Zilamekî li ber çavên zarokên xwe hevjîna xwe qetil kir
Zilamekî 30'î salî li Batna ku yek ji dewletên rojhilatê Cezayîrê ye, li ber çavên her sê zarokên xwe, hevjîna xwe qetil kir.
Zilamekî 30'î salî li Batna ku yek ji wîlayeta rojhilatê Cezayîrê ye, li ber çavên her sê zarokên xwe, hevjîna xwe qetil kir.
Cezayîr – Di 23'ê Sibatê de, ji ber şîdeta malbatî jineke ji Batnayê hat qetilkirin. Her wiha rewşa tewana ku qewimî ye, qatil hatiye binçavkirin û niha dibin lêpirîsînê de ye
jina 28 salî ya hatiye qetil kirin , dayika 3'ê zarokan bû. Her wiha ji ber şîdeta ku hevjînê wê lê dikir, wê gelek caran dozên hevberdanê vekiribûn.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji despêka vê salê ve li Cezayîrê 6 jin hatine qetilkirin. Her wiha malpera Fîmînist a Cezayîrê ragihand ku di 2020'an de 54 jin hatine qetilkirin.