasî nikare bîne ziman”

Rûşen Cemal di derbarê sedema bêdengiya jinan di mijara siyasî de wiha nêrîna xwe dide: “Gelek jinên serkeftî di aliyê siyaset, aborî, civakî û leşkerî de hene. Sedema herî ber bi çav kevneşopiya civakê ye. Di rewşa civaka me de jin bi awayekî azad nikare fikrê xwe bîne ziman. Ji jinan re zehmet tê ku di ragihandinê de derkevin û fikrên xwe parve bikin. Dibe ku çend jin hebin, lê rêjeya wê gelek kêm e û ne di aste pêwistiyê de ye. Sedema wê ya din jî ewe ku ger jinek di rêxistinek de be nikare ji hemû dezgehên ragihandinê re biaxive û rewşa siyasî şîrove bike. Gelek jinên çalakvan hene, lê bêbawer nêzî xwe dibin, ji ber civak tucaran pişgiriya jinan nekiriye. Herdim jin ji pirsa siyasî re difikirin ku girîngî ji analîza wan re nayê dayîn.”

“Derfetê jinê di mijara siyasî de kêmtire”

Rûşen Cemal bi bîr xist ku pirsgirêka Başûrê Kurdistanê hebûna aqlê mêrsalariye û wiha domand: “Hebûna aqlê mêrsalarî desthilatdarî xistiye destê xwe de. Navenda biryardayînê ji destê jinê hatiye girtin û mêr astengiyan derdixîne. Ew xwendekarên ku beşa siyasetê temam dikin tenê weke zanîngeh temamkiriye lê tê mêze kirin. Kêfxweşiya di aliyê siyasetê de ne tenê bi xwendinê re ye û pêwistî bi çavdêriyê heye. Divê çavdêrên siyasî ji derveyî pisporan, bi fikrek xurtir li mijarê temaşe bikin. Dema hilbijartin pêk tên hebûna jinan gelek kême, heta bi rêjeya kota derketine.”

“Gotarên siyasî di nava dezgehên ragihandinê de mêr belav dikin”

Rûşen Cemal da zanîn ku gotarên siyasî li ser fikrê mêran tê belavkirin û got: “Jin ji bo şîrovekirina mijaran jîrtirin. Di aliyê zanistê de jî diyarbûye ku hêza fikrandina jinê zêdetir e. Ger derfet ji jinan re bê dayîn, dê ji mêran xweştir rewşê şîrove bikin û pirskirêkên heyî bi rehetî çareser bikin. Ger jin bikevin di nava siyasetê de wê ew siyaset ber bi başbûnê ve biçe. Ger jin bixwaze dê hertim serkeftî be û hewil bide dê bighêje armanca xwe.”