Zulfa Muhammedî: Şer bi bombeyek aştiyê têk dibe û pêşerojê nahêle
Ji nava şerê ku di navbera Îran û Îsraîlê de diqewime, dengê kesên di nava êş û berxwedanê de bilind dibe. Yek ji jinên ku bi kamera û dengê xwe bi vegotina rûyê rast ê şer û êşa hevpar a gelê birîndar têdikoşe jî Zulfa Muhammedî ye.

BAHARAN LEHÎB
Kabîl – Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bû sedema kuştina sivîlên bêsûc û komkujiyan. Di şerên wiha de yên ku di rastiyê de winda dikin ne tenê gel in; hemû nirxên madî û manewî yên welatan jî tune dibin. Mixabin, saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan dibînin, bi gelemperî li dijî van komkujiyan bêdeng dimînin û tenê bi devkî şermezar dikin.
Gelê Efgan, ji sala 1978’an vir ve di nava êşa şer, destdirejî, wêranî û sûcên ji ber êrîşên hêzên mezin çêbûne de dijîn. Dema hûn li Efganîstanê bi jin, mêr, kal, ciwan an jî zarokek re diaxivin, pir baş fêm dikin gelê ku ji aliyê emperyalîzmê ve tên pelçiqandin çiqas bi çarenûsek bi êş re rû bi rû ye û ev yek jî nîşan dide ku ger rewş neguhere dê bi şert û mercên xiraptir re rû bi rû bimînin.
Şerê Îran û Îsraîlê, ji bo jin û mêrên wêrek û şerker ên Îranê jî berpirsiyariyên nû bi xwe re aniye; ger ji bo xilaskirina welatê xwe nekevin nava tevgerê, tê destnîşankirin ku ew ê bi çarenûseke ji gelê Efganistan û Iraqê xirabtir re rû bi rû bimînin.
Di vê çarçoveyê de, me bi parêzvana mafên zarok û zarokên keç û wênekêşa Efganî Zulfa Muhammadî re hevdîtin kir. Zulfa ya ku nêzî sê salan e ji bo perwerdeya zarokan din ava hewldanan de ye her wiha bi kameraya xwe jî iyana rojane belge dike.
‘Gel aştî û aramiyê dixwazin, ne şer’
Zulfa, diyar dike ku şerê Îsraîlê yê li dijî Îranê cara ewil li ser medyaya dîjîtal bihîstiye û bi van gotinan tiştên ku jiyane vegot: "Dema ku min li ser medyaya dîjîtal dît di navbera Îran û Îsraîlê de şer dest pê kiriye, ketim nava tirs û fikaran. Ez ne tenê ji bo Îranê, ji bo hemû herêmên ku bikevin nava şer xemgîn bûm. Ji ber ku wêraniyên di encama van şeran de çêdibin mezin in. Gel aştî û aramiyê dixwazin, ne şer. Dixwazin di nava civak û welatên wan de aştî hebe lê şerên bi vî awayî aramiya mirovan tune dikin; di encama bombeyek de hemû tişt wêran dibin û êdî tu kes nikare di nava aramiyê de bijî. Şer pêşketin û hewldanan mirovan asteng dike; mirovan hinî tiştên ku neçar in bikin dike. Dema rejîmek otorîter êrîşê rejîmeke din dike, pirsa ‘Çawa dikarin di nava aştiyê de bijîn?' derdikeve holê.”
‘Jin û zarok ji her demê zêdetir di bin xeterê de ne’
Zulfa bandorên şerê Îran-Îsraîlê yên li ser Efganistanê wiha vedibêje: "Bêguman bandora wê heye. Efganistan di dilê Asyayê de cih digre û em cîranê Îranê yê sînor in. Bertekên ku em îro dibînin, li ser Efganistanê jî bandorên neyînî çêdikin. Ne tenê li ser koçberên li Îranê dijîn, bandorê li jin û zarokên keç ên çûne perwerdeyê jî dike.
Zulfa wiha behsa mexdûrên şerê li Îranê dikê: "Şer mirovên bêsûc dikşîne hundirê xwe û yên ku herî zêde zirarê dibînin ew in. Gel, zarok û jinan şer nedane destpêkirin lê zirara herî zêde ew dibînin. Şerê Îran-Îsraîlê li deverên niştecihbûnê pêk hat û piraniya mirovan bêmal man. Mirovan malên xwe hiştin û berê dan cihên bi ewletir. Jin û zarok ji her demê zêdetir di bin xeterê de ne. Neçar in bi zehmetiyên şer re rû bi rû dimînin; ew jî vegera rewşa normal bêderfet dike. Ne dikarin perwerdeya xwe bidomînin ne jî li malên xwe di nava aramiyê de bijîn.”
‘Tu caran şer kêfxweşiyê nayne’
Zulfa hesta hevgirtina bi jinên Îranê re wiha vedibêje: "Em jinên Efgan jî şer, destdirejî, bêmalî û bêparbûna ji mafê perwerdeyê dijîn. Bi rastî em hestên we yên îro fam dikin. Ruxmê hemû birînan jî bi hêvî ne û em dixwazin hûn jî bi hêvî bin. Tu caran şer kêfxweşiyê nayne; her dem wêranî û bêbextiyê tîne. Ez we pir baş fam dikim me jî heman êşan kişand. Hûn di nava pêvajoyeke bi stres de, fikar û metirsiyê de ne û hemû tiştên hûn dixwazin ne di destên we de ne lê divê hûn li ser lingên xwe bisekinin û hêviyên xwe winda nekin. Ji ber ku di kêliyên herî tarî de jî hêvî wêrekiyê dixwaze û ev wêrekî heye.”
‘Tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin’
Zulfa herî dawî ji xwişk û birayên xwe yên Îranê vê peyamê dide: "Weke ciwanek Efganî, min jî gelek zehmetiyan kişand û ji bo bigihîjim armanca xwe, min riyên zor û zehmet derbas kir. Ez dixwazim hûn tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Rast e em li Rojhilata Navîn û Asyayê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin lê ev têkoşîn dê veguhere hêviyê. Wê rojek hemû şer bi dawî bibin. Ger hûn hewl bidin û hêviya xwe winda nekin, hêzên ku dixwazin me bipelçixînin, wê tu caran nikaribin me tune bikin. Divê em rabin ser lingan û nîşan bidin ku jin û zarokên keç ên li vê derê çiqas bi bandor in û çawa dikarin şert û mercên xwe baştir bikin.”