Zexten Talîbanê didomin: Li dijî çapemeniyê zêdetirî 190 binpêkirin
Talîban her roja diçe li Efganistanê zextên xwe zêde dike, ji ber van zextan di salek de li dijî rojnamegeran ji 190’î zêdetir binpêkirin çêbûn.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku li Efganistanê Talîban di 15’ê Tebaxas 2021’ê de hat ser rêveberiyê di serî de jin li dijî civakê qedexe û binpêkirinan dest pê kirin.
Li gorî rapora salane ya Navenda Rojnamegerên Efganistanê; sala derbasbûyî Talîbanê bi zagona “Fermankirina Başiyê û Parastina Xirabiyê”, talîmatên nû li ser medyayê daye û zextan zêdetir kiriye.
Di raporê de hat diyarkirina ku di çar salên desthilatdariya Talîbanê de li tevahiya welat li ser medyayê û rojnamegeran 190 binpêkirin çêbûne, li gorî sala borî rêje zêdetir bûye. Hat ragihandin ku ji van bûyeran ji sedî 45 li dijî saziyên medyayê û rojnamegeran, gef bûne û herî kêm 45 rojnameger hatine binçavkirini ji wan deh kes hê jî girtî ne.
32 qenalên televîzyonê hatin girtin
Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku weşandina dîmenên zindiyan di medyayê de hatiye qedexekirin. Li gorî raporê, niha li 19 bajaran vê qedexeyê heye, herî kêm 32 qenalên televizyonê hatine girtin, hinek saziyên medyayê jî ji bo weşana xwe bidomînin neçar mane derbasî formata radyoyê bibin.
Ligel van din ava sala derbasbûyî de 5 îstasyonên radyoyê, du qenalên televîzyonê, du saziyên piştgiriya medyayê û ajanseke nûçeyan bi sûcdariyên “Propagandaya li dijî rêveberiya Talîbanê” “Gendelî” û “Hevkariya bi saziyên biyanî yan jî welatan re” hatine girtin.
Di raporê de bal hat kişandin ku Talîban zagona “Fermankirina başiyê û xweparastina ji xirabiyê” dike amûr, li ser medyayê zext û sansurê zêdetir dike.