Zextên li dijî girtiyên siyasî yên girtîgeha Evînê zêde dibin
10 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, ji hevdîtina bi telefonê û vekirî ya bi malbatên xwere bê par tên hiştin. Ev qedexe piştî xwepêşandanên wan ên li dijî darvekirinan hatine pêkanîn.
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ji girtîgeha Evînê hatine belavkirin, Elaha Fuladî, Forough Taqîpur, Sakîna Parwaneh, Şîva Îsmaîlî, Zahra Safayî, Golrokh Îraî, Marzîeh Farsî û Werîşe Muradî hîn jî ji mafên xwe yên hevdîtina bi telefonê û vekirî ya bi malbatên xwe re bê par tên hiştin. Li gorî agahiyan, ev qedexe piştî girtiyên siyasî li dijî darvekirinan derketin û piştgirî dan kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ hatine sepandin.
Çavkaniyên nêzî malbatên girtiyan diyar dikin ku rayedarên girtîgehê di hefteyên dawî de li ser girtiyên siyasî yên jin qedexeyên zêdetir ferz kirine. Ev pêkanîn bû sedemê bertekên rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên civaka sivîl.
Binpêkirinên dîsîplînê
Li aliyê din, hat ragihandin ku Nesîm Sîmiyarî ji ber axaftina bi Lindsey Foreman, welatiya Brîtanî ya li girtîgeha Evînê, ji mafên telefon û hevdîtinê hatiye bê parkirin. Li gorî çavkaniyên agahiyan, rêveberiya girtîgehê ev yek wekî binpêkirina dîsîplînê nirxandin.
Lindsey Foreman û hevjînê wê Craig Foreman hîn jî ji mafên xwe yên telefon, serdan û gihîştina parêzeran bêpar tên hiştin. Hate diyarkirin ku piştî herdu hevjînan derbarê şertên girtîgehên Îranê de ku hevpeyvîn dane rastî qedexeyên cidî hatine. Çavkaniyên mafên mirovan vê rewşê wek bi fikar bi nav dikin.
Herdu hevjîn di heman demê de ji bo protestokirina van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Hate diyarkirin ku Gazel Merzban jî ji bo protestokirina cezayê 9 sal û 8 meh ê girtîgehê lê hatiye birîn ketiye greva birçîbûnê.
Parêzvanên mafên mirovan hişyarî dan ku dewama grevên birçîbûnê, zextên psîkolojîk û qedexeyên tê pêkanîn bibin yek dibe ku tenduristiya girtiyan bi awayek cidî bixe xetereyê.
Li girtîgeha Evînê zextên li dijî girtiyên dijî darvekirinê didome
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di mehên dawî de bûye sembolek girîng a nerazîbûnên girtiyên siyasî yên li dijî sepandina zêde ya cezayên darvekirinê li Îranê. Gelek girtiyên siyasî li girtîgehên cûrbecûr ên li seranserê welêt bi rêya daxuyanî û grevên birçîbûnê yên sembolîk daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê dikin.
Zêdekirina zextê li ser girtiyên siyasî
Rêxistinên mafên mirovan îfade dikin ku bêparkirina mafên bingehîn ên girtiyan ên wek telefon, serdanên malbatê û gihîştina parêzeran bûye rêbazek ku ji bo zêdekirina zextê li ser girtiyên siyasî û bêdengkirina nerazîbûnê di girtîgehan de tê bikaranîn.
Di mehên dawî de gelek raporên ku nîşan didin ku bi taybet qedexeyên li dijî girtiyên siyasî ên jin ên li girtîgeha Evînê zêde bûne tên weşandin. Aktivîstên civaka sivîl banga bidawîkirina operasyonên ewlehiyê û rêzgirtina li mafên bingehîn ên girtiyan dikin.