'Ziman nasnameya çand û diroka netewan e'

Endama Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo Delal Heşîm bal kişand li ser polîtîkayên bişaftinê ya ji aliyê netew dewletan ve li ser gelê Kurd tê meşandin û bi gotina “Ziman nasnameya çand û dîroka netewan e” banga xwedî derketina li zimanê Kurdî kir.

VIYAN AMED

Qamişlo – Piştî Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojghilatê Sûriyê, şoreşa ziman jî pêk hat ku yekser zimanê Kurdî ked fermiyetê û niha bi sedan dibistan hene ku zarokên nû dest bi xwendinê dikin bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin. Her wiha gelek saziyên ziman, peymangeh û zaningeh hate avakirin ku zarokên Kurd dîrok, nasname û hebûna xwe dixwînin. Her wiha pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn mîna Ereb, Suryan û Ermen jî li ser bingehê pêdiviyên pergala Netewa Demokratîk a tevahî gelan bi çand û zimanên wan hembêz dike bi zimanê xwe dixwînin.

Der barê roja zimanê dayikê ya cîhanî de, Endama Saziya Zimanê Kurdî bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal Heşmî bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê. Delal Heşmî qala pêşketinên di hêla parastina ziman de ku bi Şoreşa Jinê ve bi pêşket nirxand.

Delal Heşîm roja zimanê dayikê li tevahî kesên ku îro zimanê diparêzin û didin jiyîn pîroz kir û got: “Cîhana ku em dijîn, gelek reng û netewên cuda hene û herkes xwedî ziman û çandek e. Mafê her mirovekî heye ku bi zimanê dayika xwe biaxive, bixwîne û binivîsîne. Nasnameya mirovan, nasnameya zimanê dayikê ye. Kesên ku xwedî li ziman û çanda xwe dernekeve, ew kes bi tunebûnê re rû bi rû ye.”

Li dijî zimanê Kurdî êrişên birdozî

Delal Heşîm a bal kişand polîtîkayên bişaftinê ya ji aliyê netew dewletan ve li ser civakan tê meşandin, qedexeye zimanê Kurdî ya li her aliyên Kurdistanê wiha anî ziman: “Bi salan e êrîşek birdozî li dijî zimanê kurdî heye, lê ruxmê ewqas êrîşan jî gelê kurd karibû xwedî li zimanê dayikê xwe derkeve. Hêzên serwer bi feraseta netewperest axa Kurdistanê parçe kirin. Dewletên serwer bi awayekî zanebûn zimanê Kurdî qedexe kir. Bi polîtîkayên bişaftinê re li her aliyên Kurdistanê zarokên Kurd neçar diman ku bi zimanê Erebî, Tirkî û Farisî bixwînin. Dewlet da ku çand û zimanê me qir bike, hemû rêbazan bi kar anî. Kesên ku karibû zimanê kurdî biparêze dayik û dapîrên me bûn.”

Şoreş bû bingehê bipêşxistina ziman

Delal Heşîm da zanîn ku bi Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew karibûn zimanê xwe nûjen bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Feraseta nijadperestiyê li her aliyên Kurdistanê bi awayekî çalak ji aliyê desthilatdaran ve hate meşandin. Gelê kurd neçar diman ku zarokên xwe bi zimanê Erebî, Kurdî û Farisî bidin xwendin. Lê ev yek bi şoreşa Rojavayê Jinê re hate guhertin. Şoreş çawa ku li gelek qadan pêşketin avakir, di ziman de jî pêşketin avakir û ev yek şiyarbûnek mezin çêkir. Bi şoreşê re nifşên me karibûn hînî çand, ziman û dîroka xwe bibin. Heta gelek pêşketinên mezin rû dan ku me karibû zanîngeha Rojava vebikin û bi zimanê Kurdî perwerde tên dîtin. Her wiha gelek pirtûk bi zimanê Kurdî hatin çapkirin. Ev yek xeyalê dayik û dapirên me vegerand rastiyê. Îro zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde dibînin, dîroka xwe nas dikin û çanda xwe jiyanî dikin.”

‘Xwedî li zimanê xwe derkevin’

Delal Heşîm di dawiyê de bang li herkesî kir ku xwedî li zimanê dayikên xwe derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Da ku em bikaribin zimanê xwe biparêzin em ê herdem li hemberî feraseta nijadperest û hêzên dagirker têbikoşin û şoreşa ziman biparêzin. Ger îro em xwedî li destkeftiyên xwe dernekevin, tu hêz xwedî li me dernakeve. Dema em girîngî bidin ziman û çanda xwe, dê derdor jî girîngî bidin. Em wek gelê kurd rastî gelek zilman hatin, lê em ê îro çand û dîroka xwe biparêzin û hînî nifşên pêşerojê bikin. Armanca me ya bingehîn ewe ku zimanê me di asta cîhanî de bê nasîn. Herî dawî jî ez bang gelê kurd û jinan dikim ku xwedî şoreşa xwe derkevin û em herdem zimanê xwe bidin jiyîn.”