'Zext wê bi berxwedana jinan bên şikandin'

Komeleya Hunermendên Sînema û Şanoya Îranê yên li Derveyî Welat, bal kişand ser zextên li ser hunermendên jin ên ku li Îranê li dijî ferzkirina sergêjiyê bertek nîşan didin, da zanîn ku wê zext bi berxwedanê werin şikandin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Hunermendên Sînem û Şanoya Îranê yên li Welatên Derve yên Îranê, der barê hicaba neçarî û zextên li ser hunermendên jin de bi sernavê "Biryareke din a hikûmetê ya cudaxwaz li dijî jinan" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hunermendên jin ji bo piştgiriya tevgera "Jin, jiyan, azadî" ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rêbaza 'hicaba mecbûrî' red dikin û wiha hat gotin: "Lîstikvanên jin ên ku bêyî çarşef derketine cihî giştî rastî zextên hikûmetê hatin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka damezrandina Komara Îslamî ve heta niha gelek zext li ser hunermendên jin tên kirin û wiha hat gotin: “Van hunermendên leheng nîşan dan ku ji atmosfera teror û bêewlehiya kar ku Komara Îslamî ji wan re çêkiriye, natirsin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komeleya Hunermendên Sînema û Şanoya Îranê yên li Derveyî welat piştgiriyê dide jinên hunermend, zext û zordariya bi salan a rejîma Îranê ya li ser jinan û aktorên Îranê şerm e û wiha hat gotin: “Cudakariya zayendî ya sîstematîk a Komara Îslamî ye. Şerm e lê ev zilm wê bi jinên berxwedêr were şikandin."