Zextên rayedarên Îranê li ser xwendekarên jin didome

Rayedarên Îranê, ji ber beşdarbûna serhildana gel û li dijî derketina hicaba ferzkirî, zextên xwe li dijî xwendekarên jin û kur ên li zanîngehan didomîne.

Navenda Nûçeyan–Konseya Yekitiya Xwendekarên Îranê, piştrast kir ku rayedarên Îranê gazî xwendekarên keç ên zanîngeha Camran a Ahwazê ya Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Konseya Yekitiya Xwendekarên Îranê di raporekê de ragihand ku qedexeyên li ser xwendekarên keç ên zanîngeha Çamran a Ehwazê hatine zêdekirin û zext û zordarî berdewam dikin û bi hinceta pêkneanîna hicabê û tesetur gazî wan kirine.

Bêyî hincet ji bo îfadeyê bangî xwendekarên jin kirin

Di raporê de hat diyarkirin ku hejmarek zêde xwendekarên jin bêyî hinceteke zelal ji aliyê lijneya dîsîplînê ve bangî wan hatiye kirin û li gorî xwendekarên keç ên çûne lijneya dîsîplînê hat diyarkirin ku sedema gazîkirina van cil û berg û pêkneanîn hicaba ferzkirî ye.

Piştî demeke aramiya xwepêşandanên xwendekaran li Îranê, zextên saziyên ewlehiyê li ser xwendekarên keç û kur zêde bûn û zextên komîteyên ewlehiyê û lijneya dîsîplinê jî zêde bûn. Her wiha tevlibûna wan a dersan jî tê astengkirin.

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Îranê piştî beşdarbûna wan di xwepêşandan û serhildana gel de derdora 750 xwendekar girtin û zêdetirî 7 hezar û 600 xwendekar ji bo lijneya dîsîplinê gazî wan hatiye kirin û ketina dersan a gelek kesan jî hatiye astengkirin.