Zextên li ser çalakgerên li Îranê ji aliyê darazê ve didome

Jin li Îranê di gelek qadan de rastî zextên rejîmê tên, bi taybetî jî bi darazê re tê xwestin ku jinên têkoşer gavekê paşde bavêjin.

Navenda Nûçeyan – Dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê bi dadgehkirina çalakvan, çalakvanên siyasî, xwendekar û hunermendan zext û zordariya xwe didomîne. Wênesaz û grafîk hunermend Sara Şemsaî ya ku li paytext Tehranê dijî, ji aliyê Şaxa 15’emîn a Tehranê ve 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Sara Şemsayî ya ku meha borî hatibû binçavkirin û girtin, bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Êvînê ya ku lê dihat ragirtin, bi awayekî demkî hat berdan.

Duh jî Zehra Ceferî xwendekara pilebilind a Dibistana Zanistên Civakî ya Zanîngeha Tehranê ji aliyê hêzên polîs ên rejîmê ve hat binçavkirin û heta niha nayê zanîn ku ew birine kuderê.

Ji aliyekê din ve, hat zanîn ku xwendekara zanîngeha Sewa Meryem Dorrisî bi tometa “muxalefetê” bi 74 qamçiyan hat mehkûmkirin, bi hiceta ku li gor ferzkirina hîcabê tevnegeriyaye, heqaretê li rejî Îranê kiriye û dijberî wî propaganda kiriye di daraza ku der barê wê de hatiye vekirin 3 sal cezayê girtîgehê girtiye.