‘Êrîşên dewleta Tirk û Îranê gefê li jiyana welatiyan dixwe’
Çalakvan civaka sivîl û rojnamevan Hawjîn Heme Raşîd diyar kir ku êrişên Îran û Tirkiyeyê yê li ser Kurdistanê bûne sedema metirsiyê li ser ewlehiya hemwelatiyên herêma Kurdistanê, destkeftiyên netewî û nîştimanî.
Silêmanî – Êrîşên dewleta Tirk û rejîma Îranê li ser xaka Iraqê bi taybetî Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. 110 rojnamevan, parêzer, nûnerên sendîkayan, rêxistin û çalakvanên medenî û siyasî duh der barê êrîşên dewleta Tirk û Îranê de daxwaznameyek pêşkêşî parlomentoya Iraqê kirin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku di nava 10 salên borî de 215 baregehên leşkerê yên hêzên Îran û dewleta Tirk li herêma Kurdistanê hene û ji sala 1990’an ve heta niha ji ber êrîşan zêdeyî 850 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Çalakvana civaka sivîl û rojnamevan Hawjîn Heme Reşîd der barê êrîşên rejîma Îranê û dewleta Tirk li ser herêma Kurdistanê diyar kir ku ev êrîş ji sala 1990’an ve berdewam dikin û bûne sedema metirsiyê li ser ewlehiya hemwelatiyên herêma Kurdistanê, destkeftiyên netewî û nîştimanî. Hawjîn Heme Reşîd got: “Tenê bi dengê hemwelatiyan, desthilatdariya herêma Kurdistan û Iraqê êrîş ranawestin. Herêma Kurdistanê beşek ji xaka Iraqê ye û hikumeta Iraqê jî heta niha li hemberî êrîşan helwestek cidî nîşan nedaye.”
Hawjîn Heme Reşîd da zanîn ku dewletên Tirkiye û Îranê ji dîrokê ve dijminatiya gelê Kurd kirine û niha jî hewl didin destkeftiyên ku li herêma Kurdistanê hene ji holê rakin. Hawjîn Heme Reşîd wiha got: “Niha jî dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe partiyên Kurdî bi kar tînin. Ev jî li gora zagona navdewletî binpêkirina serweriya xaka herêma Kurdistan û Iraqê ye. Dewletên dagirker xaka başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û bazirganî bi kar tînin.”
‘Divê Kurd bibin yek’
Hawjîn Heme Reşîd destnîşan kir ku dewleta Tirk çend kîlometreyan ketiye sînorê xaka herêma Kurdistanê û bi heman awayî jî rejîma Îranê baregehên xwe anîne xaka herêma Kurdistanê û wiha domand: “Rojane çete û MÎT’ê li herêmê dixebite. Tu hincetek nîn e rê bide van du dewletan ku hemwelatiyên medenî yên herêma Kurdistanê bikin hedef. Divê gelê Kurd, partî û aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê hev bigrin, bi taybetî yên ku deshilatdariya herêma Kurdistanê di destên wan de ye. Nabe ku weke sala 1990’an û piştî şerê navxweyî yê di navbera Silêmanî û Hewlêrê de dubare bibe. Ji ber ku ew şer bandorê li ser rêdana dewleta Tirk û Îranê dike ku êrîş bike ser herêma Kurdistanê. Ji ber wê divê partî û aliyên çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li dijî van êrîşan rawestin.”