“Êrîşên rojane li ser herêmên me tên kirin berdewama komployê ne”

Endama Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif di derbarê salvegera kompiloya navdewletî de got: "Êrîşên niha li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê rojane têne kirin girêdayî kompiloyê ne.”

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- 9’ê Cotmeha 1998’an ji aliyê dewletên hegemon û serdest ve komploya navnetewî li ser Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan despêkir û her sal bi şêweyê cuda domand. 9’ê Cotmeha 2019'an jî di çarçoveya heman komployê de dewleta Tirk bi alîkariya heman hêzan êrîşî serêkaniyê û Girê Spî kir. Endama Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif li ser van mijaran bersiv da pirsên ajansa me.
Di rastiya Kurdan de girîngiya pêşeng û Rêberan pêve girêdayî di dîrokê de çima her tim pêşeng û Rêberên gelê Kurd hatine hedef girtin, herî dawî jî armanca kompiloya li ser Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan çi bû?
Piştî Sykes Picot û hevpeymana Lozanê parçekirina Kurdistanê yek ji van pilanên kompilo ne dûre, hemû bi heve girêdayîn e. Li dijî van pilanan kesên ku demokrasî û azadî dixwastin û behsa sitatoya Kurdan kirin wê demê şoreş û serhildan hatin çêkirin. Wê demê kesên ku serhildan li dardixistin tenê serok eşîr bûn, bi hejmareke kêm bû. Di nava wan şoreşan de serok eşîr an jî rêberên wan dihatin kuştin. Ew şoreş vedimirandin û xwastin wan şoreşan bi temirînin û car din Kurd serîhilnedin. Kompiloya ku li ser Rêber Apo hatiye çêkirin ji wan kompiloyan ne durin, cudahiya wê çiye ku bi vê kompiloyê di şexsê Rêbertî de armancên xwe bi ser bixin, lê ev yek bi ser neket. Dewletên navnetewî bi wê rêbazê nêzî Rêbertî bûn û xwastin bi vê kompiloyê re tevgera azadiyê tune bikin. Di nava tevgera azadiyê de têkoşîna jin tê diyarkirin. Di civakê de dema jin esas neyê girtin wê demê ew civak seqet derdikeve. Ji bo wê jî ew şoreş û va şoreşa ji hev dû cuda ne.
Piştî kompiloya navdewletî ya sala 1998'an rewşa gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd di Rojhilata Navîn de gihîşt çi astê? 
Di her şoreş û serhildanekê de gel berxwedida û têkoşîn dikirin. Bi fikirên Rêbertî şoreş hîna gûrtir bû, li hemî deverên cîhanê belavbû. Bi têkoşîna gelê Kurd ew kompilo berovajî li kompilogeran zivirî. Her çendî deshilatdar bixwazibe kompiloyan bi ser gelê Rojhilata Navîn de bîne jî wê têkoşîna vî gelî bi bin nekeve, her wê serî hildin li bermaberî desthildarî û hişmendiya heyî. Bi felsefeya Rêbertî mabe wê kompilo bi sernekeve. Ji sala 1998'an heye roja îro em bi wê kompiloyê re rû bi rû dimînin. Ev êrîşên ku niha li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê ku rojane têne kirin girêdayî kompilon e. Raste Rêbertî hat girtin lê fikrê wî li hemû cîhanê hatiye belavkirin û her kes bi wê felsefê xebatên xwe dide meşandin. Armanc ji kompilo mezintir bû. Her kesê ku li ser vê felsefê bimeşe wê hemû pêkhate bi jiyaneke azad û bi rumet bijî.
Divî demên dawî de êdî tecrîd gihîştiye asta herî jor û nîqaşên çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bê Ocalan jî dibe tê kirin, gelo çima dixwazin pirsgirêka Kurdan bê Ocalan bigirin dest û hewldanên bi vî awayî wê çiqas cîhê xwe bigre?
Em vê yekê ji kompilo qut nakin û nabînin, ji ber ku hemû bi hevdû ve girêdayî wek zincirê ku tu bi xelekî. Bi girtina Rêbetî re gelek kesên ku fikra Rêbetî dipejirînin ew jî tên binçavkirin. Heya niha jî gelek siyasetmendar li girtîgehên tirkan di bin şertên nebaş de tên girtin. Di kompiloyê de xwastin wan hevpeymanên xwe yê berê dubare bikin. Wek hevpeymana Lozanê, çima di xwazin tenê bi komekê re hevdîtin bikin, ji ber ku ev hevdîtin wê sitatuya Kurdan diyar nebe, lewma naxwazin bi nêrîna Rêbetî ev hevdîtin bê kirin. Her kes di wê zanebûnê deye ku dema fikra Rêbertî têkeve nava vê nîqaşê wê, ev desthiladarî ji holê rabe li şûna wê azadî, demokrasî, wekhevî û edalet bê. Dema ku hevdîtin tenê bi komekê re bê çêkirin wê demê dê weke Ermenan Kurdan bikin. Em Kurd bi taybet fikra Rêbertî bûye kilîda çareseriya pirsgirêkên me û tevahî aloziya Rojhilata Navîn. Ji bo vê jî îro her kes Rêber Apo Rêberê xwe dibîne û felsefeya wî li her derê belav dikin. Bi rastî kesên ku dixwazin vê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bikin wê berê xwe bidin Îmraliyê, ji ber ku em çareseriyê li gel Rêberê xwe dibînin.