Aktîvîstên Libyayî: Dewleta Tirk Libyayê dixe bin mêtinkariyê

Aktîvîstên jin ên Lîbyayê destwerdana dewleta Tirk a li welatê xwe weke rengekî mêtingeriyê nirxandin û xwestin jin li dijî van polîtîkayan dengê xwe bikin yek.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî - Dewleta Tirk bi salan e piştgirî dide çeteyên ku li Derna, Bîngazî, Brak El Şatî, Trablûs û Mîsrata li dijî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê şer dikin, bi hevkariya hikûmeta berê ya Lihevhatina Neteweyî û Hikûmeta niha ya Yekitiya Neteweyî, peyman îmze kir ku gelek baregehên hewayî li Rojavayê Lîbyayê bi kar bînin. Biryar hat girtin ku dewleta Tirk 90 salan Bendera El-Homsê ku yek ji girîngtirîn û mezintirîn benderên Lîbyayê ye, bi kar bîne. Digel ku ev peyman serweriya axa Lîbyayê ji aliyê dewleta Tirk ve binpê dike, di heman demê de dibe sedema hêrsa gelê Lîbyayê ku li dijî peymanên bi vî rengî ne. Dewleta Tirk a ku çavên xwe berdaye çavkaniyên enerjiyê yên welatên Rojhilata Navîn, li dijî gelên Iraq û Sûriyeyê polîtîkaya mêtingerî û dagirkeriyê dimeşîne.

‘Destwerdana Tirk kiryarên dijminane ye’

Aktîvîst Rîma Toka ya ji bajarê Kufra yê li başûrê Lîbyayê, polîtîkayên dewleta Tirk weke “kiryarên dijminane” pênase kir û got: “Destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbya û welatên Rojhilata Navîn weke kiryarên dijminane yên li hemberî welatên bêparastin ên bi krîzên siyasî û aborî re rû bi rû ne, tê nirxandin. Ev yek piranî ji bo ewlehiya neteweyî ya Ereban û ji bo Sûriye, Iraq û Lîbyayê metirsiyek çêdike.”

‘Ji bo xwepêşandanên girseyî bang kirin’

Aktîvîsta siyasî ya Bîngaziyê Şem Bufana, destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê û hin welatên Rojhilata Navîn şermezar kir û diyar kir ku ev destwerdan binpêkirina serwerî û qanûnên welatan e. Şem Bufana ku destwerdana dewleta Tirk weke sîstemeke mêtingeriyê ya ku qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike pênase dike, der barê hebûna dewleta Tirk a li Rojavayê Lîbyayê de ev tişt got: “Dewleta Tirk ji bo li Sûriye û Lîbyayê li kêleka rêxistinên terorê şer bike û planên berfirehkirinê yên ku hewl dide li van welatan pêk bîne, leşkerên bi pere û şervanên biyanî dike leşker. Em diyar dikin ku ev hebûn rengekî mêtingeriyê ye. Em bang li gelê Lîbyayê dikin ku ji bo sînordarkirin û redkirina destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

‘Tirkiye hewl dide kontrola xwe bidomîne’

Şem Bûfana qonaxên destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê wiha vegot: “Dewleta Tirk beriya şoreşa 2011’an, bi saya xebatên şîrketên Tirk ên ku projeyên mezin ên aborî yên têkildarî avakirinê digirtin, di warê aborî de derbasî Lîbyayê bû. Rejîma berê bi riya veberhênan û berhemên hunerî yên dîrokî di salên beriya şoreşa Lîbyayê di sala 2011’an de, hewl da ku bi awayekî çandî li Lîbya û cîhana Erebî bi amadebûna destwerdanên leşkerî yên rasterast di karûbarên van welatan de, bike. Di dîroka dewleta Tirk de daxwaza digirkirina hinek herêmên Rojhilata Navîn û hewldana kontrolkirina gelek welatan ku di serî de Lîbya heye bi awayê vekirî xuya ye.”

‘Tirkiye hebûna xwe ya li Lîbyayê nû dike’

Şem Bufana bal kişand ku valahiya siyasî ya li welat piştî şoreşê bû sedema dubendî û kaosek mezin di saziyên dewletê yên cuda de û got: “Van hemûyan ji bo destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê rewşeke guncaw çêkir. Dixwaz ew bû ku xewna xwe ya mêtingerkirina Lîbyayê vejîne, ji ber ku ew wê wekî yek ji mîrateyên xwe yên dîrokî dibîne. Dewleta Tirk di çarçoveya plana xwe ya mêtingeriyê de Rojhilata Navîn û welatên cîhanê dike hedef. Ew hebûna xwe ya li Lîbyayê nû dike.

Bang li jinên Lîbyayê kirin

Aktîvîsta siyasî Nacat Mihemed ji bajarê Traghen ê li başûrê Lîbyayê her destwerdanek di karûbarên Lîbyayê de weke mêtingerkirina axa Lîbyayê nirxand. Nacat Mihemed bang li jinên Libyayê kir û got: “Divê em destwerdanên li ser xaka welat red bikin. Ger em li hemberî pêkanînên dewleta Tirk û destwerdanên derve yên li dijî welatê me bêdeng bimînin, wê rewşa Libyayê xirabtir bibe. Hikûmetên li pey hev ên Lîbyayê destûr dane dewleta Tirk destwerdana karûbarên Lîbyayê bike. Hikûmeta Yekitiya Niştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Dabaiba li ser bendera deryayê bi hikûmeta Tirkiyeyê re peymanek 90 salî îmze kir.”