‘Zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye’
Di daxuyaniya Kongra Star de hat tekezkirin ku biryarên Wezareta Perwerdehiyê yên li dijî zimanê Kurdî û êrîşên li ser nirxên gel, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Saziyê destnîşan kir ku zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye.
Hesekê – Di demeke ku li herêmê pêvajoyên siyasî, ewlehî û civakî bi lez diguhêrin û biryarên li ser maf û nasnameya gelan bandorê dikin de, mijara mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bûye rojeva sereke. Di vê çarçoveyê de, Kongra Star li parêzgeha Hesekê li ser rewşa dawî, biryara Wezareta Perwerdehiyê ya li dijî ziman û perwerdehiyê, qetilkirina endamê tugayê parêzgehê Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên Kobanê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan rêveber û endamên sazî û rêxistinên jinan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Zêrîn Hesaf ve bi Kurdî û endama Koordînasyona Kongra Star Amanî El-Xerbî ve jî, bi Erebî hat xwendin.
‘Biryarên li ser zimanê Kurdî beşek ji siyaseteke qirêj a tunekirinê ne’
Kongra Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku di van pêvajoyên lezgîn ên li herêmê de û di demeke ku biryar û polîtîkayên ku mafên gelê Kurd dikin bin bandorê tên derxistin de, divê ev biryar tenê wekî pêngavên îdarî an perwerdehiyê neyên nirxandin. Hat diyarkirin ku ev biryar divê di çarçoveya rewşa siyasî ya giştî ya li herêmê de bên dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, biryara Wezareta Perwerdehiyê ya derbarê ziman û perwerdehiyê de rasterast mafekî bingehîn ê gelê Kurd dike bin bandorê. Kongra Star destnîşan kir ku biryarên derbarê zimanê Kurdî û perwerdehiyê de, digel bûyerên xwînî yên li herêmê, bi taybetî qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyerên Kobanê, fikarên cidî derdixin holê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rewş fikarên hebûna siyasetekê zêde dike ku armanca wê guhertina rojeva gelê Kurd, binpêkirina mafên wî yên neteweyî û çandî û ferzkirina rewşeke nû li ser gelên herêmê ye. Her wiha hate tekezkirin ku armancgirtina zimanê dayîkê ne tenê armancgirtina zimanekî ye, her wiha armancgirtina nasname, dîrok û mafê nifşên pêşerojê ye ku ziman û çanda xwe nas bikin.
Gelê me yê li qadan îradeya xwe ya azad nîşan dide
Di daxuyaniyê de hate ziman ku gelê Kurd ê ku bihayên giran daye û bi hezaran şehîd dane ji bo parastina hebûn û mafên xwe, qebûl nake ku zarokên wî ji mafê xwezayî yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar bên hiştin. Kongra Star derketina xwendekar, dê û bav û gelê Kurd a ji bo qad û kolanan, wekî îfadeyeke rewa û aştiyane ya redkirina van polîtîkayan û parastina mafên wan nirxand. Kongra Star destnîşan kir ku ev bertek peyameke zelal e ku zimanê Kurdî ne mijarek e ku dikare bibe mijara muzakere û danûstandinê.
‘Aşitî û aramî nikare li ser xwîna qurbaniyan were avakirin’
Kongra Star her wiha li ser bûyerên xwînî û binpêkirinên li herêmê rawestiya û tekez kir ku xwîna şehîdan û binpêkirinên ku qewimîne nikare bêyî dadwerî û edalet bê derbaskirin. Saziyê daxwaz kir ku li ser hemû babet, kuştin û binpêkirinan lêkolînên qanûnî, serbixwe û zelal bên vekirin, rastî li ber çavên raya giştî bê derxistin û hemû kesên ku sûc kiriye, ferman daye, teşwîq kiriye an jî di kirina sûcan de beşdar bûne, bêyî cudakariyê û bêyî îstîsnayê bên darizandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku nayê pejirandin ku aşitî û aramî li ser xwîna qurbaniyan bê avakirin û li ser rewşa bêcezayîna sûcdaran lihevhatina rastîn bê avakirin.
Bangewazî ji bo Hikûmeta Şamê û rêxistinên navneteweyî
Kongra Star xwest ku Hikûmeta Şamê berpirsyariya xwe bi cih bîne, mafên hemû pêkhateyan biparêze û pirzimanî û pirçandibûna herêmê nas bike. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin, binpêkirinên li dijî sivîlan bişopînin û ji bo parastina mafên gelan û hesabpirsî ji sûcdaran re bixebitin.
Di dawiyê de, Kongra Star ragihand ku parastina zimanê Kurdî parastina mafekî bingehîn ê gelê Kurd e û her hewildana ferzkirina rewşeke nû li ser hesabê nasname û mafên gelê Kurd dê bi bertekeke gelêrî û aştiyane hate redkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya bi rûmet a "Bê Ziman Jiyan Nabe" bi dawî bû.