Çalakvana Lubnanî: Hilbijartinên hatiye dereng xistin divê bê li dar xistin

Çalakvana Lubnanî Diana Al-Baba bertek nîşanî ev du sal in paşxistina hilbijartinên şaredariyê da û got: “Divê hilbijartinên şaredariyê bê li dar xistin rewşa heyî pêwîst dike ku şaredariyên nû bi planên nû hebin.”

SUZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Komeleya Lubnanî ya Demokratîkkirina Hilbijartinan LADA bi riya xurtkirina hemwelatîbûna li ser bingeha zelalî, lêpirsîn, hesabkirin û sererastkirina sîstema siyasî ku hemû hemwelatî û bi taybet jin tevlî pêvajoya siyasî demokratîk bibin hewil dide civakeke demokratîk ava bike.

Kordînetora bernameyan û endama ofîsa cihbicihkar a Komeleya Lubnanî ya Demokratîkkirina Hilbijartinan LADA Diana Al-Baba teqez dike ku hilbijartinên şaredariyê weke mijareke girîng divê bên lidarxistin çênabe ku bê derngxistin.

 ‘Derengxistina hilbijartinê şaredariyê bandorek neyînî li ser gel dike’

Diana Al-Baba der barê derengxistina hilbijartinên şaredariyê dibêje: “Du sal in derengxistina hilbijartinên şaredariyê ne zagonîye, berê du caran hilbijartin hatin derengxistin, mixabin ev bandoreke mezin li hemwelatiyan dike bi taybet  Jin herî zêde bandor dibin, her wiha ji bo pêşengtiya jinan û şikandina qalibên civakî piştgiriya meclîsên şaredariyê ji dozên jinan re gelekî girîng e. Îro em hêvî dikin ku jinan weke serokên şaredariyan aktîf û endamên meclîsan bibînin li ser dosyayên nû bê tirs kar bikin edî tenê di rola dayîk, warê xêrxwazî û hawarçûnî sînordar nemînin, jinên Libnanî dikarin xwedî biryarbin karînên xwe li ser erdê pêkbînin.

Fikra sereke di meclîsên şaredariyê de wekhevi ye ku planên demdirêj ji bo hemû herêmên Libnanî tê de heye, ne tenê planên kurt ji bo hin pêdiviyan were dayîn. Krîzek aborî di şaredariyên Libnanê de heye, lê ji bo sererastkirina rewşa heyî pirsgirêka bingehîn di nebûna planên pêşveçûnê demdirêj de ye. Îro hin însyatîf di hin şaredariyan de hene lê negihîştine asta pêşveçûna domdar û hebûna jinê di navendên biryardayînê de mijareke herî girîng e.”

‘Kotaya jin û ciwanan kêm e’

Diana Al-Baba di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tu cudahî navbera meclîsê perlamanê û şaredariyê nîne, ango pêwîst nake jin herî zêde di şaredariyan de habin, rewş îro cudaye, hebûna jinê di her navendeke biryardayînê de mijareke sereke û bingehîne û wiha  gotinê xwe domand: “Ev nayê wateya ku namzetiya wê ji hilbijartinên şaredariyan ji ya perlamantoyê baştire, divê wekheviyek hebe û em jinê di hemû navendên biryardayînan de bibînin. Mixabin beşdariya ciwanan kême, di asta şaredariyan de partiyên piştgiriya ciwanan û jinan dikin nînin, her wiha kota jinan û ciwanan jî nîne, lewra pêvajoya gihandina wan navendên biryardayînê asteng dibe, ji bo rizgarkirina welat ji rewşa heyî hebûna beşa ciwanan gelekî girîng e. Gelek şaredarî ne aktîfin, fikir û planên nû nîne bi taybet ji bo kirîza aborî, lê ev nabe pirsgirêk ji bo tevlîbûna ciwanan.”

‘Pêkneanîna zagonan rewşa jinê dijwartir dike’

Diana Al-Baba di berdevamiya axaftina xwe de behsa xizmetguzariyên siyasî ên di raporên komeleyê de diyarbûne kir û got: “Tê zanîn ku jina Libnanî bi mêran re di warê aborî de ne wekheve, lewra îro xizmetguzarî mêr pêşkêş dikin, mixabin ev pêvajo bê zagon tên pêkanîn bandorê li serkeftina jinê û gihandina wê meclîsên şaredarî û perlamanto dike. Raste nebûna kota jinan bandor li parastina jinan kiriye, lê zagonên heyî û nebûna piştgiriya partiyan neyênî li ser jinê bandor dike. Bi hişyariyê em dikarin şerê hemû diyardeyên li pêş me xuya kirine bikin, ango hemwelatî divê dengê xwe nede kesekî bê bername, her jinek an mêreke bi bername tevlî hilbijartinan bibin.”

‘Qalibên civakê ên kevneşop li ber pêşketina jin astenge’

Diana Al-Baba der barê rola komeleya LADA di demokratîkirina hilbijartinan de diyar kir ku sererastkirinek di asta zagonî de hene û wiha pê de çû: “Di nava komeleyê de em raporan der barê xizmetan derdixin û di dema hilbijartinên şaredariyê de çawa bandorê li ser jinan dike, her wiha ji bo hilbijartinên sala 2024’an em hişyariyê der barê wekheviya navbera herdu zayendan de belav dikin, û namzetên jin perwerde dikin. Îro komeke astengî û pirsgirêk di asta siyasî û warê hilbijartinên Libnanê de bi jinan re rûdidin, weke min berê jî xuya kir nebûna kota jinan û zagona rewşa kesane herî zêde bandor dikin, ji ber ku li gel krîza aborî yek zagon ji bo rewşên kesane nîne û ne jî zagonên parastina jinan,  ev jî xaleke girîng e bandorê li ser hebûna jinê di hilbijartinan de dike. Di siya nebûna sîstemek zagonan û wêneyên qalibî û urfên mêrsalatî hemû ji bo jinan astnengin. Gotina “Jin naxweze beşdarê qada giştî bibe” ne raste, hejmarên jinan nîşaneya vê yekê ye, lê îro rêgeha jinan gelekî dijware, di bîlançoyan de jî diyar bû zêdetirî 50% ji hilbijêrên Libnanê jinin, ev jî diyar dibe pirsgirêk di nûnertiya siyasî de û ne wekheviyê de heye, divê di zûtirîn dem de bê çareserkirin.”

‘Pêdivî bi xebat û planên nû heye’

Diana Al-Baba di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku di hilbijartinên perlementoya borî a di sala 2022’an de, komeleyê rewşên tundûtujiya li ser bingeha regeza civakî şopand, li gel tundûtujiya dîjîtal elektronîk, devkî û bedenî bi gelek namzetên jin di hemleyên hilbijartinê de rastî lêdanê jî hatine û wiha anî ziman: “Komeleyê rênexşek danî ji bo jin van astengiyan derbas bikin, niha em li ser hin madeyên zagonê kar dikin, lê astengiya li pêş  me di sererastkirinan de hebûna pirsgirêkên serokatî û meclîsên perlamanto de ne ku bêyî zagona pêwîstiyê û nebûna perlamanê kar nakin. Desthilatên Libnanî divê hilbijartinên şaredariyê pêkbînin bêyî derengxistinê, ev erkekî zagonî û makzagonî ye nabe bê derengxistin. Rewşa heyî pêwîst dike ku şaredariyên nû bi planên nû hebin.”