Ziman nasname û hebûna civakê ye

Xwendekarên dibistana amadeyî ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê roja zimanê dayikê pîroz kirin û dan diyarkirin ku divê Kurd ji bo hebûna xwe û rûmeta xwe ya neteweyî li zimanê xwe xwedî derkevin û bi axaftin, xwendin û perwerdeyê biparêzin.

HÊVÎDAR TALÎ
Mûsil - Bi armanca rêzgirtina ji bo zimanê dayikê ya tevahî neteweyên cîhanê 21’ê Sibata 1999'an ji aliyê Rêxistina Çandî ya Neteweyên Yekbûyî  UNESCO’yê ve wekî roja zimanê dayikê ya cîhanê hat îlankirin û ji wê demê ve li welatan bi çalakiyên cihê reng tê pêşwazîkirin. Dibistanên Wargeha Penaberên Kampa Mexmûrê ya  ser bi bajarê Musil ê Îraqê jî bi çalakiyên pîrozbahiyê rojê pêşewazî dikin. 
Pergala perwerdeya wargehê ji dibistana dayikê destpê dike heta dibistana Amadeyî didome. Di nava wargehê de 5 dibîstanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, dibîstanek navîn û yek amadeyî heye. Hêjmara xwendevanan bi giştî nêzî 3000’an ne. Pergala perwerdê bi zimanê Kurdiye. Herdû sal carekê konfaransa qada perwerdê li ser mufredadên waneyan tê li darxistin.
Xwendevanên ku li vêderê dibistana Amadeyî di qedandin tevlî ezmunên Zaningehê dibûn û diçûn bajarê Hewlerê Zanîngeh di xwendin. Lê ji ber ev dû sale amaborgoya ku ji hêla hikumeta herêmê ve li wargehê di dome, êdî xwendevanên ku tevlî ezmunên zanîngehê dibûn û beşên baş qazanç jî dikin nikarin derbazî zanîngehê bibin.
Der barê roja zimanê dayikê de xwendekarên dibistana amadeyî ya Wargeha panaberan a Mexmûrê axivîn. 
“Ziman nirxek pîroze”
Xwendekara dibistana amadeyî Rihan Kaya da zanîn ku gelek ziman li ber tunebûnê ne û got: “Ez roja zimanê zikmakê li hemû kesê pîroz dikim. Ziman hebûn û nasnameya gelan e, Di cîhanê de ziman yek ji nirxên herî pîroz ê mirovan e. Ji bo wê jî parastina ziman karê hemû mirovahiyê ye. Di roja îro de li cîhanê bi dehan ziman li ber tunebûnê ne. Ji bo ev tunebûn were rawestandin ev roj hatiye diyarkirin. Ji bo wê jî ev roj gelek girîng e û dive ku mirovahî lê xwedî derbikeve. Li cîhanê pirsgirêka herî sereke pirsgirêka ziman e. Ev jî dibe sedema krîzeke mezin. Ji ber ku dema zimanek tune bibe ew civak jî tune dibe.”
‘Di vê sedsalê de xwestin zimanê Kurdî tune bikin’
Rihanê bal bal kişand ku dewletên serdest dixwazin zimanê Kurdî tune bikin û wiha pêde çû: “Di nava wan zimanên ku bi tunebûnê re rû bi rû mane de zimanê Kurdî jî heye. Kurd ji ber zîmanê xwe yê Kurdî di vê sedsalê de bi qedexeyan re rû bi re rû man, xwestin zimanê wan tune bikin. Ji ber wê Kurd di Rojhilata Navîn de bi çarenûskeke ku bindestiye li ser wan ferz dike re re rû bi rû mane û rastî êrîşên cur be cur yên tunekirinê hatine. Ev êrîşên ku pêk tên ji bo jiholêrakirina Kurdan e. Ji bo vê jî dewletên cîhanê yên desthilatdar asîmîlasyonek li ser zimanê Kurdî dane pêşxistin. Ji ber wê jî em dibêjin ger gelek, civakek zimanê xwe neparêze, wê nikaribe hebûn û nasnameya xwe biparêze. Ji ber ku di cîhanê de her gelek bi zimanê xwe tê naskirin. Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî dewlemend ê cîhanê ye. Ji ber ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî divê zimanê Kurdî di nava cîhanê de xwedî girîngiyek be. Bi taybetî ji ber van êrîşên li ser zimanê Kurdî divê gelê Kurd li hemberî vê yekê helwestek mezin nîşan bide. Divê li hemberî vê yekê, projeyên gelê Kurd jî hebin. Li ruxmê hemû êrîşên li ser zimanê Kurdî tên kirin jî sedema tunenebûna zimanê Kurdî ji çand, dîroka wê ya dewlemend û berxwedana wê tê.”
‘Mêtingerî li ser ziman tê kirin’
Her wiha xwendekara dibistana Amediyî Fîdan Tekîn da zanîn ku zimanê dayikê gelek girîng e û got: “Dema mirov zimanê dayikê bigre dest divê girîngiya ziman jî bigre dest û were zanîn ku ziman hebûnek çawa ye. Ziman amûra têgihandina mirovan pêk tîne ye, mirov bi rêya ziman hest û ramanê xwe tînin ziman. Li aliyê din jî ziman hebûneke zindî ye, xwe nûjen dike û bi pêş dikeve lê dema zindî nemîne ango pê neyê axaftin, xwendin û perwerde neyê dîtin bi demê re tune dibe. Dema em dabeşa ziman dikin dû pirsgirêk derdikevin pêşiya me. Ya yekem dema mirov dinêre dibîne ku nifşên nû bi tu awayî bi zimanê dayika xwe naxavin û li aliyê din jî mêtingeriyek ku li ser ziman tê kirin heye. Dema ku em li zimanên cîhanê dinêrin, dibînin ku gelek ziman bi tunekirinê re rû bi rû mane. Heta li gorî daneyên herî dawî, zimanên heyî heta bigihîjin sedsalek din tenê ji çaran yek ziman wê werin axaftin û her sê zimanên din jî ber bi tunebûnê ve diçin û tune dibin.”
‘Ger zimanek tenê be hemrengiyek çênabe’
Fîdanê di dawiya axaftina xwe de got ku divê zimanê xwe biparêzin û wiha domand: “Ji bo em zimanê xwe li ser piyan bigrin, divê em bi zimanê biyanî neaxivin. Zanîna zimanê xwe dewlemendiyek e, ji ber ku her zimanek tê wateya hemrengiyekê. Divê em li zimanê xwe xwedî derbikevîn da ku zimanê me tune nebe. Li aliyê din jî çawa ku em rêzê ji zimanê xwe re digrin divê em rêzê ji zimanên din jî bigrin. Divê em zimanê Kurdî bi awayekî sereke bi derdorê bidin pejirandin û destpêkê bi xwe re bidin rûniştandin û nîşanî nifşên nû bidin, hebûna wan bidin berdewamkirin. Ger hemû ziman bibin yek bi tu awayî hemrengiyek çênabe. Zanîna zimanên din dewlemendiyek e lê belê divê destpêkê em zimanê xwe bizanin. Bi vê munasebetê ez roja zimanê dayikê li hemû kesên ku zimanê wan li ber tunebûnê ye pîroz dikim. Hêvîdar im ku hemû kesên  nikarin bi zimanê xwe biaxivin, ji niha û pê ve bi awayekî azad li ser axa welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin.”