Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi civînekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî.
Şehba-Zeyneb Kinaci (Zîlan) di salvegera şehadeta xwe de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bibîranîn. Îro jî Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi civînekê Zîlan bi bîr anî. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna şêniyên Şehba, Efrîn, endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hat. Her wiha hola civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zeyneb Kinaci (Zîlan) hatibû xemilandin. Têkildarî jiyan û têkoşîna Zîlanê sînevîzyonek hate pêşandan.
"Çalakiya Zîlanê çalakiyeke fikrî ye"
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Rêvebera Meclisa herêma Efrînê Newroz Ehmed pakrewanên azadiyê di kesayeta têkoşer Zîlan de bi bîr anî û ji bo çalakiya Zîlan ev tişt got: "Em di kesayeta Zîlan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û em bi saya tekoşîna wan îro xeta berxwedanê didiomînin. Têkoşer Zîlan di vê rojê de çalakiya xwe ya fedayî pêk anî bi armanca wê ew bû ku bibe bersiv ji planên dagirkeriya dewleta tirk re. Dewleta tirk xwest di vê mehê de komploya navneteweyî di sala 1996'an de li ser Rêber Apo pêk bîne lê hevala Zîlan ji vê komployê re bû bersiv û canê xwe feda kir. Zîlan rêya azadiyê ji jinên Kurd re vekir û bû pira azadiyê ji jinan re. Em li ser şopa têkoşer Zîlan dimeşin. Çalakiya Zîlanê çalakiyek rêxistinkirî û fikrî bû. Bi hizir nêzî planên dagirkeriyê bû."
Herî dawî koma şehîd Avesta ya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, têkildarî berxwedan û têkoşîna Zîlanê stran gotin.