rojane
-

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi yek dengê azadiyê diqîrin
Jinên Kantona Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşek mezin berê xwe dan qada 8’ê Adarê û bi yek dengî azadiyê diqîrin.
-

Necîbe Qeredaxî: Peyama Rêber Ocalan 8’ê Adarê bi watetir dike
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî got: “Peyama dîrokî ya Rêber Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê 8’ê Adarê zêdetir bi wate bike. Ji ber ew têkoşîna ku jinê di dêmen berê de kiriye, hemû roj kiriye 8’ê Adarê.
-

ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê
ROJIN’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da û banga “li dijî her cure êriş û gefên li ser rojnamevanan deng û gotinên xwe bikin yek, û li ser navê jinan qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê” kir.
-

YPJ’ê 8’ê Adarê pîroz kir: Emê têkoşîna xwe bidomînin
Fermandar û şervanên YPJ’ê yên di pîrozbahiya 8’ê Adarê de axivîn, anîn ziman ku 8’ê Adarê roja têkoşînê ye, gotin ku ji berxwedana Clara Zetkîn bigre heta Sakîne Cansizan ji xwe re mînak girtine û peyama ‘emê têkoşîna xwe bidomînin’ dan.
-

7’emîn salvegera JIN TV hat pîrozkirin
Salvegera 7'emîn a JIN TV’ya ku yekem televîzyona jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê ye, bi şahiyek hat pîrozkirin.
-

MKG: Em di 8'ê Adarê de hevgirtinê mezin bikin
MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civaka azad bêyî çapemeniya azad ne pêkan e û wiha got:"Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran.”
-

Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye
Pêdiviya jinên cîhanê bi îradeyek siyasî, bi zagonên ku jinên kedkar û mafên wan diparêzin, bi piştevaniya tevgerên jinan ên ku têdikoşin heye. Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye.
-

KJK’ê li dijî komkujiya li ser Elewiyan bang kir
Koordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê cardin şer bê gurkirin û bang li her kesî kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de komkujiya li dijî Elewiyan şermezar bike.
-

Jinên Xezayê di nava kavil û xirbeyan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin
Ji ber êrişên Îsraîlê ki sedî 90’ê Xezayê wêran bû. Jinên Xezayê îsal di nava kavil û xirbeyan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
-

Li Sûriyeyê 8’ê Adarê tê manîpulekirin: Guhertin bi têkoşînê pêk tê
Endama Tevgera Jinên Sûriyeyê Lîlyan El Mexûş destnîşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê rejîma Esad ve hatiye manîpulekirin, diyar kir ku xeterî dewam dike û got, "Guhertineke rasteqîn bi têkoşîna çalak a tevgerên jinan pêk tê."
-

Jinên Êzidî li hêviya peyama Ocalan in
Jinên Êzidî yên ku piştî salên dirêj dest bi pîrozkirina 8’ê Adarê kirine, bi dilekî germ li hêviya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.
-

Berdevka TAJÊ: Peyama Rêber Apo ji bo me bû hêz û morala 8’ê Adarê
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico destnîşan kir ku îsal jinên Êzidî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe wek peyama pêşeroja jiyanê, têkoşîn, berxwedan û azadiyê dibînin.
-

Herî kêm 147 kes di pevçûnên li Sûriyeyê de mirin
Li Sûriyeyê rageşiyeke leşkerî ya xeternak heye, di encama pevçûnên dawîn ên li berava Sûriyeyê hejmara kuştiyan 147 kes derbas kir.
-

8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin. Bi heman boneyê li bajarê Dirbêsiyê pîrozbahiyek hat lidarxistin.
-

Xwendekara ji Qamişlo di pevçûnên Laziqiyê de jiyana xwe ji dest da
Di encama pevçûnên li bajarê Laziqiyê de, xwendekareke ji bajarê Qamişloyê bi guleya bêserûber jiyana xwe ji dest da.
-

YJŞ: Emê ala serkeftinê bighînin lûtkeyê
Yekîneyên Jinên Şengalê bi mebesta 8’ê Adarê destnîşan kir ku jinên Êzidî bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vê rojê û banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir.
-

Li Mexmûrê jin bi cil û bergên xwe yên gelerî meşiyan
Li Wargeha Mexmûrê, rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar a cîhanê bi çalakiyên cur be cur didome. Îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşek girseyî hat lidarxistin. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan meşiyan.
-

TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê çû serdana şervanên YJŞ’ê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê serdana YJŞ’ê kir û 8’ê Adarê li şervanên YJŞ’ê pîroz kir. Di serdanê de hat gotin ku dê ala serhildanê her bilind bibe
-

Jinên Ereb ên Şengalê belavokên 8’ê Adarê belav kirin
Endamên Meclisa Jinan a herêma Ereban a Şengalê serdana hemû gund û malan kirin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin, jinan vexwendin mitînga 8’ê Adarê.
-

YPJ: Roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz be
YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adara 2025’an daxuyaniyek da, Roja Jinên Kedkar a cîhanê li hemû jinên têkoşer, kedkar û berxwedêr pîroz kir.