Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Tevgera Kurd û Abdullah Ocalan rêbertiya têkoşîna azadiyê dikin û got: “Divê Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar tevlî konferansa “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” a ji hêla Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Amedê tê lidarxistin, bû. Çîgdem Kiliçgun Uçar di konferansê de axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha got: “Em deyndarê Tevgera Azadiyê ne ku îro em bi zimanê xwe diaxivin. Dewlet û îktîdarê zimanê me bin ax kiribû, lê berxwedan û têkoşîna me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye. Dema em bi Tirkî diaxivin, em xwe kêm hîs dikin; ev ziman divê jiyana xwe bidomîne.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku têkoşîna wan bûye bendek ji bo parastina yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: “Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike. Heke yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêkan nîne. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir û got; “Me tiştekî mezin bi dest xist. Êdî kes nikare bêje Kurd û zimanê wan tune ne. Me înkar ji holê rakir, êdî rêya me rêya azadiyê ye.” Heta gelê Kurd ê di bin zextên dewletê de azad nebe, gelên din jî azad nabin.”

‘Divê yekîtiya Kurdan ji niha pê ve hîn qahîmtir be 

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku şerê li Bakurê Kurdistanê şerê di dijî înkar û bişaftinê ye û bal kişand ser girîngiya avakirina hiqûqa Kurdan: “Dewlet hîn jî me nas nake. Em di hiqûqa dewletê de tune ne, lewma em tên girtin û ji axa xwe tên derxistin. Lê ji bilî hiqûqa dewletê, hiqûqeke din ji me re lazim e; hiqûqa navxweyî ya Kurdan. Heke em di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em nikarin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bimeşînin.”

Têkildarî mijarê Çîgdem Kiliçgun Uçar mînaka berxwedana Rojava da û wiha got: “Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye. Kesî negot fikra min ev e, her kesî bi hev re Rojava parast. Rojava peyamek da me; divê yekîtiya Kurdan ji niha pê ve hîn qahîmtir be. Heke em nebin yek, dê lîstikên li ser me zêde bibin.”

‘Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît’

Çîgdem Kiliçgun Uçarê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dewlet bi rabirdûya xwe hevrû bibe û ev tişt anî ziman: “Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît. Niha di têkoşîna azadiyê de tevgera Kurd û birêz Ocalan rêbertiyê dikin. Her kesê ku paradîgmaya birêz Ocalan qebûl dike, di heman demê de rêbertiya vê têkoşînê jî dike. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê demokrasî û aştiyê ava bikin.”