"Êrîşa li ser Girê Spî li hember paradîgma û projeya Rêber Apo ye"

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkanî wiha got: "Êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê ji xelekên komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo bû."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Di 9`ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navdewletî dest pê kir ku di 15’ê Sibata 1999`an de hat girtin. Di heman dîrokê de di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk dest bi êrîşa dagirkirina Serêkanî û Girê Spî kir.

Bi boneya salvegera dagirkirina kantona Girê Spî ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen lê dijîn, ajansa me nirxandinên hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, Eyşe Efendî girt.

"Êrîşên dagirkeriyê li ser bingeha planeke siyasî û erdîngarî pêk hatin"

Eyşe Efendî di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: "Beriya ku mirov êrîş û dagirkirina Girê Spî binirxîne divê em êrîşên li ser Efrînê ku beriya wê bi salekê pêk hatin bi bîr bixe. Dewleta tirk di 2018’an de bi rengekî dijwar êrîşî Efrînê kir, gel û şervanan 58 rojan li dijî hemû cure êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dan. Projeya dewleta tirk a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Efrînê dest pê kir. Piştî wê salekê dewlet tirk û çeteyên wê bi heman rêbazî berê xwe dan Serêkanî û Girê Spî û wan jî dagir kirin. Dewleta tirk armanca wê ew bû ku xeta Efrîn, Kobanê, Serêkanî û ber bi Dêrikê ve bigre. Ev ilanên wan ên siyasî û erdîngarî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bêguman gelên li Serêkanî û Girê Spî berxwedaneke bêhemba li dijî balafir, tang û topên dewleta tirk nîşan dan."

"Hewldanên dagirkirina herêmên din heta roja îro berdewam dikin"

Eyşe Efendî di domandina gotinên xwe de êrîşên di 2019’an de bi roja îro ve wiha girê da: "Ji wan deman û heta niha êrîş û hewldanên dewleta tirk ên berfirehkirina dagirkeriya xwe ranewestiyan. Rojane gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me hene, bi taybetî di rojên salvegera êrîş û dagirkeriya dewleta tirk de ew hewl didin êrîşeke nû pêk bînin. Li seranserî sînor êrîşên dijwar hene ku armanc ew e herêm vala bibe û ew dest bi êrîşên dagirkeriyê bikin. Ji ber vê em nikarin bi tu şêwazî bi rengekî ewle û aram bijîn. Sal bi sal êrîş dijwar dibin û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd mezintir dibin. Gelek hêzên navdewletî û rejîma Beasê jî bi cebilxaneyên xwe ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene lê di bêdengî û helwestên wan de hevkariya wan a di planên dewleta tirk de diyar e. Tevî vê yekê jî em ji vê yekê bawer in ku êdî hêza dewleta tirk a dagirkirina herêmên me nemaye. Êdî dem ne weke berê ye ku bikaribin dagirkeriya xwe berfireh bikin, em weke hêz û gel jî ji her rewşê re amade ne."

"Di kesayeta Rêber Apo de komplo li hemberî civak Kurd çêbû"

Eyşe Efendî di axaftina xwe de behsa komploya 1998`an kir û wiha got: "Rêber Apo 18 salên ku li Sûriyeyê ma gelek proje ji bo Rojavayê Kurdistanê bi pêş xist. Her wiha bi hezaran kes perwerde kirin. Ji ber vê li Rojavayê Kurdistanê girêdaneke derasayî bi Rêber Apo re çêbû. Derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê ango destpêka komploya navdewletî di 9`ê Cotmeha 1998`an de pêk hat. Ji wê demê ve heta niha, em xelekên komployê dijîn. Dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî ji xelekên komployê ne. Wan hêzên komploger xwestin bi girtina Rêber Apo nexşeya erdîngariya ku di hevpeymana Lozanê de xêz kirin, dubare bikin. Wê demê dewleta tirk ji aliyê îstîxbaratî ve ne bi hêz bû lê ev hêzên navdewletî bazar li ser Rêber Apo kirin û radestî dewleta tirk kirin."

"Me komplo vala derxist"

Eyşe Efendî destnîşan kir ku weke gelê Kurd komplo vala derxistine û domand: "Hêzên komploger hewl dan weke berê, ew serhildanên ku bi pêşengiya serokeşîrên Kurd radibûn, vemirînin. Tevahî serhildanên gelê Kurd ên di dîrokê de bi rê û rêbazên cuda ji holê hatine rakirin. Girtina Rêber Apo jî li ser vê bingehê bû. Lê sedsala 21`emîn û bîrdoziya Rêber Apo ne weke fikrên wan hêzan bû. Gel ji roja yekê ya komployê ve heta niha xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Bi hezaran ciwanên Kurd agir berdan bedena xwe, şev û rojên xwe kirin yek. Gelê Kurd û Rêber Apo xwe îsbat kirin, tevî ku serok fizîkî ne di nav me de ye jî. Lê em bi proje û perspektîfên wî dijîn. Ji ber vê ev komploya ku negihîşt encamê, vala derket. Li ser vê bingehê jî tecrîd roj bi roj giran dibe û hevdîtinên bi Rêber Apo re qedexe ne. Çend roj berê CPT`î serdana Rêber Apo kir lê tu daxuyanî û agahî der barê rewşa wî de nedan. Ev bi serê xwe parçeyek ji vê komployê ye."

"Em ê herêmên xwe rizgar bikin"

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dewleta tirk ku perspektîfên xwe ji hêzên komploger digre, xwest bi dagirkirina Serêkanî û Girê Spî komployê bigihîjîne encamê. Me berê jî anî ziman û ez dubare jî dibjêim; êdî ji îro û şûn de ne camgirtina komployê ne pêkan e. Di roja îro de bîrdoziya Rêber Apo bûye cîhanî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate di bin sîwana projeya Neteweya Demokratîk de dijîn. Me bi hev bi hezaran şehîd dane, li ser gorên wan me dayikan hev hembêz kiriye. Ji ber vê em ji bo parastina herêmên xwe amade ne û di salvegera komploya li ser Rêber Apo û salvegera dagirkirina Serêkanî û Girê Spî de vê sozê didin. Em ê Rêberê xwe bi fizîkî azad bikin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."