‘Şansê heyî yê hikûmetê naskirina mafê Kurdan e’

Rêvebera Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Megan Bodette da zanîn ku divê lobiya Kurdî li Ewropa, Emrîka, Brîtanya û Fransayê zextê bike da ku bandorê li Sûriyeyê bike û got: "Şansê heyî yê hikûmetê, naskirina mafê Kurdan e."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê piştî destpêkirina buhara gelan destpê kir, bi hatina cîhadîstên HTŞ’ê li ser desthilata Sûriyeyê û êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn, derbasî qonaxek nû bû.

Ajansa me têkildarî pêşveçûna entegrasyonê di navbera QSD’ê û Şamê de, bi Rêvebera Lêkolînê li Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Megan Bodette re hevpeyvînek taybet kir.

*Şoreşa Rojava derbasî pêvajoyek nû dibe û ji bo jinan jî gelek stratejîk e. Tu wek lêkolînerek pêvajoya ku Şoreşa Rojava tê re derbas dibe ji nêz ve dişopînî çawa dinirxînî, kurt û kêmasiyên heyî çi ne, pêwîst e di ku de  bê sererastkirin?

Rast e, heta astekê wê destkeftiyên Şoreşa Jinê li Rojava di pêvajoya entegrasyonê de bi fermî neyê naskirin. Mînak; Sîstema Hevserokatiyê, beşdarbûna wekhev a jinan, sîstema xweser a jinan ava kirî û hêzên wê yên xweparastinê (YPJ). Hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku ew van destkeftiyan nas nake û wê qebûl jî neke, lê em dizanin ku ji dîroka tevgera azadiya jinên Kurdistanê heta jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fermî neyên naskirin jî, dikarin di bin rewşên pir giran de jî têkoşîna xwe bidomînin. Hikûmeta Sûriyeyê YPJ’ê di Wezareta Parastinê de qebûl nake, dema navên jinên xwedî tecrûbe û ezmûn bo Parêzgeha Hesekê û herêma Kobanê bo Rêveberiyê tên pêşniyarkirin, ji aliyê hikûmetê ve tên redkirin. Li şûna wê, mêr ê ku tecrûbeya wî ji ya jinan kêmtir e tê pejirandin. Ev pirsgirêkek e, lê em dibînin ku çend jin bo cihên girîng wek Rêvebera Herêma Qamişloyê û Hevşaredara Kobanê hatine hilbijartin, wekî Yekem jinên Kurd di dîroka Sûriyeyê de dibin Hevşaredar û Rêvebera Herêmê. Bê guman ev destkeftiyek Rêveberiya Xweser e.

‘Israra li ser azadî û mafê jinan gelek girîng e’

Lê mijar ne tenê çiqas hejmara jinên ku wê werin naskirin bi qasî naskirina mafê jin û beşdarbûna jinan di hemû qadên jiyanê de ye. Di hevdîtinên min ên bi rêxistinên jinan ên li Rojava de, tekezî li ser domandina têkoşîna ji bo mafên jinan, beşdarbûna wê ya di qada siyasî, zagonî û ewlehî de hate kirin. Îsrara li ser azadî û mafê jinan gelek girîng e ku dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin. Lê bi nêrîna min ya herî girîng ew e ku jinên Kurd tevî Rêveberiya Xweser, saziyên diplomatîk yên Kurd li Ewropa û Emrîkayê di hemû têkiliyên diplomasiyê de girîngî bidin rewşa jinan.

*Bi giştî li welatên Rojhilata Navîn yên ku şer lê hene û piştre derbasî pêvajoyên aştiyê dibin, polîtîkatiyek wiha tê meşandin; jin ji qadên biryarê piştî têkoşînên bi dehan salan tên dûrxistin, Sûriye jî di nav de ye. Gelo, sedem çi ye ku hebûna jinan li ser maseyên danûstandinan nayê dîtin û çi rîsk li pêşiya jinan hene?

Ev pirsgirêkek navneteweyî ye, çimkî em dizanin dema jin beşdarî danûstandinên diplomatîk yên bo aştiyê dibin, şansên bicihanîna peymanên diplomatîk bêtir baştir dibe. Beşdarbûna jinan ne tenê ji bo jinan girîng e, beşdarbûna wan ji bo serkeftina aştiyê bi xwe girîngiyek wê ya mezin heye. Ji lewra pirsgirêkek mezin e ku jin ji peymanên diplomatîk û xebatên siyasî tên dûrxistin. Hişmendiya ku dixwaze jin ji qadên siyaset û diplomasiyê dûr bixin, ne tenê pirsgirêka Sûriyan e, biqasî ku pirsgirêkek gerdûnî ye. Gelek hêz dixwazin zanebûna jinan kêm bikin û cihên biryarê li wan teng bikin, ji bo wê jî têkoşîna li beramberî vê yekê ji bo serkeftina têkoşîna jinan û aştiyê pir girîng e. Lê mixabin li Rojava, her çiqas jin beşdarî danûstandinên bi Şamê û hêzên navneteweyî re dibûn, tiştê ku jinan ji bo azadî û aştiyê dixwestin, bi giştî pêk nehatibin jî siyaseta ku jin li vê herêmê pêk tîne, girîng e. Jin çiqas beşdarî pêvajoyê bibin, wê ewqas encamên baş jî bidest bixe.

*Piştî ku cîhadîstên HTŞ’ê bûn desthilatî, bi hejmarên gelek mezin jin tên revandin û beşek ji wan di bin hinceta ku ew bi rizaya xwe ji malbatên xwe veqetiyane û xwe spartine hikûmetê, tên revandin. Herwiha Sûriye bûye qadek an jî zindanek servekirî ji bo jinan û ev cûdayî ew girtîgehên ku bi sedan sal in jin lê girtî ne û çarenûsa wan nediyar e, jin li kolanên Sûriyeyê xwe aram hîs nakin. Ev ji bo te mijarek çawa ye ku em di sedsala 21’an de dijîn, gelo wê komên çekdar û sûcdar bên darizandin?

Em li sîstema Hikûmeta demkî binhêrin, niha em ê bibînin ku gelek kesayet û komên çekdar yên ku bi salan e di şeran de li dijî jinan gelek zilm û zext kirine, di nav de ye. Herî kêm niha sê kes di cihên bilind yên artêşa Sûriyeyê de cih digrin, ku cezayên Emrîkî, Brîtanî û Ewropî li ser wan hene. Ji ber gelek sûcên şer li dijî jinan, li hember Kurdan, Êzîdiyan û Xirîstiyanan kirine. Ev Hikûmetek e ku li ser bingehê sûcên şer li hember jinan û gelan hatiye avakirin. Niha çend kesayet di hikûmetê de hene wekî ku neradîkal xwe didin nasîn û nîşandan, rûyê xwe diguherin. Temam baş e! lê bi rastî ji bo asayîkirina têkiliyan bi civaka navneteweyî û gel re pêwîst e ku ne tenê gotinên xwe biguherin, gerek ew kesên ku jin tecawîz kirin, girtin û sûcên şer li dijî jinan pêk anîn werin darizandin û di cihên bilind yên artêşa Sûriyeyê û hikûmetê de nemînin.

‘Divê beşdarbûna jinan a di qadên siyasî û jiyanê de qebûl bikin

Ji bo ku jin xwe li Sûriyeyê aram hîs bikin, divê hesab ji van kesayetan were pirsîn. Heta hesab neyê pirsîn ne tenê jinên Kurd tevahî jinên Sûriyeyê xwe rihet nebînin, aramiya heyî bawer nekin û xwe azad jî nebînin. Ger Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze xwe wek endamek civaka navneteweyî nîşan bide, têr nake ku bêijn wan xwe guhertiye, an jî cih dane wezîrekê û çend jin li Rojava hatine entegre kirin. Divê hişmendiya xwe biguherine û beşdarbûna jinan a di qadên siyasî û jiyanê de qebûl bikin. Heman wextê divê derbarê kesên di nav hikûmet û artêşê de ewqas sûc li dijî jinan kirine, tevgerandinek çêbibe. Eger ew ê bikaribin van mijaran pêk bînin, wê serkeftinek ji bo hemû jinên Sûriyeyê û bo cihê Sûriyeyê di civaka navneteweyî de be. Lê ger nikaribin vê bikin jî em ê bibînin ku pêşeroja Sûriyeyê û entegrasyona Rojavayê Kurdistanê bi temamî ne di destê wan de ye.

Komên girêdayî Tirkiyeyê

Ji ber ew grûpên çekdar yên ku em behsa wan dikin girêdayî Tirkan in û em dizanin ku rola Tirkiyeyê li hember jinan û jinên Kurd bi taybetî pir xirab bû. Ew naxwazin ku mijara sûcên jinan bikeve rojevê û bibe mijarek edaletê. Her çiqas zehmetiyên wê hebin jî, ji bo mafên jinan li tevahî Sûriyeyê girîng e.

Grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyeyê, Lîwaya Sultan Silêman Şah bi navê "El-Emşat" fermandarê wê Mihemed El-Casim, bi nasnav "Ebû Emşa" tê naskirin. Her wiha koma "Ehrar el-Şerqiye" fermandarê wê "Ebû Hatim Şeqra" û Firqeya Hemza ku bi navê "El-Hemzat" fermandarê wê Seyf El-Dîn Bulad, bi nasnav "Ebû Bekir" tê naskirin. Ji ber raporên li ser îstismar û sûcên li dijî jinan, gelan ew rastî cezayên Emrîkî hatibûn û niha jî her sê kom di Artêşa Sûriyeyê de xwedî cihên bilind in. Li Sûriyeyê ji bo edaleta veguhêz makanîzmeyek heye lê kêmasiyên wê jî hene. Gelek saziyên civaka sivîl yên Kurd û Sûriyeyê ev mijar anîn ziman ku ev zagona edaleta veguhêz girîngî didin wan sûcên rejîma Baas a berê, lê girîngî nadin sûcên grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyê û DAIŞ’ê.

‘Radîkalên di nav hikûmetê de wê bihêrs bin’

Baweriya gelek kes û kesayetan heye ku hikûmeta demkî wê nikaribe li hember DAIŞ’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê, pêvajoyek edaletî dest pê bikin. Çimkî hêza wan têr nake û radîkalên di nav hikûmetê de wê bihêrs bin û wê ev li ser hikûmeta Sûriyê bi xwe bibe xeteriyek cidî. Ger bi rastî ew dixwazin pêvajoya edaleta veguhêz li Sûriyeyê were dest pêkirin, dikarin piştgirî ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û ji saziyên sivîl bixwazin. Da ku hesab ji hemû sûcdaran were pirsîn. Lê ger pêvajoya edaleta veguhêz hebe û nikaribe doza hesabpirsînê li hemû sûcdaran veke û pêvajo bimeşîne, ev nayê wateya edaletê tenê wekî tolhildana li hember aliyekî di şer de ye.

*Çima girîng e ku li Sûriyeya pir netew û etnîk Zimanê Kurdî were naskirin û bibe zimanek fermî li welat, astengiyên li hember wê çi ne û ev diyalog heta çi astê pêşve diçe?

Mafê ziman mafekî rewa ye, çimkî di hemû peymanên navneteweyî de her neteweyek xwedî mafê xwe ye. Em baş dizanin jî ku yek ji sedemên têkoşîna gelê Kurd li Rojava ji bo bidestxistina mafê ziman e. Li her çar aliyên Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe bû, li Rojava jî rastî zextên rejîma Baasê dihat. Piştî 14 salên têkoşînê li Rojava êdî zimanê Kurdî bûye zimanê sereke yê her qada jiyanê, ji zanîngehan heta xebatên zanistî, siyasî, rêveberî heta ewlehî û leşkerî jî. Wekî hemû cîhanê li Rojava jî zimanê Kurdî bûye zimanekî fermî. Mafekî rewa ye ku hikûmeta Sûriyeyê zimanê Kurdî nas bike û hem jî ji bo xebatên pratîkî, çimkî zimanê Kurdî bûye zimanê fermî yê xelkê vê herêmê û giştî Kurdên li Sûriyeyê.

‘Pirzimanî yek ji pîvanên di sîstema Rêveberiya Xweser de û hevpeymana civakî ye’

Çênabe di şev û rojekê de hikûmet zimanê Kurdî nas neke û her tiştî bi Erebî ferz bike. Ne ku Kurd li dijî zimanê Erebî ne lê dikare sîstema pirzimanî bimîne, çimkî li vir Qamişlo mînak; Suryan, Ermen û Ereb Kurdî diaxivin û Kurd jî Erebî û Suyranî dizanin. Her çiqas Erebî bûbe zimanekî hevbeş jî, netew êdî bi zimanên cîranên hev dizanin û bi hevre diaxivin jî. Xweştirîn çand e û divê ku ev were parastin. Ev pirzimanî yek ji pîvanên ku di sîstema Rêveberiya Xweser û hevpeymana civakî ye, pir normal e ku hikûmeta demkî çanda pir zimanî nas bike. Qebûlkirina zimanê Kurdî pejirandin û naskirina sîstema li Rojava û jiyana gelê herêmê ye.

‘Heta niha li Sûriyeyê ti zagonek ji bo naskirina zimanê Kurdî nehatiye danîn’

Çend gavên erênî ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine pêşxistin, wekî naskirina gelê Kurd li Sûriyeyê yekem gavek erênî ye ku piştî çendîn salan ji înkarkirina hebûna wan. Heta nivîsandina tabloyên bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanê jî bi zimanê Kurdî û Erebî, baş e. Lê heta niha ji bo naskirina Zimanê Kurdî bi awayekî fermî tiştek nehatiye pêşkêşkirin. Di zangonên dunyayê de li welatên pirzimanî destûr dibêjin ku ev zimanên fermî ne, mînakên wê li Rojhilata Navîn, Ewropa û latîn Emrîka jî gelek in. Heta niha li Sûriyeyê ti zagonek ji bo naskirina zimanê Kurdî nehatiye danîn. Bi nêrîna min ji bo mafên Kurdan û hevgirtina civakî fermîbûna zimanê Kurdî û bûyîna zimanekî perwerdê wekî netewên din, pir girîng e. Divê zagonek bi gavek jêneveger ku ne sibe dikarin werin guhertin, derkeve û zimanê Kurdî bikin zimanekî fermî li welat.

*Bi nêrîn û li gorî şopandina te li Rojava entegrasyon çawa rêve diçe, çi derfet li pêşiya Kurdan hene ku qezenc bikin û divê ku di qada navneteweyî de xebata çawa were kirin?

Pirsek girîng e, entegrasyon bi çend xalên erênî û neyînî dimeşe. Erêniya wê ew e ku niha li vir aramî heye û xetera şerê ku di meha Çileyê de rû da û paqijkirina etnîkî niha tune ye. Xelk li mal û li ser axa xwe ne, koçber vedigerin Efrînê û vegera koçberên Serêkaniyê nêz e, beşdarbûna Kurdan li Kobanê heta Cizîrê jî di saziyan de hene, entegrekirina hêzên leşkerî û çêkirina 4 tugayan ji şervanên HSD/YPG’ê. Lê li aliyek din kêmasî hene, pirsgirêkên siyasî û hişmendiyê hîn nehatine çareser kirin. Hişmendiya hikûmetê û Rêveberiya Xweser ya Kurdan pir dûrî hev in, ne hêsan e ku nakokiyên di navbera her du hêzan de bi lez û bez çareser bibin.

‘Şovenîstên Ereb ji dema rejîma Baasê hene ku naxwazin civaka Sûriyeyê pir rengî be’

Şam dewletekî navendî dixwazin di nav de radîkal hene ku hîn dixwazin îslama radîkal li ser civakê ferz bikin. Şovenîstên Ereb ji dema rejîma Baasê hene. Naxwazin civaka Sûriyeyê pir rengî be. Ev hemû astengî ne lê di heman demê de ji bo aramî û îstiqrara Sûriyeyê berjewendiyên hevbeş hene. Eger sîstemek pirzimanî hebe, ev ne pirsgirêkek ji bo Sûriyeyê ye biqasî ku dewlemendiyek e jê re. Beşdarbûna jinan di hêzên leşkerî de ku niha Wezareta Parastinê beşdarbûna YPJ’ê qebûl nake, bandorek erênî li ser aramî û têkiliyên di navbera artêş û civakê de ava dike û ev bi xwe dewlemendiyek e, ne xeteriyek li ser Sûriyeyê ye. Eger hikûmeta demkî bikaribe pirrengî û wekhevî ya Rêveberiya Xweser nas bike û bixe nav sîstema xwe, ev wê bibe destkeftiyek hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo Şamê û ji bo aramî û îstiqrara giştî Rjohilata Navîn jî.

‘Eger Sûriyê dixwaze bibe Sûriyeyek nû divê ku van kêmasiyan dûbare neke’

Herçiqasî niha zehmetiyên naskirina çend xalan ji aliyê hikûmetê ve hebin jî, rêyek din heye ku Kurd serî lê bidin. Tiştên ku Rêveberiya Xweser û Kurd dixwazin rewa û bingehîn in û li gorî pîvanên navneteweyî ji bo her welatên ku dixwazin van tiştan bikin, baş in. Ji bo parastina destkeftiyan divê hemû saziyên diplomatîk û saziyên Kurdan yên li derveyî welat ji bo piştgiriya Kurdan di pêvajoya entegrebûnê de, xebatên xwe yên lobiyê zêdetir bikin. Divê xebatên lobî li Emrîka, Ewropa, Fransa û Brîtaniyayê ku berpirsên proseya entegrasyonê ne, zêdetir bikin. Bila ev peyam ji bo civaka navdewletî re were pêşkêşkirin. Pêwîst e avakirina têkiliyên bi Sûriyeyê re li ser bingehê sîstemek demokratîk û pirrengî be. Çimkî şerê 14 salan û bandora sîstemek navendî bû sedema nenaskirina mafên gelan, wêrankirina jiyana wan û têkçûna aramiya herêmê. Eger Sûriyê dixwaze bibe Sûriyeyek nû divê ku van kêmasiyan dûbare neke.

‘Şansên heyî yê hikûmetê ew e ku mafê Kurdan nas bike’

Bi pêvajoya entegrasyonê re dikare van kêmasiyan di ber çavan re derbas bike. Her çiqas entegrasyona heyî ne bi dilê gelekan be jî, gelek destkeftî hene dikarin bi çalakiyên cûr be cûr werin parastin, wekî çalakiyên protestoyê ji bo naskirina zimanê Kurdî û daketina kolanan ji bo beşdarbûna jinan. Berxwedaniya gel gelek girîng e, berdewamiya berxwedan û îsrara gel ji bo mafên xwe, wê ti hikûmet jî nikaribe gavek neyînî li hember wê bavêjin. Entegrasyon bi awayekî erênî ked û dem dixwaze. Şansên heyî yê hikûmetê ew e ku mafê Kurdan nas bike.