'Zihniyeta mêr li Mexribê li pêşiya jinan di warê siyasetê de dibe astengî'

Aktivîsta mafên mirovan Hatîce Rabah, diyar kir ku zihniyeta mêr li Mexribê jinan ji derveyî xebatên siyasî dihêle û xwest wekheviya jin û mêr di zagonan de bikeve bin temînatê.

HANAN HARITE

Mexrib – Li hemû cîhanê jin nikarin di siyasetê de bibin xwedî biryar. Li Mexribê jî dikare were gotin ku di vî warî de cudakariyek zêde heye. Her çiqas jin di vî warî de kampanyayên cuda li dar bixin jî hê negihîştine asta ku dixwazin. Aktivîsta mafên mirovan û damezrînera Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê Hatîce Rabah, bal kişand ku her çendî ji 2002’’yan ve jin di siyasetê de zêde bûbin jî negihîştine armanca xwe. Hatîce Rabah got: “Hejmara jinên li parlamentoyê bû ji sedî 10,8 û ji 20  salan zêdetir e li meclisê ji sedî 24,3, koman de jî gihîşt ji sedî 26 lê tevî vê pêşketinê jî li gorî armancên tevgera jinan nîn e ango kêm dimîne.” 

‘Wekhevî daxwazeke civakî ye’

Hatîce Rabah bal kişand ser rêgeza wekheviyê ya di astên jor de û diyar kir ku li Mexribê pêdivî bi wekheviyê heye. Hatîce Rabah, xwest ku ji bo pêşketina ku bandorê çêbike divê potansiyela jinan derkeve holê û wiha got: “Wekheviya jinan û nûneriya wan a siyasî êdî dirûşm an jî daxwaza wekheviya jinan nîne e. Divê di navbera jin û mêran de hewldanên bi aheng hebin.”

‘Astengiyên herî mezin zagon in’

Hatîce Rabah, bal kişand ku astengiya herî mezin a li pêşiya jinan a siyasetê zagon in û wiha domand: “Ger em zagona teşkîlata meclisa şêwirmendî û Meclisa Nûneran, heta zagona tekşîkata têkildarî hilbijartina endamên meclisa herêmî bigrin dest, em ê bibînin ku di warê wekheviyê de hukm tune ye. Pergala kotayê jî ji bo gihîştina endamtiya Konseya Meclisê derfetê nade ku wekheviya rastî pêk were. Baweriya partiyên siyasî bi jêhatîbûn û behremendiya jinan tune ye. Di siyasetê de jin li cihê ku derfeta serkeftinê nîn e tên bicihkirin. Li aliyê din em dizanin ku di pêvajoya hilbijartinê de li darxistina kampanyayan, fînansekirina civînan behremendiya aborî dixwaze û ev rê ji bo jinan vekirî nîn e.”

‘Jin rastî şîdeta siyasî hatin’

Hatîce Rabah bal kişand ku tevî pêşketinên di civaka Mexribê de jî kevneşopî û adet hê jî jinan ji siyasetê dûr dixin û wiha axivî: “Tevî ku di mewzuat û zagonan de hinek tişt hatine bidestxistin jî di civakên ku ramanên mêrsalar di wan de serdest in de, jin ji siyasetê tên dûrxistin. Di sala 2021’ê de gelek jin rastî şîdeta siyasî hatin. Jinan ji bo guherandina metna Zagona Malbatê ya Mexribê komxebat li dar xistin û ji bo di warê aborî de jin bi hêz bibin, bi awayê demokratîk beşdar bibin xebatan kirin.”

‘Ciwan naxwazin tenê weke hijmar bimînin’

Hatîce Rabah diyar kir ku li welat bala ciwanan ji siyasetê re heye û tevli civînên li ser medyaya dîjîtal dibin û ev agahî dan: "Dijberî tiştên tên gotin, bala jin û mêrên ciwan ên Mexribê ji siyasetê re zêde ye. Civînên ku bi saetan didomin, zimanê ne zelal ê ku weke rêbazek rûniştibû êdî nayê tercîhkirin. Ciwan bi rêbazên ku wan îfade dikin têkiliyên cihî datînin. Ciwanên Mexribê tenê weke hejmar hebûn li qada siyasî red dikin. Dixwazin beşdarî bi bandor be û ji pêvajoya siyasî re bibe piştgirî.”

Hatîce Rabah, têkildarî pirsa divê ciwanên Mexribê çawa beşdarî xebatên siyasî bibin û nûnertiya jinan a siyasetê divê çawa berfireh bibe de got: “Divê îradeyek siyasî ya rastîn hebe. Divê wekheviya jin û mêr di zagonan de hebe û were pêkanîn.”