Çalakvan Kejal Heme: Yekîtiya Kurd dê bi pêşengiya jinan pêk bê

Çalakvan Kejal Heme Reşîd diyar kir ku di sala 2023’an de bi pêşengtiya jinên Kurd de li çar perçeyên Kurdistanê yekitiya Kurd pêş bikeve.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî –  Çalakvan Kejal Heme Reşîd der barê erîşên li dijî jinên Kurd taybetî jî jinên pêşeng ên şoreşê tên meşandin axivî, bal kişand ser erîşên dewleta Tirk û diyar kir ku erîşên li ser gelê Kurd û jinan tê meşandin bi dewleta Tirk ve sînordar nîne ev erîş di asta navdewletî tê meşandin.

‘Jin dê bi têkoşînê bigihin armancê’

Çalakvan Kejal Heme Reşîd di despêşka bal kişand ser erîşên dewleta Tirk û wiha got: “ Em dizanin ku erîşa dewleta Tirk ne ji niha ve pêk tê bingehek xwe ya dîrokî heye, lê erîşên xwe vê sala dawiyê pir zêdetir kir taybetî jî erîşên ku li ser Rojava û Başurê Kurdistanê bi bikaranîna çekên kîmyawî ve eşkere dike. Ji bo wê jî her çiqas agahiyê navdewletî wan ji erîşên  dewleta Tirk hebe jî pêwîste em helwestê xwe di asteke pir xurt navnetewî de nîşan bidin. Mijarek din jî serhildanên ku di pêşengtiya jinan de pêk tê, niha li hemû cîhanê deng veda ye. Îran bi salan li ser gelê Kurd û Îranê zext dide meşandin. Lê niha şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê despêkiriye weke şoreşa jin tê pênesekirin. Tevahî cîhan  dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berzkirin. Jinên kurd dixwazin bi şoreşa rojavayê kurdistanê û serhildanên li Rojhilat û Îranê re pêş dikevin bi şoreşa jin encam bikin.”

‘Şoreşa jin hişmendiya mêr red dike’

Kejal Heme Reşîd destnîşan kir ku berxwedan û tekoşîna jin herdem hêzên deshilatdar di nav tirsê de hiştine û ji bo ku jin xwe rêxistin nekin her cûre polîtîkayên xwe bikar tînin. Kejal Heme Reşîd balkişand ser şoreşên ku li cîhanê pêş ketine û wiha gotinên xwe domand: “Di dîroka cîhanê de gelek tekoşîn û berxwedan bi şoreşê encam bûne hene, lê piranî ji wan bi aqilê mêr ve pêş diket. Lê em dikarin bibêjin ku niha rewş hatiye guhertin. Di nava 10 -15 salan de li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê  serhildanên ku pêş ketine jinên Kurd jê re pêşengtî dikin. Şoreşa ku em niha qal dikin berovajî şoreşên berê ne. Ji ber ku şoreşa me li dijî kolekirina jinê ye û hijmendiya mêr ya deshilat red dike. Ji ber vê yekê gelek şêwazên erîşkar bikar tînin.”

‘Divê hevsengiya jinan were parastin’

Kejal Heme Reşîd di berdewamiya axaftinê xwe de bibîrxist ku her çiqas jin di asta tekoşînê bibe sembol jî û şoreşa xwe bi amûrê çek û pênûs pêş xistibe jî pêwîstiya jin ya di qada siyasî jî heye. Kejal Heme Reşîd di vê mijarê de lewazî ya ku tê jiyan kirin bi wan gotina anî ziman: “Her çiqas jin di nav qadê tekoşînê de cîhê xwe girtibin jî lê belê li navendên siyasî de temamî cîhê xwe negirtine, rê li jinan tê girtin û ji aliyê mêr ya siyasî ve tên lewazkirin. Taybetî jî ev nêzîkatî  li heremê Başurê Kurdistanê gelek caran tê jiyankirin. Ev jî berhemên deshilatdariya mêr ya hezar salayê li ser jinê. Pêwîstiya bi pêvajoyek bi demokratîk heye. Niha jin li Kurdistanê û cîhanê ji bo yekîtiya jinan re mijûl dibe, ev gaveke pir başe. Ez jî beşdarî Kongra  Netewî ya Kurdistanê bûm. Min li wir jî behsa vê yekê kir ku divê di navendê siyasî de hevsengîya jinan were parastin, divê jin bibin xwedî rolek giring û di navendî û aliyê fikir de pêş bikevin.”

 ‘Hikûmeta Başûr nûnertiya gelê Kurd nake’

Kejal Heme Reşîd behsa tevlîbûna 49 endamên siyasî ya ku tevlî  Kongreya Netewi ya Kurdistanê bibûn kir û da zanîn ku rûxmê hemû nîqaş û pêşniyaran encameke destgirtî nehatiye bi destxistin û wiha got: “49 endamên siyasî her sal di kongre de gotarê xwe pêşkeş kirin û piştgiriya xwe ji bo fikrê Kongreya Netewî nîşandan. Lê belê di xebatên wan de yek ji wan gohtaran nehat bi cîh kirin. Sedemê wê jî deshilatdariya ku li Başur hikûm dike ye. Ev deshilatdarî ne serbixwe ye û piştgiriya gelê Kurd nake. Desilatdariya başur xwedî stratjiyek ku piştî serhildana sala 1991’an derket holê. Ev jî girêdayî welatên dagirker hatiye hilbijartin. Bê guman kesên ku li heremekî de girêdayî dagirkeran be, bandora xwe li ser jina jî dike, rê nadin ku jin di nav berxwedaniyê debin û piştgirî bidin jinên Rojhilatê Navîn.” Kejal Heme Reşîd balkişand serdena şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd ya ji Bakurê Kurdistanê jî û wiha axivî: “Serdana Şandeya Yekîtiya Jinên Kurd ji Bakurê Kurdistanê dê bibe sedema gihandina armanca şoreşa jinan û yekîtiya fikre jinan li çar perçeyên Kurdistanê. Ji ber ku jin dikarin li Başur şoreşê destpêbikin, tenê pêwîstiyê wan bi piştgiriyê heye.”

 ‘Sala 2023’an bibe sala têkoşîna gelê Kurd’

Çalakvan Kejal Heme Reşîd di dawiya axaftinê xwe de bal kişand ser dawîbûna Peymana Lozanê û got ku ev Peyman ji bo gelê Kurd girînge ji ber ku bi vê peymanê Kurdistan bi destê deshilatdarên navdewletî hate perçe kirin û wiha got: “Di sala 2023’an de Peymana Lozanê bi dawî dibe ev jî ji bo gelê kurd girînge, bi peymana Lozanê nexşeya Kurdistanê kirin çar perçe. Ji ber vê yekê pewîstî bi pêşxistina dîplomasî heye. Bi giştî taybetî jî li Başur pêwîstiya bi yekîtiya kurd heye. Her çiqas di sala 1991’an hikûmeta xwe ya xwecîhî avakiribe jî, lê bele nikare serbixwe be. Divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike da ku peymanek din a weke Lozanê neyê serê me. Hêviya min ji sala 2023’an eve ku edî jin li Başur rastî qetilkirinan neyê. Aqlê mêrsalarî  hîn jî berdevam dike, sedema vê hebûna çanda siyasî û deshilatdariyê ye.”