Zeynep Kinaci li Şengalê hat bîranîn
Li gundê Digura Şengalê bi semîner û sînevîzyonek Zeynep Kinaci hat bibîranîn.
Şengal – Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li gundê Digura Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat lidarxistin. Endamên TAJÊ Dayê Xoxê Cindî, Edol Şemo û Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico di derbarê xebat û jiyana Zîlan de axaftin kirin.
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico diyar kir ku Zîlan beriya Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas bike jî kesayetek jîr û zane bûye, ev rê bi zanatî hilbijartiye û wiha pêde çû: “Hevala Zîlan ne kesayetiyek e ji rêzê bû di pergalê de jî jinek jêhatî, jîr û zana bû jixwe wê xwendina xwe qedandibû. Lê jiyana nava pergalê ji wê re zor hat û xwest serî li hemberê dagirkeriyê rake û beşdarî refên têkoşînê bû. Ew di nava refên tevgera azadiyê de jî her tim xwedî lêgerîn bû. Lêgerîna wê ew kir canbexşa gel û welatê wê. Em soz didin ku heya jineke Êzidî hebe, heya dilopek xwîn di canê me de hebe wê têkoşîn û doza wan her tim bi nifşên nû were bihêzkirin. Em ê şopdarên wan bin.”
“Bi Saya wan em di vê merheleyê de ne”
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidê (TAJÊ) Xoxê Cindî jî diyar kir ku bi saya şehîdan, ew gihîştine vê astê û wiha domand: “Şehîdên me rûmeta mirovahî û bi taybetî jî rûmeta jinan e. Em wek jinên Êzidî bejna xwe li hemberî şehîd Zîlan û tevahî şehîdan ditewînin. Sekna Şehîdan ji me re perwerde ye ger îro em tev li vir civiyabin, bi saya keda wan e ger em pêşve çûbin û daxwaza mafên xwe dikin encama keda wan e em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê her li pey şopa wan bin.”
Jina bi navê Zozan Yusif jî bi van gotinan hestên xwe yên li hemberî lehengiya şervanên azadiyê anî ziman: “Em îro ji bo bîranîna şehîda xwe Zîlanê amade bûne em weke jinên Şengalê heya dawî li dû riya wan bin divê em hemû bibin yek û weke wan têbikoşin divê em tev bibin Zîlan, tenê em wiha dikarin xwedî li axa xwe derbikevin û welatê xwe rizgar bikin.”