Ziman ruhê civakê ye - GOTAR

GULPERÎ BÎLEN

Ziman yek ji hêmanên bingehîn e ji bo civak û netewan, nasname û çanda neteweyî ye. Ziman ne tenê amûra axaftin û danûstandinê ye, hebûneke zindî ya netewek e. Ev rastî di heman demê de nîşan dide ku têkiliya di navbera ziman û mirovahiyê de ji têkiliyeke asayî ya ragihandinê gelekî wêdetir e.

Mirov bi zimanê xwe yê dayîkê cîhanê nas dike, diyar dike û bi riya wê hebûna xwe tîne ziman. Ziman ji bo civakê wekî koda bingehîn a jiyanê ye. Civakeke ku bi zimanê xwe diaxive, bi wê difikire û berhemên wê diafirîne, di heman demê de hebûna xwe ya dîrokî û civakî jî misoger dike. Wekî ku tê zanîn, windakirina ziman ji destdanîna bingeha herî girîng a nasnameyê ye.

Hebûneke zindî û koda bingehîn a jiyanê

Ziman hilgirê sereke yê çand, kevneşopî û bîra gelan e. Hemû berhemên wêjeyî, çîrok, stran, destan û nirxên exlaqî bi riya ziman ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Ziman wekî pirtûkxaneyeke zindî dixebite ku rabirdû, îro û paşeroja netewek di nava xwe de digre. Parastina ziman, parastina vê mîrasa dewlemend a çandî ye.

Mirov nikare ziman tenê ji peyv û tîpan bigre dest, ew organîzmeyeke zindî ye, diguhere, bi pêş dikeve û bi civakê re mezin dibe. Çawa ku jiyan bi xwe herikbar e, ziman jî bi herikbariya jiyanê re tê dewlemendkirin. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li ziman, parastina jiyanê û berdewamiya hebûna civakî ye.

Li cîhanê nêzî 7 hezar ziman têne axaftin lê belê polîtîkayên asîmîlasyonê, zextên hegemonîk û qedexe rojane gelek zimanan ber bi tunebûnê ve dibin. Windabûna zimanekî ne tenê wendakirina peyvan e, di heman demê de tunekirina bîra mirovahiyê ye.

Dîrokeke kevnar û pirrengiya çandî

Zimanê Kurdî bi rastî jî zimanekî gelekî kevnar e. Ew girêdayî malbata Hind-Ewropayî ye. Xwediyê dewlemendiyeke mezin a devokî, rêzimanî û ferhengî ye ku bi hezaran salan di nava axa Mezopotamyayê de bi pêş ketiye.

Ev hejmar nîşaneya pirrengiyeke bêhempa ya çandî, dîrokî û civakî ye. Her ziman pencereyek e ku cîhanê bi rengekî cuda dibîne; pergala xwe ya ramanê, têkiliya xwe ya bi xwezayê re û tecrubeya xwe ya bi hezaran salan hildigre.

Gelê Kurd bi salan e ji bo naskirina zimanê xwe yê dayîkê têkoşîneke bêeman dide meşandin. Ji ber ku naskirina zimanê civak, netew û gelan, rasterast naskirina hebûn, çand û nasnameya wan e.

Di dîroka mirovahiyê de ziman her dem wekî stûna bingehîn a parastina çand û dîroka civakan hatiye dîtin. Ji bo gelê Kurd jî ziman ne tenê amûreke axaftinê yan jî ragihandinê ye; bîra gel, dîroka berxwedanê û rengê jiyanê bi xwe ye. Têkoşîna ku bi salan e li ser vê xakê tê meşandin, di eslê xwe de têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê ye.

Pêwendiya sêalî ya di navbera ziman çand û pêşketina hiş de

Pêwendiyeke pir bi hêz, kûr û dualî di navbera ziman, çand û pêşketina hiş de heye. Ev sê pîvan ne tenê aliyên cuda yên civak û jiyana mirovî ne. Berevajî vê, sê stûnên bingehîn in ku pergala jiyan û bîra mirov ava dikin. Yek bêyî ya din nikare bixebite û bi pêş bikeve.

Çand, berhevoka nirx, kevneşopî, dîrok û awayê jiyanê ye ku civakek li dora xwe civandiye. Ziman parêzvan û ragihênerê herî mezin ê vê çandê ye. Her çand bi riya zimanê xwe têgihîştineke taybet dide endamên xwe. Peyvên ku di zimanekî de ji bo serpêhatiyên çandî tên bikaranîn, nîşan didin ku ew civak çawa li gerdûnê dinêre. Ji ber vê yekê, guhertina çandê rasterast bandorê li ser ziman dike û guhertina ziman jî rengê çandê diguherîne.

Pêşketina hiş bi awayekî rasterast bi ziman û çandê ve girêdayî ye. Di warê derûnînasî û zanistiya demarî de tê zanîn ku zarok bi riya ziman têkiliya xwe bi derdorê re datînin û têgihîştinên nû fêr dibin. Ziman mêjî bi pêş ve dibe û Mêjiyê pêşketî jî ziman dewlemendtir dike. Bi kurtahî, ziman, çand û hiş sê aliyên yekîneyekê ne. Ziman amrazê îfadekirina çandê ye, çand naveroka ziman dide avakirin û hiş jî ew e ku herduyan digre dest, bi pêş dixe. Parastin û pêşvebirina zimanekî, di heman demê de parastina çandê û geşkirina hişê mirovahiyê ye.

Ziman ne tenê amrazeke ji bo ragihandin û danûstandinê ye, ew bi xwe qada ku raman lê tên çêkirin e. Mirov bi riya peyv, rêziman û pergala ziman cîhana xwe ya hundirîn ava dike. Çiqas ferheng û dewlemendiya zimanekî zêde be, ewqas ramanên mirov jî firehtir û kûrtir dibin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê û mafê gerdûnî yê zimanê dayîkê

Bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku bi sedsalan e li ser zimanê Kurdî tên meşandin, armanc ew e ku gel ji kok û çavkaniyên xwe yên çandî were dûrxistin ango bê kok bimîne. Li hemberî van polîtîkayan, gelê Kurd bi hewldanên parastina ziman, vekirina qadên perwerdeyê û xebatên wêjeyî her dem bersiv daye. Her pêngaveke ji bo zimanê dayîkê hatiye avêtin, bûye mertalek li hemberî tunekirinê.

Zimanê dayîkê mafê herî gerdûnî û rewa yê her mirovî ye. Daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî daxwazeke siyasî ya tenê nîn e; di heman demê de mafekî mirovî yê bingehîn e. Heta ku zimanê civakê di qadên fermî, perwerde û jiyana giştî de neyê naskirin, behsa wekhevî û azadiyê nabe. Lewma, parastin û pêşvebirina Kurdî erkeke wijdanî û neteweyî ye li ser milên her kesê.

Berdewamiya pergala perwerdeyê û bertekên li Rojava

Bertekên li Rojava li dijî kêmkirina dersa zimanê Kurdî ji bo sê saetan, ji sînordariya vê mijarê pir berfirehtir in. Ji bo Kurdan, mesele ne tenê parastina mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê ye her wiha misogerkirina berdewamiya pergala perwerdeya Kurdî ye ku di 15 salên dawî de hatiye avakirin.

Perwerdeya bi zimanê dayîkê li Rojava, di nava şert û mercên herî dijwar ên şer û dorpêçê de, bi keda bi hezaran cangoriyan, mamoste, rewşenbîr û xebatkarên çandî hatiye avakirin. Di nava 15 salên borî de, ev pergal ne tenê bûye amûreke fêrbûnê, di heman demê de bûye stûna bingehîn a parastina çand, dîrok û hişmendiya civakî. Lewma kêmkirina saetên dersê sînorkirina "sê saetan" ne tenê guhertineke di bernameya xwendinê de ye; ev yek ji aliyê civak û xwediyên babetê ve weke hewldaneke ji bo lawazkirin û valakirina naveroka vê pergala xweser tê xwendin.

Zimanê dayîkê ne tenê amûrek e ji bo ragihandinê. Ew ruh, nasname û bîra kolektîf a civakê ye. Li erdnîgariyeke ku bi sedsalan ziman û çanda gelê Kurd rastî polîtîkayên înkar û bişaftinê hatiye, bidestxistina perwerdeya bi zimanê dayîkê bi bedelên giran çebûye. Her sînorkirin an mudaxeleyeke li ser vî mafî, rasterast weke êrîşek li ser hebûn û siberoja gelê ku li wir dijî tê dîtin. Ev yek jî bertekên ku derdikevin holê dixe nava çarçoveyeke gelekî berfireh a parastina rûmet û hebûnê.

Bertekên ku li herêmê li dijî vê biryarê hatine raberkirin, nîşan didin ku civak xwedî li ked, xwêdan û berhemên xwe derdikeve. Gelê Rojava bi salan e ji bo zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin, bifikirin û bi pêş bikevin bedel dabûn, ji ber vê yekê jî destûr nadin ku ev destkeftiyên stratejîk bi biryarên kêm an bi sînorkirinên wisa bên xeniqandin.

Pirsgirêka ku îro li ser tê axaftin, bi tu awayî ne pirsgirêke teknîkî yan jî ya hejmareke saetên dersê ye. Ev têkoşîneke li ser parastina azadî, nasname û paşeroja perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Heta ku ev rastî neyê dîtin û rêz li vê keda 15 salî neyê girtin dê bertekên civakî yên ji bo parastina vê destkeftiyê jî berdewam bikin.

Xeta sereke ya nasnameya neteweyî

Li Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêka ziman tu carî tenê nebûye mijareke hêsan a ragihandinê yan jî pirseke teknîkî ya pedagojîk. Ziman li vir, di heman demê de xeta herî sereke ya parastina nasname û hebûna neteweyî ye. Lewre li Rojavayê Kurdistanê mijar ne tenê meseleya ziman e, meseleya nasnameyê ye. Netewek bê ziman bê nasname ye, bênasnamebûyîn jî tunebûn e. Ev gotin bi awayê herî zelal girêdana di navbera hebûna netewek û hebûna zimanê wî de derdixe holê.

Nasnameya netewî ji nirxên çandî, dîrokî, civakî û zimanî pêk tê. Lê belê di nava van hemû nirxan de, ziman stûna herî bingehîn e. Ziman ne tenê peyv û rêziman e; qada bîra civakî, têgihîştin û dîtina cîhanê ye. Gava zimanê netewek tê qedexekirin an jî asîmîlekirin, bi vî rengî rasterast armanc ew e ku bîra wî ya dîrokî û girêdana wî ya bi kokên xwe re bê qutkirin. Ji ber vê yekê, parastina ziman ne tenê parastina peyvek e, parastina tevahiya dîrok û rûmeta mirovahiyê ye.

Di dîrokê de, li ser gelê Kurd polîtîkayên giran ên înkar û asîmîlasyonê hatine meşandin. Sîstemên desthilatdar baş dizanin ku riya herî hêsan a qirkirina neteweyek, qedexekirina zimanê zikmakî ye. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi salan bi vê rastiya tal re rû bi rû ma. Lewma her pêngaveke ji bo fêrbûn, nivîsandin û perwerdeya bi zimanê Kurdî, ne tenê xebateke çandî, di heman demê de berxwedaneke siyasî û rûmetê ye. Bêzimanbûn ango windakirina ziman, di encamê de dibe sedema tunebûna di nava çandên serdest de.

Îro li Rojavayê Kurdistanê, hewldanên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî di warên perwerde, çapemenî, edebiyat û jiyana rojane de, bersiveke mezin e li hemberî polîtîkayên bêparkirinê. Mafê axaftin û perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve jî tê naskirin.

Kesên ku bi zimanê xwe dixwînin, difikirin û li ber xwe didin, xwedî hişmendiyeke neteweyî û mirovî ya xurt in. Ev zanyarî rê dide wan ku li hemberî asîmîlasyonê bibin xwedî helwest. Li Rojavayê Kurdistanê ziman û hebûn du rûyên heman têkoşînê ne. Netewek ku bi zimanê xwe diaxive, dinivîsîne û têdikoşe, nîşan dide ku ew li ser xaka xwe xwedî hebûn û îrade ye. Têkoşîna ji bo ziman, têkoşîna ji bo mayîndebûn û mayîna li ser lingan e. Ji ber ku bêzimanbûn tunebûn bi xwe ye.

Rola jinan a di parastina ziman de û bangawaziya ji bo xwedîderketinê

Têkoşîna ji bo ziman divê ne tenê bi hestên demkî lê belê bi awayekî sîstematîk, bi plan û bênavber were meşandin da ku encamên mayînde bi xwe re bîne. Jin di parastin û ragihandina ziman, çand û nirxên civakî de stûna sereke ne. Ji ber vê yekê, pêşengiya jinan di vî warî de bandoreke mezin û guherbar li ser tevahiya civakê çêdike. Ziman ruhê civakê ye. Ger xwedîderketin çênebe helwest neyên nişandan; ev yek dê bi xwe re windabûna nasname û hebûnê bîne.