Zeyneb Celeliyan ruxmê nexweşiyên xwe nayê tedawîkirin

Girtiya siyasî a Kurd siyasetmedar Zeyneb Celaliyan ku ev 16 sale li girtîgeha Yezdê tê girtin ruxmê nexweşiyên wê nayê dermankirin û hevdîtina wê ya bi mabatê re tê astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî a Kurd siyasetmedar Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Yezdê ya Îranê ev 16 sal e tê girtin, pirsgirêkên wê ên tendirûstiyê ên weke xirabûna dîtinê, astim, gurçik, sîstema hezimkirinê hene. Hat zanîn ku ruxmê nexweşiyên wê Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin û hevdîtina bi malbatê re tê astegkirin. 

Gef lê tê xwarin

Hat hînbûn ku di nava çend hefteyên bûrî de, desthilata Îranê carek din zexta poşmantiyê li Zeyneb Celaliyan kirin. Hat hînbûn ku desthilata Îranê gefa ger bixwaze malbata xwe bibîne û xizmeta tendirûstiyê bigre divê poşmantiyê qebûl bike, li Zeynep Celaliyan xwariye.

Li bajarê Makuyê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di 26’ê Sibata 2008’an de hat girtin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn. Zeyneb Celaliyan a ku 2 sal û 8 meh in ji hemû mafên xwe bêpar tê hiştin, li girtîgeha Navenda Yezdê tê girtin. Gelek pirsgirêkên tendirustiyê yên Zeyneb Celaliyan ên weke xirabûna dîtinê, astim, gurçik, sîstema hezimkirinê hene. Destûr nayê dayîn ku Zeyneb Celaliyan ji xizmeta tendirustiyê sûdê bigre û tedawî bibe.