rojane
-

Rapora NY: Jin herî zêde li malên xwe tên qetilkirin
Li gora rapora Yekeya Jinan a NY, di sala 2023’an de 85 hezar jin û zarokên keç ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Daneyên kurewî nîşan dide mal ji bo jinan cihê herî metirsîdar e.
-

Li bajarên Bakurê Kurdistanê 114 jin hatin qetilkirin
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora salekê ya binpêkirinên mafên jinan ên li bajarên Kurdistanê eşkere kir û bal kişand ku di salekê de 114 jin hatin qetilkirin.
-

Gelê kantona Hesekê bi boneya 25'ê Mijdarê meşek girseyî li dar xistin
Bi boneya 25 ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îro gelê kantona Hesekê bi hemû pêkhatiyên xwe yê Kurd ,Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan.
-

Çalakvan Seyran Xesrewî ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin
Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvanek jin a bi navê Seyran Xesrewî ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.
-

Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
Li gor çeteleya JINNEWS’ê, di nava 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
-

Diyardeya tundiya li dijî jinan li Idlibê zêde dibe
Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de diyardeya zewaca bi temen biçûk zêde bûye. Gelek malbat ji ber rewşa aborî wek hincet nîşan didin zarokan ji mafê wan yê herî bingeîn bêpar dihêlin.
-

Anatomiya Şerê Taybet: Rizîna ku ji kes belavî civakê dibe
Abdullah Ocalan dibêje: “Di şaristaniya Rojhilata Navîn de diyardeya jinê, di nîvenga çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de ye. Ji bo vê demê dirûşmeya me ya bingehîn divê şikestina mezin ya zayende sêyem di mêr de pêkanîn be.”
-

‘Şîdeta li dijî jinan li Rojhilata Navîn bi kapîtalîzm û baviksalariyê tê gurkirin’
Çalakvanên jin ên Tûnisî diyar kirin ku pergala kapîtalîst û mêtingeriya baviksalarî şîdeta li ser jinê dimeşîne û bal kişandin ser hevpariya têkoşîna jinan a li ser asta cîhanê.
-

Jinên Dêrsimê: Hezar car jî qeyûm tayîn bikin nikarin biguherînin
Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Dêrsimê dan, diyar kirin ku ew ê xwedî li îradeya xwe derkevin û gotin ku hezar sal jî qeyûm tayîn bikin nikarin tiştekî biguherînin.
-

Kesên li ser şopa xwişkên Mîrabel dimeşin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ diqîrin
Îro dengê xwişkên Mîrabel ên ku berxwedana wan 64 sal e dibe çavkaniya îlhamê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dibe.
-

Jinên Ereb: Felsefeya Jin Jiyan Azadî sîwana parastina ji tundiyê ye
Jinên ji pêkhateyên Ereb tekez kirin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî felsefeyek weke sîwana parastinê ye ji bo tevahî jinan û gotin: “Jinen Ereb di bin navê ol û eşîrtiyê de bê rol û misyon mabûn lê bi saya perwerdeyan îro ji bo mafên xwe têdikoşin.”
-

Mêrên Kobanê: Jinan zihniyeta 5 hezar salan guherand
Bi boneya 25’ê Mijdare Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinan, li her derê cîhanê çalakî û bertekên li hemberî tundiyê zêde dibin. Mêrên bajarê Kobanê li ser pêşengiya jinan a şoreşê û guhertina bi wan re çêbûye ji ajansa me re axivîn.
-

Jineolojî li JinWarê komxebatek li dar xist
Bi boneya nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îro Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêk Komxebatek li JinWarê li dar xist.
-

Ciwanên Şengalê bi dahurandinên Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin
Di çarçova çalakiyên 25’ê Mijdarê de û kampanyaya ku TAJÊ ji 5’ê mehê heta 25’ê Mijdarê dabû destpê kirin Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiyek lidarxist.
-

Der barê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan biryara hepsa malê hat dayîn
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku îfadeya wê li dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara hepsa malê û qedexeya derketina derve da Bîrsen Orhan.
-

Di êrîşa dewleta Tirk de welatiyek jiyana xwe ji dest da
Dewleta Tirk di saetên ber êvarê de êrîş li gundê Helîsa ya navçeya Fafîn a Şehbayê û navçeya Til Rifatê pêk anî . Di encama êrîşan de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn.
-

Jin li Dêrsimê meşiyan: Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin
Jinên li Dêrsimê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li hev civiyan, heta şaredariyê meşiyan û diyar kirin ku jin wê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin û peyama "Yên li berxwe didin wê bi ser bikevin" dan.
-

Ji Tulay Hatîmogûllari banga têkoşîna hevpar
Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari got: "Ji bilî aştiyê tu rêyeke me ya din nîne" û bang li hemû gelan kir ku bi hev re têbikoşin.
-

Li Şehbayê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
Rêxistina Sara Efrîn-Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê li wargeha Serdem belavok belav kirin û daxuyanî da.
-

Li Lubnanê nêzî 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn
Hat diyarkirin ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê nêzî 2 milyon kes neçar mane ji cih û warên xwe bibin.