Zeyneb Mihemed: Naskirina Rêveberiya Xweser li Katalonya gaveke dîrokî ye
Hevseroka Desteya Jinê di Rêveberiya Xweser de, Zeyneb Mihemed naskirina Rêveberiya Xweser di parlementoya Katalonya de nirxand û got: "Gaveke dîrokî ye ku Parlementoya Katalonya, Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir, ev gav jî wê di dîrokê de bê nivîsandin."
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Parlemetoya Katalonya di 20'ê Cotmehê de ku di wê rojê de rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê bû ku, bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Di dengdayînê de 80 parlementer dengê erê dan û 49 parlementer jî dengê na dan. Parlementoya Katalonya bû yekem ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi awayekî fermî nas bike. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Desteya Jinê di Rêveberiya Xweser de nêrînên girîng parvek kir.
"Bi saya berxwedana gel ev gav hate avêtin"
Zeyneb Mihemed naskirina Rêveberiya Xweser di Parlementoya Katalonyayê de wiha nirxand: "Em di serî de spasiya Parlementoya Katalonya dikin ku gavekî şêndber di naskirina Rêveberiya Xweser de avêtin. Em bi hêvîne ku hemû hikûmetên ku bi dengê demokrasiyê bang dikin, gavekê wiha bavêjin. Sedema vê gavê ew bû ku berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û serkeftina ku hatin bi destxistin e. Her wiha da ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî cîhanê bê naskirin gelek têkiliyên girîng çêbûn. Bi rastî jî di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta roja îro berxwedaniyên destanî hatine çêkirin. Em dikarin bêjin ku Rojavayê Kurdistanê bû xeta parastinê li hember hovîtiya dewleta tirk û karibû tevahî Sûriyeyê biparêze. Ji ber projeya dewleta tirk hebû ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê têkçûna çeteyên DAIŞ'ê serkeftineke pîroz bû ku hemû mirovahî ji vê belayê rizgar bû. Rêveberiya Xweser li ser bingeha tevlîbûna jinê, hemû pêkhateyên ku di herêmê de dijîn tevlî bibin û civak bibe xwedî bîryar hate damezrandin. Ev yekane bû sedem ku Rêveberiya Xweser bê avakirin. Rêveberiya Xweser di tevahî cîhanê de mînake ku gel xwe bi xwe bi rêve dibe. Em dikarin bêjin ku ev gavane bû sedem ku Katalonya gavek erênî bavêje."
"Wê karekî hevbeş li ser bingeha konfederalîzmê bê avêtin"
Zeyneb gavên ku ji aliyê Parlementoya Katalonya û Rêveberiya Xweser de bên avêtin wiha parve kir: "Dema ku îtîrafeke di derbarê tiştekî de tê gotin, divê gavên şênber jî bên avêtin. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê di parlementoyê de hate naskirin wê ev gav bihêle ku gavên hevbeş jî bên avêtin. Parlemento erê kir, loma dixwazin ku hin têklî di navbera wan û Rêveberiya Xweser de hebe, çi aborî, çi civakî û çi jî pergala Rêveberiya Xweser li wê derê be. Wê karekî hevbeş li ser bingeha konfederalîzmê bê avêtin. Nêrîna me hemû di vê derbarê de erêniye."
"Bi peyîwendiyên rast Rêveberiya Xweser di parlementoyê de hat naskirin"
Zeyneb Mihemed dengên ku di Parlementoya Katalonyayê de hatiye dayîn wiha anî ziman: "Di parlementoyê de 80 parlementer deng ji bo erêkirina Rêveberiya Xweser hate dayîn, ev yek jî bi têkiliyên mezin pêk hat. Em dikarin bêjin ku têkiliyên rast hatin kirin ku îro Rêveberiya Xweser di Parlementoya Katalonyayê de hate naskirin. Rêveberiya Xweser bi pergala xwe karibû sûretekî baş raberî cîhanê bike ku di encamê de di parlementoyê de bê naskirin."
"Bîryara ku hatiye dayîn serkeftina Rojavayê Kurdistanê û Katalonyayê ye"
Zeyneb balkişand ser yekemîn Parlementoya Katalonyaye ku Rêveberiya Xweser nas kir û wiha domand: "Gaveke dîrokî ye ku Parlementoya Katalonya, Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir, ev gav jî wê di dîrokê de bê nivîsandin. Rêveberiya Xweser dikaribû serkeftinên mezin bi dest bixîne, ji ber Rêveberiya Xweser çeteyên mîna DAIŞ'ê re şer kiriye û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destê wan rizgar kiriye. Beriya niha gavên leşkerî gelek hatin avêtin, lê di siyasî de nedihat avêtin. Mirov dema mêze dike, elbet berjewendiyên navdewletî heye ku nahêlin hin gavên siyasî bên avêtin. Dema mirov pergala Rêveberiya Xweser mêze dike, demokrasî, wekhevî û tevlîbûna jinê heye, dema mirov berjewendiyên navdewletî mêze dike, ev yek ne li gor berjewendiyên wan e. Biryara Parlementoya Katalonya daye, serkeftinek ji bo Katalonya û Rojavayê Kurdistanê ye."
"Bi bîryarin ku gavên hîn mezintir bavêjin"
Zeyneb Mihemed diyar kir ku divê gelek hikûmet li ser xeta Katalonya bimeşin da ku gavên mezin di naskirina Rêveberiya Xweser de bê avêtin û wiha got: "Rêveberiya Xwer li tevahî cîhanê hatiye naskirin, ji bo ku bê qebûlkirin du gav pêwist dike ya yekê xurtkirina pergala xwe ye ku gelek gavên mezin hatine avêtin. Divê em bikaribin herêmên ku nehatiye rizgarkirin jî pergala xwe bidin naskirin û wan jî beşdarî vê pergalê bikin. Gava duyem jî asta têkiliyan e ku divê em têkiliyên di nava navdewletî de bi zanebûn bikin. Elbet gelek têkîliyên mezin û dîrokî jî hatin avêtin. Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe li ser bingeha gel dide çêkirin, loma emê gavên hîn mezintir jî bavêjin û gelek dewletan jî îqna bikin. Ji ber li tevahî Sûriyê pergalek ji bo çareseriyek mayinde heye, ew jî Rêveberiya Xweser e. Qebûlnekirina Rêveberiya Xweser jî, ji ber her dewletek berjewendiyên xwe difikire. Divê gelek hikûmet li ser xeta Katalonya bimeşin ku bikarin gavekî bi vê awayî bavêjin. Em herî dawî jî spasiya Parlemento û gelê Katalonya dikin ku Rêveberiya Xweser naskirin. Ev yek nîşan da ku Katalonya li pişta Rêveberiya Xweser e, her wiha riya hêvî û baweriyê dide mirovan. Em bi bîryarin ku gavên hîn mezintir bavêjin."