Zextên li ser xwepêşandanên Bogaziçiyê didome: 5 binçavkirinên din

Zexta hikûmetê ya li ser xwendekaran berdewam dike. Pênc kesên din ên beşdarî protestoyên Bogaziçiyê bûn hatin binçav kirin.

Navenda Nûçeyan - Berbi saetên sibehê ve, 30 xwendekarên ku lêpirsîna wan li Çaglayan bi dawî bûn hatin Berdan û nûçeyên binçavkirinên nû dest pê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de 5 kesên din jî hatin binçavkirin bi hinceta ku xwendekarên bertek nîşanî rektorê li Zanîngeha Bogaziçiyê protesto kirin, li Kadıkoyê beşdarî protestoya bûn. Di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Walîtiya Stenbolê diyar kir ku 5 kes hatin binçavkirin û lêgerîna 3 kesên dinê jî despêkiriye.
Di 1'ê sibatê de, polîs ketin Kampusê cihê ku avahiya Rektoriyê ya Zanîngeha Bogaziçî lê bû. Xwendekar meheke çalakiyên cûr be cûr organîze dikirin û polîsan mudaxeleyî xwendekarên li wê rûniştibûn kirin. Piştre li gelek bajarên Tirkiye yê xwendevanên zanîngehan ji bo piştgirî dayina xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê çalakiyên cuda organize kirin. Polîsan mudaxaleyî xwepêşandanan kir û gelek kes hatin gittin.
Bertekên xwendekaran ên li hember Rektora kayyum berdewam dike.