'Zihniyeta mêr hewl dide jinan ji nûnertiya siyasî dûr bixe'
Aktîvîsta siyasî ya Mexribê Khadija Al-Rajî diyar kir ku zextên civakî yên ku jin di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de bi wan rû bi rû dimînin ji ber zihniyeta mêr in, da zanîn ku hewl didin wan ji siyasetê dûr bixin û divê li dijî vê têkoşîn bê meşandin.
HANAN HARET
Mexrib – Li Mexribê jin di warê siyasî de têkoşîna xwe bilind dikin, di parlamento, dezgehên cur be cur ên siyasî û di nava partiyan de hewl didin bibin xwedî gotin. Ji bo ku feraset û têgihîştina ji ber zihniyeta mêr çêbûne bişkînin, pêdiviya jinan zêdetir bi rêxistinbûn û zanînê heye.
Aktivîsta Mexribê Khadija Al-Rajî yek ji jinên ku bi zihniyeta mêr a xebatên jinan ên siyasî asteng dike re têkoşiyaye û bi wan nêzîkahiyan re derketiye serî ye, ji ajansa me re axivî.
Aktivîsta siyasî Khadija Rajî, diyar kir ku jin di dema xebatên xwe yên siyasî de di nava civakê de rastî astengiyên ku ji ber zihniyeta mêr çêbûne tên û bal kişand ku ev zihniyet di her merheleya xebatên siyasî de xwe dide der. Khadija Rajî, bal kişand ser hejmara kêm a jinan di parlamentoyê de û got: “Ev rewş nîşan dide ku hê jî bawerî bi behremendiya jinan tune ye û partî potansiyel û polîtîkayên ku jinan digihîjînin pozîsyonên pêşengiyê naxin meriyetê.”
‘Mêr pîroz tên dîtin’
Khadija Rajî diyar kir ku hinek kes difikirin jin li gorî siyasetê nîn in û wiha berdewam kir: “Di civaka me de terzeke şaş heye, mêr ji zarokatî ve pîroz tên dîtin. Ji ber vê yekê pirsgirêk û nelihevkirin derdikevin.”
Khadija Rajî bal kişand ku jinên Mexribî bi mêran re têdikoşin, li dijî mêtinkariyê, çekê digrin û heta serxwebûnê, li dijî her cure zexta ku welat bûye şahid berxwedêr bûne û wiha domand: “Tevî van hemûyan jî jin vegeriyan malên xwe yên siyasetê dikin niha mêr in! Vê yekê jî pêşî li çêbûna klîşeya ku jin di siyasetê de cih negirin. Jin zêdetir di nava partiyê de têdikoşin lê bi awayê dil cihê xwe nagirin.”
Khadija Rajî, diyar kir ku tevî jin li her derê ne, dema mijar hilbijartin be, kes wan nabîne, ji bo xwe paşve bikşînin an jî xwe bidin paş li dijî wan komplo tên çêkirin û got: “Di hilbijartinên 2002’yan de ez di lîsteya duyem de bûm û matmayî mam dema ku hempîşeyek min destê xwe li maseyê da û bi dengekî bilind ji min re got divê ez dev ji vê lîsteyê berdim.”
‘Ez her dem amade bûm’
Khadija Rajî li ser pejirandina xwe ya di nava partiyê de jî wiha got: “Weke kes ez her dem amade bûm, min di civînan de pêşniyarên xwe anîn ziman, wan parast û bi hemû kesên ku li qadê bi min re têdikoşiyan re hevrû bûm lewre min tu carî paşve gav navêt û têk neçûm. Ez ji gavên xwe bawer bûm û bi amadebûna di xebatên siyasî de min xwe îsbat kir.”
Khadija Rajî, diyar kir ku di sala 1975’an de wê dest bi kariyera xwe ya siyasî kiriye û wiha domand: “Tecrubeyên ku bandoreke mezin li ser riya min kirin çêbûn. Di navbera salên 1997-2005’an de li navçeya Mers al-Sultan ez endama katibiya neteweyî ya jinan bûm û min xebatên kolektîf meşandin, min serkeftinên mezin û girîng bi dest xistin û min wê demê du pêvajo endamtiya meclisa şaredariyê kir.
‘Mexrib hê jî di merheleya avakirina meşeke femînîst de ye’
Khadija Rajî li ser derbaskirina astengiyên li pêşiya siyasetê ji bo jinan ku di civaka Mexribê de zêde ne û zehmetiyên ku di warê biryardayînê de li pêşiya wan tên derxistin jî wiha got: “Mexrib, hê jî di merleheya avakirina meşeke femînîst de ye lewre mewzûata zagonî ji bo bihêzkirina jinan bes nîn e. Divê polîtîkayên civakî, aborî û çandî yên ku li ser kêmasiyên di civakê de disekinin hebin. Ji bo bandora zihniyeta mêr a ku jinan weke çîna duyem dibîne, wan ji nûnertiya rastîn û beşdariya bi bandor veder dike, kêm bibe divê jin di nava partiyan û mekanîzmayên biryargirtinê de pozîsyonên pêşeng bigrin.”
Khadija Rajî, bal kişand ser pêwistiya teşwîqkirina jinan ji bo siyasetê û got: “Divê di nava civakê de zagonên ku wekheviya rast teşwîq dikin werin pejirandin û ji bo edaleta civakî divê demokrasî were avakirin lewre ev yek ji bo her civakê bingeha pêşketinê ye.”