Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên nû hatin hilbijartin

Di 6’emîn Kongreya avarte ya DBP’ê di hilbijartinên hat kirin de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir wek Hevserokên nû hatin hilbijartin.

Enqere – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Li salona kongreyê pankarta bi dirûşmên "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk", "Bi rêya 3'emîn ber bi komara Demokratîk", "Jin Jiyan Azadî" û "Ne tecrîd, êdî aştî" hat daliqandin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes û delege, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), endamên MYK, Saziyên Sivîl û Dayikên Aştiyê beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir ên ku di kongreya li AMedê de wekî hevserokên nû yên DBP'ê hatin pêşniyarkirin bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

Kongreyê piştî hilbijartina meclîsê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterê HEDEP'ê Vezîr Coşkun Parlak ê ji bo meclîsê hat hilbijartin bi silavkirina girtiyan dest bi axaftina xwe kir. Vezîr anî ziman ku kongreya HEDEP'ê ya ku wan li dar xistiye xwedî girîngiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku armanca kongreyê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya vîna wan a di girtîgehan de ye.

'Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin'

Salîha Aydenîz ku piştre mafê axaftinê girt got, “Ez îro bi heyecan im û ev ji rol û mîsyona DBP’ê tê. Gelê Kurd tu pêvajoyek bi rehetî derbas nekiriye. Her tim di nava şer de bû. Tevî zextên sîstemê yên li ser gelê Kurd, jinên Kurd û ciwanên Kurd û i giştî Kurdan têkoşîna xwe domandin. Ji niha û pê de jî wê helwesta me di heman çarçoveyê de bidome. Armanca me mezinkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Têkoşîna me bi salane zindî ye û wê bidome jî. Em ê vê armancê bigihînin serkeftinê û em li kîjan qadê bin jî em ê li gorî nirx û daxwazên gel têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna DBP'ê ya ji bo azadiya gelê Kurd, têkoşîna wê ya ji bo girtiyên di zindanan de, têkoşîna wê ya li dijî zext û zordariya li ser ziman û çanda Kurdan tê nîqaşkirin. Em ê têkoşîna ji bo destkeftiyên Kurdan bidomînin. Em ê ji bo azadiya gelê Kurd û pêşengên gelê Kurd têkoşîna xwe bidomînin. Heta tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me 4 salan ev erk girt g ser milên xwe. Wê îro erka min a hevserokatiya DBP'ê bi dawî bibe. Lê belê têkoşîna me ya ji bo gel wê bidome. Ji bo vê li her qadê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez spasiya hemû hevkarên xwe yên di dema wezîfeya xwe ya 4 salan de dikim. Ji niha û pê ve jî ez ê bi hevalên xwe re xebatên berfirehkirina têkoşînê bidomînim. DBP dê ji niha û pê ve jî li her qadê gotina xwe bi zelalî bibêje. Ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim. Em ê bigihîjin azadî û serkeftinê."

 'Em ê deriyê siyaseta demokratîk vekin' 

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku xwedî tecrûbeyeke têkoşînê ya zêdetirî 30 salan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêyê de me bi sedan hevalên

xwe winda kirin. Em îro bi saya têkoşîna wan rêya xwe didomînin. Weke DBP’ê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Weke DBP’ê em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dewletên kapîtalîst îro dixwazin gelê kurd tune bikni. Ji ber vê yekê em ê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd têbikoşin. Em ê van berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.” 

Ji bo meşa Gemlikê bang

Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û  bal kişand ser têkoşîna zêdetirî 100 salan a gelê kurd. Çîgdemê, wiha domand: “Divê ev berxwedan bi destê gelê kurd li Kurdistanê bigihije merheleyeke mezintir . Ya ku guherîna rejîma li Tirkiyeyê diyar dike, pirsgirêka kurd e. Pênasekirina tecrîdê ya weke bêhiqûqtiyê, bi tena serê xwe kêm dimîne. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Dixwazin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê hefs bikin. Banga min ji bo her kesên li Tirkiyeyê ji bo wekheviyên têdikoşin ew e ku di 18’ê mijdarê de tev li Meşa Gemlîkê bibin. Têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya çareserkirina pirssgirêka kurd a sedsalî.” 

Piştî axaftinan, raporên xebat û maliyeyê hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî hatin hilbijartin. Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin. 

Kongre bi dirûşman bi dawî bû.