'Zimanê dayikê nasname û hebûna me ye'
Xwendekarên bajarê Qamişloyê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kirin û dan zanîn ew bi zimanê xwe serbilidin.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo - Beriya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê welatiyên herêmê tenê di mala xwe de dikarî zimanê xwe biaxivin. Bi çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ziman jî pêk hat. Êdî bi fermî zimanê kurdî di zanîngeh, dibistan û peymangehên Bakur û Rojhialatê Sûriyeyê tê dayîn. Her wiha hemû pêkhate bi zimanê xwe diçin dibistanê û bi çanda xwe dijîn.
Li cîhanê bi tevahî nêzî 6 hezar ziman hene, lê belê li gorî daneyên zanistî îro li cîhanê bi qasî 2 hezar û 500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne û li gorî UNESCO’yê ji sala 1950'an heta niha li ser rûyê cîhanê zêdeyî 200 ziman mirin e. Dewletên netewperest û hegemonîk bi hişmendiya yek ziman û yek netew nêzî zimanên dayikê yên gelan dibin û ji bo tunekirina zimanê dayikê, polîtîkayên qirkirinê didin meşandin. Bi armanca rêzgirtina ji bo zimanê dayikê yê tevahî neteweyên cîhanê 21’ê Sibata 1999'an ji aliyê Rêxistina Çandî ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO’ ve weke roja zimanê dayikê ya cîhanê hatiya destnîşan kirin.
Di derbarê roja zimanê dayikê de xwendekarên dibistana navîn ya Qenat El-Siwêsa bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me NUJINHA re axivîn.
Xwendina zimanê dayikê destkeftiyek şoreşê ye
Xwendekara bi navê Bînas Resûl roja zimanê dayikê ya cîhanî li tevahî pêkhateyan pîroz kir û got: “Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk were, me nedikarî bi zimanê dayikê biaxivin, ji ber vê yekê me gelek zehmetî kêşan. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êdî em bi zimanê dayikê bi rengekî resen di axivin, heta di dibistanan de bi fermî dibînin. Xwendina bi zimanê dayikê, destkeftiyek ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Niha gelek dewlet û hikûmet li dijî zimanê me derdikevin, lê ji bo zimanê dayikê em ê herdem têbikoşin. Banga min ji tevahî zarokan ew ku bi çanda dayika xwe mezin bibin."
‘Bi zimanê dayikê em serbilindin’
Xwendevana bi navê Elenya Yûsif diyar kir ku zimanê dayikê pir pîroz e û wiha domand: “Ez vê rojê li mirovanên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin pîroz dikim. Em çiqasî biaxivin jî em nikarin mafê keda dayikan bidin, ji ber ku zimanê dayikê pir pîroz e. Dema ku em dibînin li hemû cîhanê herkes bi zimanê dayikê dixwîne, mirov pê serbilind dibe, em jî wek kurd bi zimanê dayika xwe serbilindin. Dema ku me bi zimanê erebî dixwand me gelek zorî dikêşa û ji ber zimanê dayika me bi kurdî bû me tiştek fam nedikir. Bi şoreşê re me kelecanê zimanê dayikê jiyan kir û heta niha jî dom dike."
‘Ziman hebûna me ye’
Xwendekara bi navê Nesrîn Şêxmûs dest nîşan kir ku ew zimanê dayika xwe ji zaroktiyê hîn bûye û heta roja îro jî di dibistanan de dewam dike û wiha pê de çû: “Dema mirov nû ji dayik dibe û mezin dibe, ziman pir girîng e. Ji ber malbat bi çi zimanê bi axive ew zarok jî li ser wê bingehê mezin dibe û hîn dibe. Ji bo pêşeroja zarokan, ziman û çand pir girîng e. Kesên ku bi zimanê dayika xwe mezin nebe û nexwîne jiyana wan bê wateye. Zimanê me yê dayikê nasname û hebûna me ye."
‘Bi zimanê xwe yê resen dixwînin’
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran keç û xortên kurdan berê xwe dan zimanê dayika xwe û dibistan, peymangeh û zanîngeh avakirin. Herî dawiyê Xwendekara bi navê Medya Seîd da zanîn ku divê hemû pêkhate bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîsîne û wiha got: “Ez vê rojê li tevahî xwendekar û mamosteyan pîroz dikim. Ji ber me berê bi zimanî erebî dixwand, xwendina zimanê dayikê ji bo me xewnek bû. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi hezaran keç û xortên kurdan ji bo nifşên nû di dibistana zimanê resen de bixwînin canê xwe feda kirin. Îro li dibistanan me şoreş pêk anî û em bi zimanê xwe yê resen dest bi xwendinê kir û em dinivîsînin û diaxivin. Her wiha ji bo ku em çand û zimanê xwe ji bîr nekin malbat alîkariya me dikir û zimanê me fêrî me dikirin.”